Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan li kampa Holê ya penaberên Iraqê, penaber daxwaza sîstema hevserokatiyê dikin.
Li bakurê Sûriyê li ser bingeha netewa demokratîk sîstema hevserokatiyê li hemû saziyan pêk tê.
Li kampa Holê ya pengaberan jî di bin pêşengiya TEV-DEM’ê de xebatên rêxistinkirinê dewam dikin. Kampa Holê, tevî bi hezaran koçberên Sûriyê yên ku ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê, komên çekdar û hêzên rêjîmê reviyane û her wiha ji bo pêşwazîkirina bi hezaran koçberên iraqî ku ji ber zilma DAIŞ’ê reviyane, hate vekirin.
Kamp li rojhilatê bajarê Hesek

ê ye. Ji ber hejmara zêde ya koçber û penaberan, rêveberiya kampê bi koordîneya hin rûspiyên êlên Ereban, komîn û meclîs ji bo penaberan ava kirin. Penaberan xwest komîn û meclisên wan li ser heman rêgaza komîn û meclisên li Bakurê Sûriyê bin, lê rêgeza hevserokatiyê red kirin.
Piştî biserketina komîn û meclisan û bi taybet xizmetên ku jinên iraqî li kampê pêşkêş kirin, penaberan daxwaz kir ku hilbijartinên nû li ser asta serokên komîn û meclisan pêk werin, lê vê care rêgeza hevserokatiyê bi cih bînin.
Endamê rêveber ê Meclisa Kampa Holê ya penaberên Iraqî Şêx Xidir Salih wiha got: “Ji ber ku em yekser bi rêveberiyê re têkildar in, derbarê kêmasiyên xedemî yan jî pirsgirêkên ku di navbera penaberan de rû didin, mafê me ye ku em mudexele bikin û ew jî bi rêya pêşkêşkirina daxwaznameyeke fermî ji rêveberiya kampê re pêk tê.”
Her wiha Salih diyar kir ku ji ber rewşa ewlehiyê, destûr hatibûn sekinandin û wiha pê de çû: “Niha me ev pirsgirêk çareser kir. Meclîsa Iraqiyan û rêveberiya kampê di nav koordîneyê de ne. Meclis daxwaznameyan ji rêvberiya kampê re pêşkêş dike û li ser wê destûr tên dayîn.”
Salih di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber serketina meclis û komînan, wan gelek daxwaznamyên penaberan ji bo ji nû ve hilbjiartinan li dar bixin, lê vê carê rêgeza hevserokatiyê bi cih bînin, rad
estî rêveberiya kampê kirine.
Endama rêveber a kampa Holê Silava Şêxo jî wiha got: “Ji ber zêdebûna hejmara penaberan û ji bo hêsankirina xebatê, me komîn û meclis li kampê ava kirin. Her komînek bi erkên xwe baş radibe. Xizmet bi rêya komînan ji penaberan re tê pêşkêşkirin.” Silava Şêxo destnîşan kir rêveberiya kampê û meclisa Iraqiyan di nav koordîneyê de ne.
Di dawiya axaftina xwe de Silava Şêxo diyar kir ku di van demên dawîn de, meclisa Iraqiyan li kampa Holê, daxwaznameyek ji bo bicihanîna rêgeza hevserokatiyê pêşkêş kir; ji ber ku ew xebatê hêsantir dike û wiha got: “Em ê daxwaza penaberan ji bo hilbijartinên hevserokên meclis û komînan ên Iraqî di demeke kurt de bi cih bînin.”…ANHA






