Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xeyala Hevdîtina R.Erdogan a Biden, beravê çû!

05/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Çar salin ku R.Erdogan li benda Biden bû, ji bo vexwendina Koşka Spî. Li goreyî saloxên dawî, ev hevdîtin pêknayê.

Min di gotara xwe ya hefteya derbasbûyî de gotibû, gelek nîşane hene ku dibe Biden, R.Erdogan ji rojeva xwe derxistibe û rê bide CHPê.

Yek ji van nîşanan jî ev e: Hema bêyî ku demê dirêj bike, daxwaza Serokê CHPê Ozgur Ozer pejirand û di 2.5.2024 de li hev rûniştin.

Di dema nivîsandina vê gotarê de, hîn daxwuyaniyên herdû aliyan jî nehatibûn weşandin. Belê mirov dikare li ser hinek şîroveyan û awir û  tevgerên wan, çend gotina bêje.

Heta niha R.Erdogan, ji bilî carekê li gel Baykal û Kiliçdaroglu, bi taybetî li gel CHP’ê û hinek partiyên dijberên xwe, ji hevdîtinên wisa re ne digot erê.

Bêgûman sedema bingehîn a nerazîbûna wî; ji ber ku heta niha di hemû hilbijartinan de serkeftîbû û ji bo bi giştî partiyên din ji xwe re hevseng/hevta nebîne û  ji bo biçûkxistina van partiyên dijberî xwe bû.

Lê vê carê di hilbijartinên xwecihî de derbeyek mezin xwar û daket asta partiya duda. CHP’ê bû partiya yekê, YR bû ya sisya, DEM PARTI bû partiya çara û hwd.

Bi vê şkestinxwarina hilbijartinên dawî re, radeya derûnî û coşa nava partiya R.Erdogan pir daket jêr. Jê veqetandin her roj zêdetir bû. Ji bo pêşiyê li vê bêmoraliyê û hilweşandinê bigre, zimanê axaftinên xwe guherî, hinek nermtir daxwiyanî da û bi kurtayî got “ez ê ji encamên hilbijartinan re rêzdar bim û hwd.” ! Her wiha her tim ji dijberiya gelê Kurd daneket jêr û gefxuriyên xwe dewam kir.

Pejirandin û pêkanîna hevdîtina li gel Ozgur Ozel, yek ji encamê wê hilwesta wî ya nuh a xwedêgiravî “nerim” bû.

Carên beriya niha ji bo hevdîdinê, K.Kiliçdaroglu li gel D.Bahçeli çûbûn seraya R.Erdogan. Lê vê carê O.Ozel neçû serayê, li navenda AKPê hevdîtin pêkanîn.

Tê gotin O.Ozel, ji rêza rûniştina niha jî ne razîbûna xwe diyar kiriye û R.Erdogan, ji bo vê şaşişa xwe sererast bike gotiye, “em ê vê carê, werin seredana we li navenda CHP’ê”!

Ji vê helwestê jî tê dîtin ku R.Erdogan li lawazbûna xwe mikur tê û êdî ji bo desthilatiya xwe ji dest bernede dikare serî li her cûrê helwestan(erênî(!)-neyînî) bide!

Li aliyê din di heman vê roja hevdîtinê de, Can ATAKLI(Flash TV), li ser gotarên nivîskar Abdulkadir Selvi hinek agahiyên balkêş dida.

Digot , “dibêjin wê di demek nêz de Osman KAVALA, hinek girtiyên din ên doza Gezi Parkê û hwd.gelek kes ew ê werin berdan”, “Her wiha hatiye gotin ku Abdullah Ocalan jî wê di roja 27’ê Gulana 2024’de, ji zîndana Imrali were derxistin, wê  derbasî ‘girtîgeha malê’ bibe”! Li Rojhilata Navîn, senaryoyek di asta konjoktura cîhanî de tê meşandin. Dewleta Tirk û Tevgera Gelê Kurdistanê berendamên aktoriyê ne, bê guman rolên wan ji hev cuda ne. Di vê senaryoyê de Tevgera Azadiyê aktorê Rêya Sisya ye, lê Dewleta Tirk û Îran wê aktorên kîjan rêyê bin pir ne aşkere ye. Hişyariya xurt divê!

Post Views: 77
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.