Hafiz Ahmet Turhalli
Kurd gelê duyemîne kupiştî ereban bûye Misilman.
Ji ber Kurdistan derguşa ol û baweriyan bû, gelê Kurd jî ji baweriyan û bi taybet ji baweriyên yek xwedayî dihebandin.
Hz Îbrahîm, Hz Zerdeşt û gellekî pêxemberên dîtir ji vê xaka pîroz derketibûn.
Piştî gelê Kurd bû Misilman bi awayekî rast baweriya xwe pêk anî. Ji ber kurdan tu caran ol û bawerî weke berjewendîyên takekesî bidest negirtine û nêzîk nebûne, baweriya xwe ji dil jiyîne. Heman exlaqê xweyê dîrokî di dema pêşketina ola Îslamê de jî berdewam kirine. Lewra ji bo gelê kurd bawerî paqijiye, hevkariye, aşitiye, aramiye, durketina zilm û neheqiyane. Ev exlaqê paqij hêjî di Kurdistanê de û nava gelê Kurd de berdewam e. Civaka kurd yê ku li ser exlaqê berê bû, dizî, nebaşî û bêexlaqî li cem kêm bû. Bê guman dagirkerên welatê me, tenê welatê me û xaka me dagir nekirin, ew ola me ya paqij, ew exlaqê me yê paqij û ew jiyana me ya paqij jî bi xwere lewitandin û çanda nebaş di nav me de belav kirin. Ew exlaqê xwe yê nebaş û talan û diziyê, di nava gelê me de çinandin û bicîh kirin.
Dema mirov li dîroka me misilmanan dinêre, civaka herî paqij ku Îslam ji bo berjewendîyên takekesî, an yê netewî bikar neanîye gelê Kurde.
Kurdan ji bo cîhana Îslamê gellekî ked dane. Keda ku pêşiya civaka misilmanan ronî kiriye û gellekî kêşeyên wanan jî, çareser kiriye.
Ev paqijî û girêdana ji dil ji bo baweriya Îslamê, ji hêla desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê ve, heta dawî bi rengekî qirêj hate bikaranîn.
Kurdên Misilman heta beriya Cumhuriyetê jî, bi vê baweriya paqij jiyana xwe berdewam kirin.
Lê ev sed salê dawiyê ji bo baweriya paqij ya Kurdan berovajî bikin û gelê me bi baweriya xwe ya çewt bixapînin heta dawiyê ketin nav liv û tevgerê.
Dest bi terîqet, cemaat, cemiyet û partiyên ku girêdayê wan bûn, li ser xaka welatê me bicîh kirin.
Tovê ola nîjadperestiyê û asîmîlekirina gelê me çandin.
Zêdetirê gelê kurd yên misilman, ji baweriya rasteqînî ya Îslamê bi destê dagirkeran hate durxistin.
Ger em bi baldarî li dîroka xwe ya nêz binêrin, em ê bibîn; zanyarên Îslamê yên Kurd serokatiyên tevgera netewî kirine.
Lê ger em îro li piraniya misilmanên Kurd temaşe bikin,em ê bibînin, azadiya xwe û welatê xwe wek dijiyatiya Îslamê dibînin. Gelo Ev kîjan Îslame ku alimên wî weke şêx Seîd, Ubeydullahê Nehrî, Mehmûd Berzencî, Abduselam Barzan û Qadî Mihemed rêberiya doza azadiya Kurdîstanê dikin?
Mixabin piraniya Misilmanên Kurd yên îro, hevkariya dagirkerên xwe dikin. Azadiya xwe û yê gelê xwe, weke bê dînî pênase dikin.
Ger mirov hevkariya dijminê, welatê xwe, gelê xwe, namûsa xwe, şerefa xwe û rûmeta xwe, wek birayê xwe yê Olî pênase bike ev biratiya olî ye?
Li çar perçeyên Kurdîstanê ger kesên xwe weke oldarên Îslamê pênase dikin, Îslamê ji Qur’anê fêr bibin û ji Îslama hz Muhemmed SAS bawer bikin, dê weke Şeyx Seîd û Qadî Muhemmed tevbigerin.
Misilmanên Qur’anê ger zêde bin û ji misilmantiya dewletan xwe rizgar bikin, ewê azadiya xwe û welatê xwe zutirîn dem bidest bixin.
Divê misilmanên Kurd vegerin ser Îslama rast û ser rêça Şêx Seîd bimeşin.