Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkanîna Hilbijartinan bersiva  tevahiya polîtîketyên dijmin e

01/05/2024
in Uncategorized
A A
Pêkanîna Hilbijartinan bersiva  tevahiya polîtîketyên dijmin e
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba 

Di 30’ê Nîsanê de pêşhilbijartinên giştî li herêma Şehbayê hatin pêk anîn. hilbijartin bi tevlîbûneke mezin ji girseya gel hatin lidar xistin. Tavahî pêkhateyên herêmê bi îradeyeke xurt berê xwe dan sandoqên hilbijartinan.

Di 30 ê Nîsanê de Hilbijartinên Şeredariyan yên pêşwext li herêma Şehbayê bi tevlîbûneke mezin ji girseya gel bi hemû pêkhateyên xwe hat lidar xistin û hilbijartin li hemû navçeyên herêmê hatin pêk anîn.

Navçeyên ku pêşhilbijartin lê pêk hatin wiha ne: Navçeya Şêrewa, navçeya Tel Rifat, navçeya Ehrezê li gundê Tel Qirehê û Ehrezê . Navçeya Ehdas Kampa Serdem û Maratê, navenda navçeya Ehdas,  navçeya Fafînê li  Halîse, Fafîn û Kampa Berxwedanê,

Sandoqên  hilbijartinan Ji saat 9 heya 5 dewam kirin.

Ev pêşhilbijartin bi tevlîbûna namzetên  jin yên ku di 27’ê Nîsanê de hatine derketin, her wiha bi 42 namzetên PYD’ê yên giştî hatin pêk anîn.

Encamnameya pêşhilbijartinan di 1’ê Gulanê de bi daxuyaniyekê hate ragihanidin û navên namzetên ku hatine derketin wiha ne:

Bajaroka şêrewa: Esûm Hemedî – Henîf Sîdo

Bajaroka Til Rifet: FatmA Ibrahîm – Reşîd Fatko

Bajaroka Ehrez :  Îman Toko – Faroq Sîdo

Bajaroka Ehdas: Rozelîn Koşen – Hisîn Ebdo Sîdo

Bajaroka Fêfîn: Gelewîş Silêmen – Mehmûd reşîd

Girîdayî hilbijartinên giştî yên ku li ser asta navçeyên herêmê hatine lidar xistin. Endamên komîteya hilbijartinan yê Navçeya Fafînê Hûrî Wqas û endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Loqman Jaro ji rojnameya me re axivîn.

Hûrî  Weqas da zanîn ku hilbijartin bi tevlîbûneke mezin hatin pêk anîn û wiha got: “Di giştî navçeyên ku sandîkeyên dengdayînê hatine danîn, hejmareke gelek mezin ji girseya gel berê xwe dan wan hilbijartinan. Ji saetên sibê heyanî danê êvarê hilbijartin hatin domandin. tavahî pêkhateyên li herêmê bi coşeke mezin tevlî hilbijartinan bûn. Ev yek jî weke gaveke serkeftî hate dîtin. Her wiha hemû sandîk di êvarê de hatin veikirin da ku encamnameya hilbijartinan ji gel re bê eşkerekirin.”

`Îradeya gel bersîva herî tund li hember têkbirina polîtîkeyên dijmin e`

Di heman çarçoveyê de Luqman Jaro destnîşan kir ku di herêma Şehbayê de avêtina vê gavê tê wateya têkbirina polîtîkeytên dijmin û serketina îrdeya gel û wiha got: “Modêla hilbijartinên şeredariyan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gavekî nû ber bi serkeftinên mezin ve ye. Bi taybet di herêma Şehbayê de lidarxistina hilbijartinên gel xwedî wate û girîngiyeke cuda ye. Herêma ku her tim rastî êrîşên dagirkerkiya Tirkiyê û ambargoya Hikumeta Şemê tê, di roja îro de îradeya gel li ser esasê demokrasî û pêkanîna pirojeya Rêvebeeriya Xweser tê derketin. Ji lewra ev bersîva herî tund ji têkbirina hemû siyasetên ku dixwazin îradeya gelê ku ji 6 salan ve li ber xwe dide ye. avêtin û serkeftina van hilbijartinan tê wateya têkbirina tavahî polîtîkeyên dijim.”

Luqman  da xuyakirin  ku hilbijartin deriyê ku derbasî fermiyetbûyînê ye û wiha domand: “Hilbijartinên ku tên lidarxistin ne gavekî ji rêzî ye. Ev hilbijartin di aliyê veguhartin û bandorên siyasî de xwedî misyone. Hilbijartin yel ji gavên serkeftina Pirojeya Rêveberiya Xweser e û deriyê ku em derbasî fermiyetê di aliyên siyasî û diplomasî bibin e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.