Rojnameya Ronahî

Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî û kiriyarên dijî rojnamevanan yên mayînde

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Di vê dema ku her sal Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî di 3’ê Gulanê de tê pîrozkirin, kriyarên kuştin, revandin û hwd… li ser rojnamevaniyê û dijberî  dengê rastiyê bi riya desthilatdariyê tê domandin nimûna  vê yekê dewleta Tirk û kiriyarên wê li ser rojnamevanên kurd.

Dîroka Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî

Di 3’ê Gulanê de cîhan bi giştî roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî pîroz dike. Sedema navlêkirin û destnîşankirina dîroka vê rojê vedgere roja 3’ê Gulana sala 1991’ê ya ku tê de Kongreya UNESCO a li Wendhokê hat lidarxistin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wîndhok; paytexta komara Nambiyayê ye û ji ber ku di wê demê de sembola azadiya rojnamegeriyê bû, kongreya pêşîn ji bo bi cihkirina perensîbên azadiya rojnemegeriyê hat lidarxistin. Di kongreya yekem de ji bo pîrozkirina prensîbên bingehîn ên azadiya rojnamegeriyê, nirxandina rewşa azadiya wê li ser asta cîhanê û parastina medyayên cihêreng ji êrişên li ser serxwebûna wê hatin parvekirin. Di heman demê de rojnamegerên ku di nav kar û xebata rojane ya rojnamegeriyê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin bibîrxistin. Di wê rojê de jî peymanên di warê azadiya rojnemegeriyê de jî hatin îmzekirin. Êdî her sal weke vê rojê li welatekî taybet kongreya UNESCO ya Rojnamegeriyê tê lidarxistin. UNESCO û Hikûmeta Chîlî kongreya salane ya Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî îsal pêşwazî dikin. Dê kongre jî li Santiyago  li paytexta Chîlî de were lidarxistin û wê li ser girîngiya rojnamevaniyê û azadiya derbirînê di çarçoveya krîza hawirdorê ya cîhanî ya niha de. Herwiha li ser asta cîhanê tevî jî ahengên cuda bi vê boneyê tên lidarxistin.Êrişên li ser rojnamevanan û dîlgirtina dengê rastiyê

Bêguman rojnamegerî û rojnamevan amûrên bingehîn yên derbirîn û diyarkirina rastiyê ne. Li her welatekî û di nava her civakekê de, rojnamegerî weke zimanê raghandina wan buyer û pirsgirêkên heyî ye. Dema ku rojnamegerî diaxive wê helbet bi awayekî rasteqîner biaxive û tiştan ragihîne. Di gelek rewşan de tiştên ku radgihîne jî ne li gor hesabên qatên serdest yên ku serweriya civakê kirine, tê. Lewma jî rojnamevan û rojnamegerî tên hedefgirtin. Hedefgirtina rojnamegeran tenê bi kuştin, desteserkirin û revandinê re sînordar namîne lê belê ser torên medyaya civakî û înternetê hejmara kesên  ku hesabên wan tên heqkirin û dikevin ber cureyên sextekarî û derewan de jî. Di heman demê de tehdîda girtinê û îftirayê ku li ser înternetê li dijî wan tundî û çewsandinê tê kirin. Li gor çavkaniya UNESCO ji destpêka sala 1993’an ve heya roja îro li ser asta cîhanê zêdeyî hezar û 600 rojnameger bi rê û rêbazên cuda hatine kuştin. Li Rojava bi dirêjahiya pêşveşûna şoreşa 19’ê Tîrmehê bi 10’an rojnamevanên kurd bi rengên cuda ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê, hikumeta Şamê, çeteyên DAIŞ’ê, hatine şehîdxistin, weke Îsam Ebdella, Dilîşan Îbîş, Rizgar Denîz. Bê sedem û hwd. ji hedefgirtina van rojnamevanan ku bi hovane  hatin şehîd xistin, ji bo ku berxwedana ku li Rojava diqewime were bêdengkirin. Herwiha di çarçoveyeke din de ji bo çewisandina dengê gelê kurd, berî zêdetirî 6 mehan PDK rojnamevan Silêman Ehmed ku di ROJNEWS de kar dikir, revandiye û heta roja îro jî çarenûsa wî ne diyar e. Di salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ya îsal de jî polîsên belcîkî  êrişî navenda Stêrk TV û Medya Heber TV kirin. Berî wê bi çend rojan jî dewleta Tirk a faşist bêsedem 7 rojnemevan hatin bin çavkirin 4 jiwan berdan û 3’ên din wekî bi 10’ên rojnamevanên ku di zindanên Tirkiyê de ne, dîlgirtî man. Li ser asta cîhanê di van mehên dawîn girtin û kuştina rojnamevanan  pir bû, lê yên herî balkêş rojnamevanên Xezayê bûn. Zêdetirî 130 rojnamevan li Xezayê di şerê navbera Hemas û Îsrayîlê de hatin kuştin û zêdetirî 16 rojnamevan birîndar bûn, û zêdetirî 25 rojnamevan jî hatin girtin û zêdeyî 4 rojnameger winda ne. Tevî ku zagon û biryar ji bo azadiya rojnamegeriyê, herwiha parastina wan hatine destnîşankirin kiryarên ku di derheqê rojnamevanan de tê kirin bêserûber in, nexasim kiyarên dewleta Tirk li ser rojnemevanên kurd, lê dîsa ev kiyar û bêdengiya dewletên cîhanî bi hev re berdewam in. Di heman demê de tevî ku bi dehan rojnamevan li ser asta cîhanê ji azadiya xwe bêpar in, dîsa  hersal di roja  3 Gulanê bi boneya Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî ahengên cuda tên lidarxisitin.