Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kêmbûna avê rê li ber nexweşiyên metirsîdar vedike

12/05/2024
in Uncategorized
A A
Kêmbûna avê rê li ber nexweşiyên metirsîdar vedike
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

 Bi qutkirina avê re li ser herêma Şehbayê û bi taybet li ser kampên koçberên Efrînê. Zehmetî û nexweşiyên cidî di nava kampan de derdikevin. Endamê Heyva Sor a Kurd li Kampa Serdem Zekîne Erebo diyar kir ku qutkirina avê ji aliyê Rêxistina UN ê ve li dijî pîvanên mirovî ye.

Rêxistin UNICEF di 15’ê Sibatê de li ser herêma Şehabyê bi giştî û li ser kampên koçberên Efrînê av bi temamî qut kir. Ev biryara ku hemû pîvanên mirovî di koçberiyê de bin pê dike, yek ji polîtîkeyên dorpêça Hikûmeta Şamê ya ku zêdetirî 6 sala ye li ser koçberên Efrînê li herêma Şehabyê tê feriz kirine. Bi hatina demsala havînê re zehmetiyên ku destpêka biryar hatiye derketin de hatine ziman niha pêşdikevin. Bi taybet rewşa kampan gelekî hesas e û divê ji hemû aliyan ve pêdivî û pêwîstiyên gel bên bi cih anîn. Bi taybet av ji girîngtirîn pêwîstiyên domandina jiyanê ye. Ger av nebe jiyana gelê kampan di hemû aliyan de dikeve metirsiyê.

Têkildarî hatina demsala havînê û zehmetiyên ku biryara qutkirina avê bi xwe re avakirine. Endana Heyva Sor a Kurd li kampa Serdem Zekîne Arabo ji rojnameya me re axivî.

`Divê Rêxistina UN ê li gorî siyaseta dewletê tevneger e`

Zekîne diyar kir ku tu mafê rêxistina UN ê nîne ku avê li ser kampan qut bike û wiha got: “Rêxistina UN di tavahî cîhanê de weke rêxistineke mirovî tê naskirin. û ji erk û misyona wê ye ku destekdayînê di mijara koçberiyê de bide. Ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re bi awayekî aktîv xebatên xwe dida meşandin, lê piştî demekê av li ser tavahî gundên herêmê qut kirin. Di 15’ê Sibata 2024’an de biryara qutkirina avê li ser hemû kampên koçberên Efrînê stand. Bi vê yekê re diyar dibe ku ev yek ji polîtîkeyên dorpêça Hikûmeta Şamê ne qute, û li dijî pîvanên mirovî ye. Çawa ku bi siyaseta ambargoyê ev gel ji 6 salan ve di zehmetî û tengasiyên gelek mezin re derbas dibe. Ev yek jî bi heman armancê tê kirin. Rêxistina UN ê rêxistinekî cîhanî ya mirovahiyê ye, divê li gorî tu siyasetên dewletan nekeve nava tevgerê. Li gorî vê yekê tu mafê Rêxistina UN ê nîne ku avê li ser gel û koçberên Efrînê qut bike”.

Bandora qutkirina avê li ser tenduristiya mirovan

Her wiha zekîne zehmetiyên ku gel di kampan de rû bi rû dimîne anî ziman û wiha got: “Di giştî herêmê de 4 navendên Heyva Sor a Kurd hene (Kampa Serdem, Kampa Berxwedan, Birc Qasê û Ehrezê) bê guman ev navend di aliyê destekdayîn û alîkariya gel di asta yekemîn de bi erkên xwe radibin. Bi hatina demsala havînê re gelek nexweşiyên ku di encama hawaya Buharê û germahiya zêde de derketin holê. Bi taybet di van mehên dawiyê de hejmarek gelek mezin ji naxweşiyên zarokan û yên jehrî hatin tomar kirin. Ev yek jî di encama bandora germahî û kêmbûna avê derketin holê, her wiha tunebûna elektirîkê de hatin rûdan. Di kampan de av hebûna herî bingehîn e, ji niha ve nexweşiyên ku sedema wê av e tên dîtin.

Ji bo alîkariya gelê kampan, kolandina bîran

Zekîne destnîşan kir ku bi kêm derfetan hewildana kêmkirina kirîza avê dikin û wiha pê de çû: “Bi derketina biryara qutkirina avê li ser herêmê re. Heyva Sor a Kurd bi însiyatîfa  xwe hewildana kêmkirina kirîza Avê li Kampan kir. Bi kêmderfetan pirojeya kolandina hin bîran hate pêşxistin. Ev bîr dikevin xizmeta welatiyên ku di  Kampan de dimînin û heyanî astekê wê bibe cihê careseriyê”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.