Komîteya Sewalkariyê ya Reqayê, bi armanca pêşxistina berhemên sewalkariyê plansaziyek daniye pêşiya xwe. Endama komîteyê Xedîce El-Abdullah banga pêşkêşkirina alîkariyê li rêxistinên mirovî kir.
Li Reqayê piştî çandiniyê sewalkarî tê. Piraniya şêniyên gundewarên Reqayê li gel çandiniyê sewalan xwedî dikin.
Komîteya Berhemên Sewalkariyê ya Reqayê erka pêşxistina beşa sewalkariyê girtiye ser xwe. Di vê çarçoveyê de rûxsetê dide beytaran. Lê derfetên kêm li pêşiya xebatên komîteyê dibin asteng.
Çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku Reqa dagir kiribû de amaborgo li ser şêniyan ferz kiribû. Xwediyên sewalan ji ber buhabûna êm û kêmbûna dermanên beytarî, sewalên xwe difirotin.
Li aliyekî din jî, çeteyan rêya Iraqê li ber qaçaxçiyên sewalan vedikir da ku li sûkên Iraqê sewalên wan werin firotin û rê dida bazirganên Iraqê derbasî Reqayê bibin û sewalan bikirin.
Di rewşa heyî de jî, sewalkarên Reqayê zehmetiyên kêmbûn û buhabûna êm, her wiha erzanbûna bihayê sewalan dikişînin. Ji ber ku sewalkarî girêdayî çandiniyê ye, pirsgirêkên ku di aliyê çandiniyê de derdikevin, bandoreke neyinî li sewalkariyê jî dikin.
Endama Komîteya Berhemên Sewalkariyê Xedîce El-Ebdullah diyar kir ku tunebûna dermanên ji bo aşîkirina çêlekan bandoreke neyinî li berhemên şîr kir û bang li rêxistinên alîkariyê kir ku alîkariyan pêşkêşî sewalkaran bikin.
Tevî kêmderfetan jî, komîteyê ji bo demên pêş plansaziyek daniye pêşiya xwe. Li gorî wê, hewl dide navendeke tenduristiyê û dermanxaneyeke beytarî veke û navenda aşîkirina sewalan li dijî nexweşiyan, saziya giştî ya êm çalakî bike. Komîte hewl dide hilberîna kurkan ne kêmî 150 hezar hêkan, bi taybet ku hilberîna Reqayê 200 hezar teyr e, zêde bike…ANHA






