Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çete zextê li Êzidî û Elewiyan dikin

09/08/2018
in Uncategorized
A A
Çete zextê li Êzidî û Elewiyan dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Kiryarên leşker û çeteyên dagirker yên li Efrînê berdewam dikin. Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê zextên xwe yên li ser civaka Êzidî û Elewî jî didomînin. Hat ragihandin ku Koma çete ya Feyleq El-Şam û Ketîba El Hemzat zarokên Êzidiyan bi darê zorê rêdikin camiyan û malên Elewiyan jî dikin mizgeft.

Koma çete ya Feyleq El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker zarokên Êzidî yên gundê Basûfanê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi darê zorê rêdikin mizgeftan. Komên çete yên bi navê Ketîba El-Hemzet jî, dibistan û hin malên sivîl ên Elewiyan ên navçeya Mabeta dikin mizgeft û dibistanên Şerîetê. Hat diyar kirin ku kesên vê yekê qebûl nakin jî tên girtin, revandin û îşkence kirin.
Komên Çete yên girêdayê Artêşa Tirk a dagirker kiryarên guherandina demografî û bişavtina gelê Efrînê berdewam dikin. Çete û leşkerên dagirker ku ji destpêka dagirkirina Efrînê û vir ve hemû cih û warên dîrokî, pîroz ên Êzidiyan û Elewiyan tarûmar kirin, niha jî bişavtinê û guhertina ol li ser Êzidî û Elewiyên li herema Efrînê zextan dikin. Ji aliyekî ve komên Feyleq El Şam ên girêdayî Tirkiyê zarokên Êzidî bi darê zorê dişînin mizgeftan, li aliyê din jî komên Ketîba El Hemzet jî dibistan û hin malên Elewiyan dikin mizgeft û dibistanên Şerîatê.
ZAROKÊN ÊZIDÎ BI ZORÊ DIBIN
MIZGEFTAN
Li gorî agahiyên çavkaniyên heremî, hat diyar kir ku komên Feyleq El Şam, li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê zarokên Êzidî ji malan derdixin, bi zorê dibin mizgeftan, li ser ola Îslamê dersan didin wan û Quranê fêrî wan dikin. Çavkaniyên herêmî, destnîşan kirin ku kesê bi navê X.K ku nexwest zarokên xwe bişîne mizgeftê li gund rastî îşkenceya komên Feyleqe El Şam hatiye û jineke ciwan a Êzidî revandin û agahî jê nayê girtin.
MALÊN ELEWIYAN
DIKIN MIZGEFT
Li gorî agahiyan, hat diyar kirin ku kiryarên bişavtinê ne tenê li ser civaka Êzidî, di heman demê de li ser civaka Elewiya ya li Efrînê jî tê meşandin. Hat hîn bûnku komên çeteyên Ketîbeya El-Hemzet dibistana gundê Kaxrê ya navçeya Mabeta ya Efrînê veguhestine dibistanek Şerîetê û tenê dersa ola Îslamî tê de didin. Li aliyê din mala jina Elewî ya bi navê Henan Ereba jî veguhestine mizgeft û tê de dersên Ola Îslamê didin.
Hat diyar kirin ku li heman heremê 3 xaniyên Elewiyan ên ji heremê hatine derxistin jî, ji bo veguherînin mizgeftê amadekarî tên kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.