Rojnameya Ronahî

Festîvala Fîlmên Kurdî Li Amsterdamê

sîpan şînda                                                                                                                                                                                             

 Ewropa ji bo gelek tiştan derfetên mezin dide mirovan ku ne tenê di warê aborî de, her wiha di warê perwerdehî, çand û hunerî de ji xwe pêşde bibîne û civak û netewa xwe bidine naskirin. Kurd jî bi taybetî di warê sînemayê de li Ewropa çalak in. Ango li gelek dewlet û bajarên Ewropa her sal festîvalên fîlman têne çêkirin.

 Bi taybetî li Elmanya li bajarên cuda hingî sal çend festîvalên Fîlmên Kurdî çêdibine. Mînak li Berlînê, li Hambûrgê, li Kolnê û hwd. Dil dixwest ku Kurd di warê zimanê Kurdî de, di warê perwerdehî û zindîkirina çanda Kurdî de jî evqasî xemxur bûna, lê mixabin ne welê ne. Weke gelek bajarên Ewropa li Amsterdamê jî ev sê sal in festîvala fîlmên Kurdî tê çêkirin. Par dora bîst fîlman tevilî vê festîvalê bûbûn û pirê wan ji documenter bûn. Îsal festîval di navbera 10-12 yî heyîva Gulanê de tê çêkirin û 24 fîlm tevilî festîvalê dibine. Festîval îsal balê dikişîne li ser Rojava û fîlmên weke Berbû, Dema Şitil Mezin Dibin ji Rojava tevilî festîvalê dibine. Festîval di 10’ê heyîvê de bi kurte fîlmên bi navê Xewn, Stêrkên li Ser Tixûbî, Welatê Gora Jinan, Bawûl, Tiştên Nehatîn Bihîstin vedibe.

 Her çend sînema derfetekî gelekî başe ku mirov bikaribe civak, çand, kul û derdên civakî, ji hemî tiştî wêdetir jî tişta ku eve sed sal in hatî serê Kurdan bîne ziman û bide naskirin; lê mixabin sînemaya Kurdî hê jî gelekî qels e. Tişta herî xirab jî, pirê kesên ku vî karî dikine lê digerine ku ka xelatê nagirine û ev yek jî nahêle ku berhemên berketî û xweser bêne çêkirin. Ango sînemaya Kurdî li Ewropa pitirê xwe sînemayek popilîst e. Ji xwe sînemaya Kurdî bi takekesî bi rêve diçe û girêdayî piştgiriya dewletên Ewropî xwe li ser lingan digire. Ev yek ji bo sînemayê û sînemageran tiştekî gelekî xirabe, ji ber ku çi dewlet û sermaye li pişta wan nîne. Giraniya filîman di 11 û 12 yê heyîvê de têne nîşandan. Dîsa îsal jî giraniya fîlman ji documenteran pêk tê, lê belê li gorî par documenter kêmtir in. Di nav documenterên îsal de yekî balkêş heye: Mêşvan. Derhênerê documenterê, berê kameraya xwe dide jiyan û çîroka Kurdekî ji Bakûrê Kurdistanê, ji bajarê Mereşê ye ku du zarokên wî û jina wî ji aliyê dewletê ve têne qetil kirin û zêdetirî 500 gurbikên mêşên wî têne şewitandin û ew bi xwe bi zorê xwe xilas dike û tê Swîsre. Belê çîroka xalê Brahîm e. Brahîmê ku piştî her tiştê xwe li welêt winda dike û xwe xilas dike û tê Swîsre yê jî, dîsa dest bi karê Mêşvaniyê dike û heta niha ji mêşên hingivî xweyî dike û li çiyayên Swîsre digere û jiyana xwe bi mêşên xwe re dibûrîne.

 Belê ev festîvala sêyemîn a fîlmên Kurdî ye li Amsterdamê tê çêkirin. Festîvala par zêde eleqe nedît û ev yek jî ji bo sînemageran tiştekî nerênîye. Hêvîdar im Kurd wê îsal eleqeyeke baştir bidine festîvalê û bêne temaşeyî fîlmên Kurdî bikine.