Rojnameya Ronahî

Helwesta Rewşenbîr, hunermend û rastiya polîtîkayê

Mistefa Rêzan.

Dema mirov dîroka gelek welatên bindest lêkolîne dike, diyar dibe be ka çawa gihiştina azadiyê û pergala jiyana xwe avakirin. Civak bi hemû şêvazên xwe beşdarî qonaxên rizgarkirin û avakirina welatên xwe ji hemû bermahiyên pergalên dagirker, bûne.

Eger ti behsa siyasetvan, şoreşger, rewşenbîr, hunermend û zanyaran jî bike wiha ye. Çima mirov neçar dimîne ku li ser vê rewşê rawest e. Ji ber civak bi têkoşîna azadiyê ya bi beşdariya her kesî ve digihêjin armancên xwe.  Îcar em li vir werin ser rastiya civaka gelê Kurd. Sosret e dema ku mirov li profîla hin hunermend û rewşebîrên Kurd ên li ser Medya Dijîtal dinêre, dibîne ku weha hatiye nivîsandin “ Ez ne xwedî xeteke poltîk im” an “Ez nexwedî yek rêbazeke siyasî me an ne girêdayî partiyekê me”. Lê mirov dibîne ku ev kes, pozên xwe dixin nava gelek mijarên siyasî û nirxandinên xwe dikin. Lê belê, dema mijar hat li ser ware pêkanîna berpirsiyariyên wî xwe paşde dide.

Bê guman ne teqeze her kes beşdarî rêxistinekê be.  Lê mirov çawa dikare li hember komkûjiyên dewletên dagirker û hevkarên xiyanetkar bê deng bimîne ? Êcar nave vê bê alîbûn û xwedî dermeketina yek rêbaza siyasî lê dike. Mirov dema li dîroka mirovatiyê binêre, encamên pir girîng dikare ji xwere derxe. Bi taybetî  dema mirov li şaristaniyên pêşî yên di navbera her du çeman de dinêre, ji astrononomî, rêxistina jiyana civakî, jiyana komînal a li hember xeterî û metersiyan bigire, helwestek pir arjeng û polîtîk nişan dide.

Bi taybetî şikefta Şanêdar a li herêma Hewlerê ya Başûrê Kurdistanê dikeve pir giring e. Li gorî hatiye dîtin, dîroka vê şikeftê di navbera 35-65 hezaran de ye. Mirovên herêmê yên Neodertal gul li ser goristaneke ku di hundirê şikeftê de ye danîne. Asteke ji têgihiştina jiyana xwezayî û komînal hatiye dîtin. Bi kom mirov diçin dereke dûr û kulîlkan berhev dikin, tînin hundirê şikeftê û datînin li ser gorên miriyên xwe.

Li vir parvekirinek civakî û polîtîk li gorî wê qonaxê ya pir pêşketî heye.

Li girê Mirazan an bi nave din Xerab Reşkê yê li Rûhayê, ev şûnwarê xwedî heybeteke dîrokî ya pir bê hempa ye. Mirovên wê demê wan stûnan bi tonan giran, ên bi neqşên Hîroglofî bi sebreke mezin afirandine. Dîroka van stûnan li gorî arkeologan ji zêdetirî 10 hezar sal vedigere. Ev stûn ne tenê wek perestgeh hatine avakirin. Lê belê ev vedîtinên hatine dîtin, nişan didin ku ev dever bi armancekî jê wirdetir hatine avakirin. Di astekî exlaqî û polîtîk cihên şêwirmendî yên civakî, şopandina stêran û li gorî wê bi rêxistinkirina jiyana rojane a civakî û çandiniyê heye. Eger ev ne namzetbuna rastiyek exlaqî û polîtîk nebe ma wê çi be ?

Mînak pir in. Berî ku mirov pêwîstî pê bîne behsa pênaseya nû ya polîtîkayê bike, mînakeke pir girînga ya rastiya politîka û berpirsiyariya civakî tê bala mirov.

Li herêma Ûrmiyê, Rojhilatê Kurdistanê, destana Keleha Dimdimê hate jiyîn. Ev dest li gor dîroknasan di sala 1609’an ango sedsala 17’an rûdaye. Wê demê Şerê mîrê kurdan Emîrxanê Lepzêrîn (Biradostî) li dijî siyaseta Sefewiyan a gûherandina demografiya Kurdistanê pêkhat. Li hember êrîşan ev keleh heta mirovê dawî li dijî êrîşan li ber xwe didan xwe radest nekirin. Civak bi rengekî bi rêxistinkirî di nava eniya berxwedanê de bû,radestî qebûl nekir, bi xwîna hemû zarokên xwe dîwarên kelehê bi bi xwînê rengê sor kirin. Helwesta politîkaya pir girêdayî xwe parastin û jiyana hevbeşe e. Ango pîvana parvekirin ya exlaqî di xwe de dihewîne.

Rêber APO pênaseyeke dîrokî ji bo polîtîkayê tine ziman. Di parêznameyên xwe de qala birêxistina jiyana civakî di nava hemû şertan de û rêveberina jiyana xwe tine ziman. Ango xwe amade bike, jiyana xwe li gorî hemû şertên zor û zehmet birêxistin bike. Polîtîka ne bi dewlet an bi saziyek desthilatdar ve  girêdide, lê belê bi civakê û berpirsiyariya li hember civake ve girêdide. Li gorî vê rastiyê, her kesayet wê xwe li hember hemû jiyanê berpirsiyar bibîne, civak jî wê li ber her takekesek jî xwe berpirsiyar bibîne. Li vir pirsa sereke tê jiyana xwe  çawa bi rêxistin bike. Di polîtîkayê de ne rev, karekterê berpirsiyarî wek pîvaneke exlaqî esas e.

Di roja me ya îro de, poltîkaya bi partiyên desthilatdar û dewletê ve hatiye girêdan. Tê de deq  dolab û lîstik heye. Ev têgihîn, li gorî Rêber APO pênasekiriye, berûvajî kirina polîtîkayê ye. Politîka bi wateye têgihîna rêxistin û rêvebirina jiyanê ya li ser bingeha helwesta exlaqî û berpirsiyarî ava dibe tine ziman.

Ji van nirxandinan rastiya helwesta hin rewşenbîr û hunermendên ezez yê rev ji rastiyên civakî, dîrokî û pîwanên exlaqî derdikeve hole. Ji hêlekê dewleta Tirk a dagirker êrîş dike, ji hêlekê din ve xwedî girave bi nave malbatek rêxistinek hata jê tê bargehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li Başûr Kurdistanê ava dike. Li gorî agahiyan ji zêdetir 40 baregeh û noqeteyên leşkerî yên Dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê hene. Hêjaye bibîrxistinê ye ku em bi zelalî nizanin bê ka çiqas navendên Istixbarata Tirk a bi navê MÎT li Kurdistanê hene. Qirkirina gelê Kurd di rojevê de ye, rewşenbîr an hunermendeke radibe dibêje “ Ez ne girêdayî ti xeteke siyasî me” dê were safî bike. Ma gelo politîka û mirovbuyin her du rastî bi hev girêdayî ne? Girêdaneke jiyanî di navbera politîka û jiyana mirov perweriyê de heye.

Herî dawî li gorî pênaseya Rêber Apo asta berpirsiyariya mirovan li hember civak û gelên xwe, beşdariya li rêxistina jiyan û rêveberina tedbîran, di rastiya xwe nişaneya mejîyê civakê yê politîk e. Ji bilî van pênaseyan, mirov bi rengekî jiber û li gor dibîstanên dewletên serwer û sermayedar nikare pênaseya politîkayê bike. Ji ber sedema ku di nava xwe de ezeztî û berjewendiyên deshilatdariyê û jê wêdetir dihewîne. Nedibe pîvanên exlaqî yên civakî û ne jî rûmeta mirovatiyê jî temsîl dikin.