Rojnameya Ronahî

‘Wê azadiya Rêber Apo di kongireyên asta bilind yên cîhanî de were nîqaşkirin’

Reşo Mihemed/Qamişlo

Endamê Însiyatîfa Sûrî a ji bo azadiya Rêber Apo Zekî Hesen da zanîn ku wê di qonaxa 2’yem ji Pêngava Azadiya Rêber Apo gavên cidî di  kongire û civînên asta bilind de ji bo azadiya Rêber Apo were parvekirin.

Di 4’ê Nîsanê de qonaxa duyem ji Pêngava Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî  li ser asta cîhanê hate destpêkirin, têkildarî vê mijarê jî Endamê Însiyatîfa Sûrî a ji bo azadiya Rêber Apo Zekî Hesen bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn jî wiha bû:

Pêngava Azadiya Rêber Apo di asta xwe ya duyem de ye, girêdayî vê yekê jî wê çi di dema pêş de were kirin?

Bê guman armanc û hedefa Pêngava Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, şikandina tecrîda giran û azadkirina Rêber Abdullah Ocelan e. Me ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pêngav dabû destpêkirin, lê belê li ser asta cîhanê tevahî bû. Qonaxa yekem ji pêngavê zexteke mezin ji aliyê gelê kurd û tevahiya gelên cîhanê ve hat kirin ji bo diyarkirina tecrîda li ser Rêbertî. Her wiha eşkerekirina îşkenceya ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber Apo de û kiryarên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dike. Em dikarin bibêjin ku di qonaxa yekem de bi riya çalakiyên ku hatine li darxistin ev yek kete rojeva cîhanî de û bala cîhanê bi tevahî hat kişandin. Di dema niha de Pêngava Azadiya Rêber Apo ketiye qonaxa duyem. Di dema pêş de ji çarçoveya pêngavê wê gavên cidî ji bo azadiya Rêber Apo li ser asta cîhanê bi giştî werin avêtin. Di serî de wê asta danûstandinên diblomasî di civînên bilind yên serokên dewletên cîhanê de werin xurtkirin. Ji ber ku mijara tecrîdkirin û dîlgirtina Rêber Apo di Rojhilata Navîn de yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Lewma jî wê hewldanên ji bo lidarxistina kongir û civînên bilind ji bo vê yekê werin lidarxistin û peyman jî ji bo azadiya Rêber Apo werin îmzekirin. Di heman demê de jî wê siyasetmedarên Tirk werin neçarkirina ku ji bo bicihkirina xwesteka gelên azadîxwaz a ku doza azadiya Rêber Apo dike.

Bêdengbûna CPT ji tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê çi wateyê bi taybet dema ku piştî erdheja ku li derdora Îmraliyê çêbû, CPT serdana Tirkiyê kir, lê derbasî Îmraliyê nebû, ev tê çi wateyê?

Gelek pirsyarî û xalên pirsnîşanê em di derbarê mekanîzma karê Saziya Pêşîgirtina Îşkenceya li ser Mirovan CPT de ji bo tecrîda li ser Rêber Apo dibînin. Ji ber ku ew jî dikeve bin bandora siyaseta dewleta Tirk a faşist û komplogeran. Di vê dema ku tê xwestin de ku pirsgirêkên siyasî bandorê li mekanîzma kar û erkê CPT newe kirin, lê hevkariya wê bi dewleta Tirk re tê misogerkirin. Wekî em dizanin Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye û destûra hevdîtina parêzer, malbat rêxistinên civakî nayê dayîn. CPT weke saziyeke eleqedar e bi kesên ku di bin îşkenceyê de ne tu agahiyan di derbarê rewşa Rêber Apo de eşkere nake. Di dema dawî de jî piştî ku erdhej li derdora Îmraliyê rûda, CPT derbasî Îmraliyê nebû, ev yek jî cihê pirsyariyê ye. Çima CPT di mijara tecrîdkirina Rêber Apo xwe bêdeng dike, herwiha serdana Îmraliyê nekir û di heman demê de daxuyaniyekê ji bo diyarikirina rewşa Rêbertî neda. Lewma em CPT weke sûcdareke bingehîn destnîşan dikin û bang dikin ku bila bi erkê xwe yê di warê diyarkirina rewşa Rêbertî de rabe.

Asta berxwedanî û vîna gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz niha çiqasî dikare bandorê li  sazî û rêxistinên ewrupî û cîhanî bike ku azadiya Rêber Apo pêk were?

Di roja îro de li ser asta cîhanê pêngaveke mezin ji bo azadiya Rêber Apo di qonaxa xwe ya duyem de didome, gelê kurd û yên cîhanê tev ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke bêhempa dikin. Li  Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  dewletên cîhanê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî bang tê kirin.  Gelên Bakur, Rojhilatê Sûriyê û şêweyê jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên wê, herwiha Netewa Demokratîk hetanî azadiya gelan ji ramanên Rêber Apo ne. Gelên cîhanê jî dozdarên azadiyê ne û tiştekî hevbeş di navbera ramanên wan û ramanên gelên Bakur, Rojhilatê Sûriyê de hene. Gelên cîhanê ji ber ku baş dizanin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo riya çareserkirina pirsgirêkên tevahiya gelên bindest e. Her wiha fikr û felsefeya Rêber Apo sembola azadiyê ye. Bingeha berxwedanî û vîna gelên ku tevlî pêngava azadiyê bûne ji fikir û felsefeya Rêber Apo werdigre. Lewma jî wê ev vîn û berxwedana gelê kurd û hemû gelên ku evîndarên azadiyê ne roleke pir mezin li raya giştî bikin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Baweriya me bi vê vîn û berxwedaniyê heye û azadiya Rêbertî tiştekî tekez e.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle