Rojnameya Ronahî

Ji Serdeşt Osman heta Silêman Ehmed zext û zordarî didome

Ganco Jînda

Gelê Kurd ji roja yekem a windabûn û şehîdbûna Serdeşt û heta niha bi ti daxuyanî, lêkolîn û biryara wezaret û dezgehên PDK’ê bawer nekirine û  nakin jî. Ji ber ku 70 sale ev partî  bi sedan ciwanên kurd kuştin, revandin û windakirin.

Piştî serhildana 1991’an li Başûrê Kurdistanê  hin derfet derketin holê ku gelê Kurd hinekî xwe îfade bike û doza xwe ya rewa bi civaka xwe û cîhanê bide naskirin. Bi dehan rewşenbîr, rojnamevan û çalakvan di vî warî de ked dan û xizmetekî berbiçav kirin, taybetî piştî ku rojnameya Welat wek yekemîn medyaya neteweyî, siyasî û civakî ya Kurdistanê hat weşandin, di gel xwe rêbazekê nû ya ragehandina kurdî anî, ev jî wisa kir ku ragehandin ji bin destê PDK û YNK derbikeve û komek pênûsên nû û hêja derkevin, di vê warî de Rola şehîd Kawa Elî (Dr. Sîrwan) berçave.

Yekemîn komkujiya li hemberî  ragehandkar û rojnamegeran

Di 16’ê Gulana 1997’an de, rayedarên PDK’ê li Hewlêrê, piştî girtin û derxistina 3 caran rojnameya Welat, vê carê bi tank û çekên giran êrişê medyaya welat ku ji rojnama Welat, Watan Şems, kovara Roj û dezgeha ragihandin û çapkirinê pêk dihat, kirin. Di gel şehîd û windakirina tevahî kadro û endaman, hemû tiştên saziyan talan kirin. Ev jî êrîşa herî mezin a li hember ragehandina azad ya Kurd e. Lewma divê êrîşa PDK’ê ya li hemberî ragehandkar û rojnamegeran baş were analîzkirin, heya ku bikarîn piştre êrîş, komkujî û zextên ku li hemberî ragehandin û rojnamegeran pêk anîn bên fêmkirin.

Di 2010’an  dûbarebûna tawanê

Piştî rûxandina rejîma Beis di sala 2003’an de û bicihkirina destûrê û encamdana hilbijartinên yekem li Iraqê di sala 2005’an de, di rewşa rojnamevanan de guhartin çêbû. Li ser wê yekê ku Iraq û Herêma Kurdistanê xwedî destûr, yasa, parlamento û hikûmet in, rojnamevanan hewldankirin ji bo pêşxistina demokrasî û guhertin di civakê de, di heman demê de li hember dizî, gendelî û bêdadiyê di xerakirina çavkaniyên giştî , derketin. Ji aliyekî din ve, rojnamevanan êdî xiyanet û koletiya desthilatdaran ji bo dagirkeran qebûl nedikir, lewra li hemû bajaran çendîn rojnamevanên leheng û bi cesaret weke (Soranî Mama Hemê, Serdeşt Osman, Kawa Germiyanî, Wîdat Husên) bi karên xwe desthilatdaran nerehet kirin û wan ra gotin ku êdî dikarin ji wan ra sînorekî deynin.

Lê belê PDK’ê dest ji pîşeya xwe ya gemar berneda û êrîş û qetlîamên xwe yên li dijî rojnamegeran berdewam kir. Dadgeh û dadger bi tirsonekî bi desthilatdaran re xwe kirin yek û bi tu awayî parastina rojnamegeran nekirine, lewma êdî baweriya kesî bi wan namaye, tê wateya ku dadgeran tene rolek weke lîstokvanek jibo dema  desthiladaran dirêj bikin, kirine. weke din tu rola wan tune buye.

Nifşa Nû li Kurdistanê bi taybetî li bajarekî wek Hewlêrê ku jê re paytexta Herêma Kurdistanê tê gotin, êdî ev mafiyatê qebul nekir, lê mixabin PDK’ê  paytexta Herêma Kurdistanê kir lûtkeya bêdadiyê, cudahî çînayetî , nokertî û sîxûrtiyê. Hewlêriyên resen vî şêwazê siyaset û rêvebirina nedemokratîk û needalet qebûl nakin. Lewma ji kesayetiya Serdeşt Osman û di axaftin û nêrînên wî de diyar dibe, nakokî û hêrsa xelkê Hewlêrê di çi astê de ye? Ji ber vê yekê desthilatdaran ji bo ku rojnamegeran bitirsînin êrîşî dengê wan bi cesaret û hêja  kirin. Di 5’ê Gulana 2010’ê de hêzên ajansa Parastin a PDK’ê êrişê Serdeşt a bê çek û bêkes kirin li pêşiya zanîngehê û ew revandin ber bi Mûsilê, ji bona ku senaryoyekê jê re çêkin û ku wan ji vê sûcê dûr bikevin. Piştre wezîrê hundirîn û berpirsê berê yê ajansê Parastin Kerîm Sincarî di daxuyaniyeke gelek bêberpirsiyarî û dûr ji hemû exlaq û pîvanên netewî û mirovî de, bi îdiaya bûyera ku rojnamevan Serdeştî bûye şirîkê DAIŞ’ê û komên terorîst, eşkere kir. Her kes dizane ku berê û niha jî ciwanên Hewlêrê, bi taybetî rewşenbîr û rojnamevanên ku ji neviyên Ebdulxaliq Merûf in, ji derveyî xizmeta netewe û civaka xwe hizir nekiriye. Ajansa Parastinê, PDK û Kerîm Şingalî xwedî dîrokeke dirêj ên di kuştin, revandin , windakirin û tometbarkirina kesayetiyên siyasî û rewşenbîrin, de ne.

Piştî şehadeta Serdeşt Osman

Gelê Kurd ji roja yekem a windabûn û şehîdbûna Serdeştê heta niha bi ti daxuyanî, lêkolîn û biryara wezaret û dezgehên PDK’ê bawer nekirine, nakinjî. Ji ber ku 70 sal li  vê partiyê  bi sedan kuştin, qetlîam û windakirin dîtine, ji bo wê mafê wan e ku bawer nekin. Ji aliyeke din ve bi sedan ciwan rêya Serdeştê berdewam kirin û li cihê ku Serdeşt xalek jê re danî wana ji temam kirin, heta ku gihiştin bi Kawa Germiyanî û Widat Hisên.

Silêman Ehmed û Rêbazê Serdeşt Osman

Piştî girtin û cezakirina komê  rojnamevan û çalakvanan li Badînan, dor hat rojnamevanê ciwan Silêman Ehmed ku xelkê Efrînê ye û ji ber dagirkerî û zordariya dewleta Tirk, DAIŞ û PDK’ê koçberî Helebê bûne. Weke hemû gelê Efrînê ku dagirkerî û desthilatdariya çeteyan qebûl nekir, bi tevlîbûna têkoşîna siyasî, sivîl, çandî û çapemeniyê bersiv da dagirkerî û çeteyan. Silêman jî weke ciwanekî xwîn gerim ji bo azadiya Efrîn û Kurdistanê tevlî xebatên ragihandinê bûye. PDK’ê ji bo ku dilsoziya xwe bo çete û dagirkeran re îspat bike, bi komployekê xwest ciwanên welatparêz û rewşenbîrên weke Silêman bigire. Ji bo ku yan dev ji doza xwe ya rewa û azadiya Efrîn û Kurdistanê berde, yan jî bibe sîxurê dagirker û çeteyan. Silêman di malbateke welatparêz, netewî û pakij de mezin bûye, fikirê wî bo mijarê din neçuye û naçejî. Helbet ger ne şoreşa Rojava bûya wê Silêman jî bi heman senaroya  Serdeşt û Widadê birî ba. Weke hemû rojnamevan û rewşenbîrên din, PDKê ji bo Silêman Ehmed jî senaryoyek amade kiriye. helbet ew Silêman bi kadrobûna PKK’ê tawanbar dikin, di bingeh de PKKbûn weke tevgereke şoreşger û neteweyek ku di seranserê Kurdistanê  de ne sûc e, şerefeke mezin e. Lê Silêman Ehmed rojnamevan bû û li her cihê ku lê bû dîsa xebatî ragehandin kirye , weke din biryarên siyasî yên Silêman di destê wî de ye, ne di destê PDK û malbata Barzanî de. Di heman demê de hikûmetên Hewlêr û Bexdayê jî PKK weke tevgerek sûckirî pênase nekirine. Herwiha Rêber Ehmed wezîrê karê hundirîn ya Herêmê Kurdistan bi xwe di forma Silêmanê de got Ti partiyek Kurd  terorîst û  sûcdar nînin, her çiqasî ku PDKê nêzîkî 200 roje Silêman Ehmedî bi neheqî xistiye zindanê, lê qanûnên ku  wana bi xwe danîne li ser navê azadiya rojnamevaniyê ava kirine jî binpê kiriye.

Lewma di 14’emîn salvegera şehadeta Serdeşt Osman de, ji bo ku destê reş ê PDK’ê li hemberî rojnamegeran bi taybetî jî li hember berpirsê nivîsê yê beşa Erebî ya Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê Silêman Ehmedî raweste, divê civak vê zilmê KDP li hember rojnamevanan qebûl neke. Di heman demê de divê niha Silêman Ehmed û Şêrwan Şêrwanî bên berdan û herweiha dûbare did  dosyaya Serdeştê de ji aliyê dadgeheke serbixwe ve bê lêkolînkirin û tawanbar bên cezakirin.