Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berhemên Aram Tîgran hêz û çavkaniya me ye

09/08/2018
in Uncategorized
A A
Berhemên Aram Tîgran hêz û çavkaniya me ye
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî.
Bi wesîleya salvegera koça dawîn a hunermend Aram Tîgran, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
ʺEm nemir Aramê Tîgran bi bîr tînin. Şopa reseniya hunera wî di nav me de cih girtiye. Keda ku wî daye hunera kurdî bi hestyarî em ji bîr nakin, stran û berhemên wî ji me re bingeha hunerê ne, kaniya hestên wî heta îro di nava me de diherike.
Bîranîna nemir Aram hestên reseniyê di me de dilivîne, xewn û xeyalên wî îro bi hişmendiya neteweya demokratîk bi war dibe. Hemû kom û hunermendên TEV-ÇAND`ê ji berhema eşqa strana Ey Welato hunerê vedixwin. Li ser şopa xewn û xeyalên hunermendê nemir birêxistinbûn û sazîbûn ji me re bicihanîna hezkirina welat e û hemû berhemên heyberî û hestyarî ye.
Stîla evîn û eşqa rûpelên Aram Tîgran di strana kurmancî de danasîna civak, ax, ezman û evîna keç û xortan e. Hemû hunergeh û komîteyên muzîkê di çêkirina berhemên hunerî de stîla gotin û muzîka mamoste Aram esas digirin.
Di nav tevliheviya kirrîn û firotina hunerê de, di hunerê de xirakirin çêbûye û li gelek cihan şûna hunerê kavil maye, lê berhemên wekî berhemên Aram Tîgran ji me re mertal in li hemberî erebêskbûnê û ezeziyê.
Hemû kar û xebatên me ji bo hunera resen û civakbûyînê ne û nemir Aram bi xwe jî yek ji wan kesan ku herî zêde nûnertiya parastin û pêşxistina reseniya civakên Kurdistanê kiriye. Xwedîderketina li kesên wekî nemir Aram ji me re erkeke hunerî û rêxistinî ye.
Em her dem wî bi bîr tînin û di dil û mêjiyê me de wê her tim zindî bimîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.