Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nivîsîn berpirsyarî ye

08/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Di deh salên dawiyê de, li Rojavayê Kurdistanê merc û derfertên dahênan û nivîsê li pêşiya daner, nivîskar û rewşenbîrên Kurd vebû ku berhemên bi zimanê kurdî binivîsin. Di serencama van merc û derfetan de bê guman gelek berhemên nivîsandî derketin û bûne pirtûk û hatin belavkirin. Bi vê tevgera nivîsîn û weşanê re hin gengeşe û gûtûbêj derketin weke ka rêgez û prensîbên weşanê çine, rewşa weşangeriyê di çi astê de ye, alav û navgînên ku rê li pêşiya xwêneran hêsan dikin da ku karibin bixwînin peyda bûne lê na û her wiha pirsa ka berhemên bi zimanê Kurdî têne xwendin yan na?

Lê mijareke ku pir kêm ketibû ber roniyê, mijara naveroka berhemên nivîskî bû. Angu ka nivîskar û dahênerên Kurd çi dinivîsin di vê pêvajoyê de, yan jî ew çîna rewşenbîr û dahêneran hay ji berpirsyariya xwe ya li hember civakê hene dema ku dinivîsin, an jî karîne di nava van deh salan de bibin navgîna guherîn û pêşketin û ferhebûna asoyên zanist û raman û reftarên vê civakê.

Ev mijar di dawiya meha Nîsanê û destpêka meha Gulanê bû yek ji mijarên gufûgo û gotûbêjê di çarçoveya rêzeçalakiyên Hefteya Wêjeyî ku ji hêla Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê hate lidar xistin. Mijar du rojan bi simîner û panêlekê hate nirxandin. Der barê pirsa ka dahênerên Kurd çi dinivîsin, mêvanên panêlê hin dane û agahî aresteyî beşdaran kirin, li gorî wan daneyan, di salên derbasbûyî de, nivîskar û dahênerên Kurd bi piranî berê xwe dane deq û nivîsên wêjeyê yên mîna helbest û çîrokan, carna jî roman û deqên şanoyê nivîsîne. Beramberî wê jî nivîsên der barê pir qadên din ên ramanê de kêm in û carna jî tune ne, mîna nivîsên dîrokê, erdnîgarî, civaknasî, felsefe û her wiha hemû beşên zanistê yên mîna jiyazanî, bîrkarî, fizîk, kîmya, zimanasî, Ansîklopedî û pir babetên din ên zanist û ramanê. Kêmbûna danêhana der barê van mijaran de pirtûkxaneya Kurdî qels dike û rê li pêşiya lêkolîn û lêvegera jêderan pir teng dike û xwêneran neçar dike ku dîse berê xwe bidin berhemên bi zimanên din li şûna zimanê Kurdî.

Her wiha naveroka berhemên wêjeyî jî ku bi piranî tên çapkirin û belavkirin bû mijara lêpirsîn û gengeşeyê.

Nivîskarek yan ronakbîrek dema ku dinvîse, raman û bîr û bawerî û helwestekê nîşand dide. Ev raman û bîr bawerî li gorî demê û cih û rewşa civakan tê guhertin, lê di kîjan demê de be yan li kîjan civakê be pêwîste ew raman bibe navgîna rastkirina hişmendiyeke şaş, xweşikirina rûdaneke kirêt, çandina reftareke pak li şûna yeke kevin û paşketî, ango bibe navgîna her tiştê civakê zanatir, çalaktir, bedewtir û aramtir dike. Ev erk û delameta nivîsînê eger ji bo her civakekê carekê rast be,  ji bo  civakeke ku bi salan di bin barê çwisandin û bişaftinê de maye deh caran rast e.

Raste ku derfetên nivîsînê peyda bûne, lê pir girîng e ku nivîskar û dahêner bizanibin ku nivîsîn berpirsyarî ye.

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.