Di çarçoveya rêzecivînên ku Kongreya Star bi armanca şîrovekirina biryarên Konferansa Duyemîn a Kongreya Star a ku li herêma Şehbayê hatibû li dar xistin, du civînên cuda li gundên Keştar û Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê li dar xist.
Dehan jinên gundên Keştar û Bênê tevlî civînê bûn. Endama Kongreya Star a Kantona Efrînê Fatma Lekto armanca civînan şîrove kir û wiha got: “Bi armanca şîrovekirina biryarên Konferansa Duyemîn a Kongreya Star a ku di 26’ê tîrmeha borî de bi tevlîbûna 500 delegeyan hat lidarixistin, em rêzecivînan li gundên navçeya Şêrawa û deverên Şehbayê li dar dixin.”
Piştre encamnameya konferansê hate xwendin. Di encamnameyê de biryarên konfernsa duyemîn, rewşa siyasî, rêxistinî û her wiha rola jinê di berxwedana serdemê de, hatin şîrovekirin…ANHA






