Bi durûşmeya ‘mîhrîcana dildariyê û jiyana hevbeş’ Muduriyeta Turîzmê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, di demeke nêz de Mîhrîcana Kirrîn û Firotina Pêdiviyên Binemalî li Tebqayê cara yekemîn piştî rizgarkirinê organîze dike.
Bi armanca jiholêrakirina bandorên neyînî û tarî yên çeteyên DAIŞ’ê û her wiha ji bo çalakkirina tevgera bazirganiyê ya ku piştî rizgarkirina Tebqayê li bajarê geş bûye, wê mihrîcan bê lidarxistin.
Têkildarî mijarê hevseroka Muduriyeta Turîzm û Parastina Şûnwaran Nicûd El-Bayie wiha got: “Mîhrîcan di 12’ê Tebaxê de wê dest pê bike û tê de gelek çalakiyên hunerî û bazirganî wê pêk werin.”
Nicûd diyar kir ku gelek firoşkarên cil, madeyên xwarinê, xwaringeh û alavên malan wê beşdarî mîhrîcanê bibin.
Hevseroka Muduriyeta Turîzm û Parastina Şûnwaran Nicûd El-Bayir destnîşan kir ku bi hevkariya Şaredariya Gel a Tebqayê amadekariyên mîhrîcanê dikin, cihê mîhrîcanê li taxa duyemîn sererast dikin û peyarêyan piştî sererastkirinê boyax dikin û her wiha Komîteya Çand û Hunerê çavdêriya amadekariyên hunerî dike.
Heta niha Muduriyeta Turîzmê daxwaznameyên beşdarbûnê ji bazirganan digire û ji bo eyerkirina cihê wan di mîhrîcanê de dixebite.
Piştî ku şervanên QSD’ê bajarê Tepqayê di 10’ê Gulana 2017’an de ji DAIŞ’ê rizgarkirin ev mîhrîcana yekemîn e tê lidarxistin…ANHA






