MKGP’ê nûçegihan Denîz Firat ku di êrîşeke DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, bi bîr anî.
Platforma Nûçegihanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) derbarê nûçegihan Denîz Firat ku 8’ê Tebaxa 2014’an di êrîşeke DAÎŞ’ê de ya li ser Mexmûrê şehîd bûyî daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê dde hate bibîrxistin ku 4 sal di ser şehîdbûna Denîz Firat re derbas bûne û wiha hate gotin, ‘’Denîz ku heta kêliya dawî ya jiyanê jî kamera xwe ya xebitandiye, hovîtiya DAÎŞ’ê ji hemû cîhanê re ragihandiye, li cografyaya Rojhilata Navîn ku faşîzmê xwe aniye asta bilind, nîşanî wan jinan daye ku piştî wê rahiştine alê, bi berxwedanê mirov dikare bi ser bikeve.’’
‘’Ji bo me xebatkarên çapemaniya azad ku şopdarên Deniz in, bersiva ji bo Denîz Firat ku di çîroka dem kurt a jiyanê de, ya ji Wanê heta bi Mexmûrê rêwîtiya dirêj vegotî, wêrekî, vîn û berxwedan e. Em di salvegera 4’an a mirina Deniz de wê bi hurmet bi bîr tînin, em careke din ji zindanan, meydanan û qadên şer dibêjin ku mîrateya wê, wê rêya me ronî bike.’’






