Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema ku rewşenbîr dibe hevkarê bişaftina çandî

01/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Dema ku nasnameya nîjadî yan a netewî ya dahênan û berhemên wêjeyî tê gotin, berî her tiştî zimanê wê nivîsê û berhemê tê bîra mirov.

Her çiqas ev mijar hîna bi kêşe û arîşe ye û pir nivîskarên kurd ên ku bi zimanên netewên serdest dinivîsin li ber xwe didin ku berhemên xwe weke berhemên Kurdî bidin nîşandan, lê ya ku heme bêje gotûbêj û pirs û guman li ser nemaye ew ku nasnameya deq û nivîs û berheman ew zimanê ku pê hatiye nivîsîn e. Ji bilî wilo her çiqas naverok û mijara nivîsê û berhemê kurdî be yan nivîskarê wê Kurd be jî, lê bi zimanekî din hatiye nivîsîn ew dikeve rêza berhemê bi wî zimanî û yên wê nîjad û netewê.

Ev boçûn ji nirx û rêza wan nivîskaran kêm nake, lê berhemên wan jî nake berhemên Kurdî.

Di pêvajoyên dîroka dûr û nêzîk de civaka Kurd her rastî qedexe û çewisandina çand û ziman hatiye. Mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zaimanê dayikê hatiye birîn û civaka Kurd her neçar maye ku bi zimanê serdestan ango bi zimanên Tirkî, Erebî û Farisî perwerde bibe û girêdayî wê jî fêrî çand û wêje û dîroka serdestan bibe. Di rewşeke wiha de derfetên nivîskar û rewşenbîr û dahênerên Kurd tunebû ku bi zimanê xwe yê dayikê binivîse, eger nivîsîba jî derfeta wî ya çapkirin û belavkirinê tune bû, ji ber ku qedexe bû. Lewma pir nivîskaran ên ku li dibistan û zanîngehên serdestan xwendine dest avêtin nivîsîna bi zimanên serdestan. Ji nava Kurdan çi bi zimanê Erebî û çi bi yê Tirkî û Farisî nivîskarên bi nav û deng derketin û gelek berhemên bilind bi wan zimanan afirandin û bûne malê pirtûkxaneya wan nîjad û netewan. Rewşeke wiha heta demekê mirov dikare berpêkan bidiyê û rewa bike, lê navê wê yê din bê guman bişaftin e, ango ew kesên ku bi wan zimanan dinivîsin, nivîskarên hêja û bilind in, lê nivîskarên ku ketine ber pêla bişaftinê û pêwîste ew jî vê rastiya xwe bibînin û bi mixabinî bipejirînin.

Li Rojavayê Kurdistanê, her çiqas zimanê Kurdî qedexekirî bû û derfetên nivîs û weşanê tune bûn jî, lê nifşekî rewşenbîran di gel hemû astengiyan û hewlên bişaftin û çewisandinê, her berê xwe dane zimanê Kurdî. Wan nivîskaran guh nedan ka wê kî nivîsên wan bixwîne, yan navê wan dê her bimîne winda. Ev rewş niha jî heme bêje wiha ye.

Serê deh salan e, ew rewşa qedexe û çewisandina li ser ziman û çanda kurdî nemaya, derfeta hemû nivîskar û rewşenbîran çêbûye ku xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî fêr bibin, ên ku berê jî ziman dizanin êdî dikarin nivîsîna bi zimanê serdestan berdin û bi zimanê xwe binivîsin.

Ev boçûn ne tenê wilo daxwazek yan lavayeke, ev helwesteke têkoşîna li dijî bişaftinê ye, helwesta lixwevegerê ye. Eger wilo nebe nexwe ew nivîskar dipejirîne ku bibe alav û navgîna bişaftinê.

Berî demekê li gundekî kurdan ku xelkên wê Erebî nizanin, komek rewşenbîran li ser navê wî gundê belengaz mihricaneke helbestê lidar xistin, ji 13 helbestvanên Kurd 12`an helbestên xwe bi zimanê Erebî xwendin. Gelo eger ev ne pejirandin û hevkariya bişaftinê be mirov dikare çi navî lê bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.