Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Ez her tim di xema keçên xwe de me`

08/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Dayîkeke temenê wê ne biçûke, berpirsyartiya mala xwe her tim rakiriye. Ew jî temenê wê 13 salî bû dema ku malbata wê ew dane zewcandin. Tenê du keçên wê hene, dema jê tê pirsîn temenê keça te 15 salî ye tu çima wê dizewicîne? Dibêje: `Ez her tim di xema keçên xwe de me`. Mirov ji vê mînakê fêm dike ku çiqasî jin ji heqîqeta xwe dûr ketiye. Em li gel xwe dibêjin ev dayîk dixwaze xwe ji keçên xwe xilas bike, dayîk jî dibêje nesîbê keça min hatiye. Di encamê de ew keça 15 salî bû qurbana zîhniyeta zayendperest.

Di encama zayendperestiyê de gelek buyerên giran diqewimin û malbat li gorî wê çarenûsa keçên xwe diyar dikin. Jin çiqasî temenê wê biçûk be lê dema bejna wê dirêj be wê rastî tacîz û destdirêjiyê were. Meha Nîsanê du şagirtên jin ên dibistana seretayî ji aliyê mamosteyên xwe ve rastî tacîzê hatin. Pêve girêdayî mêrekî xwest keçeke temenê wê 20 salî bi darê zorê birevîne. Di van buyeran de jin bi bertek dayînê parastina xwe dikin, lê kî ev mêr gihandine asta ku tacîz û destdirêjî jinê bikin.

Mêrê desthilatdar li gorî zîhniyeta xwe ya zayendperest buyeran şîrove dike û nav lê dike. Ew her du buyer bi kesan ve sînordar kirin û bi exlaq ve dan girêdan. Ew kesên tacîz û destdirêjî jin kirin, li gorî qanûnê hatin ceza kirin, lê belê gelo qanûn dikare tûndiya li ser jinê kêm bike yan jî bi dawî bike. Taciz, destdirêjî, revandin, işkencekirin, zext, lêdan, pir zewacî, zewaca zarokan hemû şêweyên tûndiya li ser jin e.

Ew zîhniyeta xema keçan heyanî mirine ye, keç ne ya dayîk û bavê xwe ye, ya xelkê ye, gelekî serwer e. Di encama wê de keç di temenê biçûk de têne zewcandin. Ew fistanê bûkaniyê li wan dibe kefenê mirinê. Li ser kêfxweşiya wan a zewacê roj derbas nabin û dikevin bin barekî ku rojane hesabê wê bidin.

Di nava civakê de êdî hejmara jin û mêrên ku dev ji hevdû berdidin her ku diçe zêdetir dibe. Pirsgirêkên di navbera wan de derdikevin gelekî neyînî bandorê li ser têkiliyên civakî dikin. Bi sedan jin hene hîna temenê wan nebûye 15 salî zarokên wan çêdibin an jî têkiliya wan û hevjînên wan bi dawî dibe û vedigerin malbata xwe. Ev hemû sûcên gelekî giran in. Ji xwe asayî li van buyeran tê nêrandin û jin ne dikare bi riya exlaq ne jî bi riya qanûnê hesab ji kesekî bixwaze. Wê dixin xefkeke ku ne mejî, ne fîzîk û ne jî ruhê wê tehemul bike. Pirsgirêka mezin ew e ku bi hezaran mînak hene ku zewaca zarokan naghîje encamê lê dîsa jî tê de israr dikin. Dema ji wan were pirskirin hûn çima keçên xwe di temenê biçûk de dizewicînin? Dibêjin: `Nesîbê wê hatiye, ev kevneşopiyên civaka me ne û em wisa fêr bûne`, ango sûcên xwe bi vê yekê rave dikin û destûr nadin ku ev rêbazên wan werin lêpirsîn kirin. Hewldanên guhertina zîhnî her tim di bin navê kevneşopiyan de têne pûç kirin.

Post Views: 120
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.