Rojnameya Ronahî

‘Armanca me damezirandina Fakulteya Kurdolojî û xurtkirina peyweniyên kurdî-elmanî ye’

Hemza Sêvo/Qamişlo

Serokê Korbenda Elmanî-Kurdî Yûnis Bhram da zanîn ku korbend li ser bingehê xurtkirina têkiliyan û danûstandinên civakî, çandî û hwd yên elmanî-kurdî xebatê dide meşandin. Her wiha Bhram diyar kir ku armanca sereke avakirina fakulteya Kurdoljiyê ye ku xwendekar û mamosteyên kurd li derveyî welat sûd werbigirin.

Korbenda Elmanî-Kurdî saziyeke civakî, çandî, siyesî ye ku li Elmaniyayê kar dide meşandin, di vê derbarê de jî serokê korbendê Yûnis Bhram besiva pirsên rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê wiha bû:

Korbenda Elmanî-Kurdî çi sazî ye, kengî hate avakirin û armanc jê çi ye?

Korbenda Elmanî-Kurdî saziyeke li ser bingehê danûstandinên civakî, çandî, siyasî û hwd… di navbera kurd û elmanan de hate avakirin û ev sazî saziyeke serbixwe û bêalî ye. Korbenda Elmanî-Kurdî di sala 2017’an de hate avakirin, sedema ku navê netewa elmanî li pêşiya navê netewa kurdî ye, ew e ku korbend karibe bandorekê li Elmaniya çêbike. Bi mebesta din jî ji bo ku elman alîkar bin ji bo kurdan. Ji ber kurd bi sedema siyaseta dewleta Tirk navê terorê li wan hatibû kirin Her wiha di wê demê de siyaseta kurdî û rewşa kurdan hate guhertin, ji ber ku partiyên kurdî li ser asta cîhanê xeta sor ji ber navê terorê li ber navê wan bû. Lewma jî hat xwestin ku em vê yekê bi riya diyalog û danûstanên Elmanî- Kurdî navê terorê were rakirin. Pirsa diyaloga kurdî-elmanî jî gelekî girîng e, armanc jê ew bû ku em dîwarê nezanîn û navê terora ku li me hatiye kirin, bişkînin û bi rehetî dakevin nav wê civakê. Bi dirêjahiya vê dema derbas bû jî gav ji bo vê yekê hatin avêtin û pêşketinek pêkhat. Di heman demê de jî danûstandinên kurdî-elmanî li ser asta diplomasî, çandî, mijarên girêdayî aboriya Rojava û herêmên elmanî hatin kirin.

Korbenda Elmanî-Kurdî, heta niha çi kar û xebat di warê ziman, çanda kurdî û hwd… de çi gav pêkanîne?

Yek ji xebatên me yên  vê dawiyê ku ev bûye salek li ser tê karkirin, pirsa Kurdolojî û zimanê kurdî ye. Di nav vê xebatê de me çar xal dan pêşiya xwe, yek jê xala ziman e û ne tenê zimanê kurdî dihewîne, lê belê di nav de, huner, mûzîk û çanda kurdî heye. Xala 2’an jî xebata girêdayî dîroka kurd û Kurdistanê ye. Xala 3’an jî di derbarê felsefeya civaknasiya Kurdistanî de ye. Her wiha xala çaran girêdayî zerdeştiyetê de ye, ev xal weke ol anjî felsefeyek kurdî ye, di heman demê de ji Zerdeşt û beriya wî, heta niha ol û baweriyên li Kurdistanê cihê xwe di nav vê xalê de digirin. Ev xal, sitûnên bingehîn in di kar û xebata me de ya ku hewldana vekirina fakulteya Kurdolojî dike. Belê di nav kar û xebata Korbenda Elmanî-Kurdî de yek ji armancên me û xebata me avakirina fakulteya Kurdolojî ye. Ev kar û xebata han ango fakulteya Kurdolojî, bi hevkarî û pêwendiyên di navbera me û Zanîngeha Dirêsin de tê kirin. Li aliyekî din jî xebateke bi nirx li ser asta Kurdistanê hat kirin, ew jî Xelata Mîr Celadet Bedirxan a zimanê kurdî bû. Ev xelat di sala 2023’an de hat çêkirin û Zerdeşt Haco wergirt. Xelata Celadet Bedirxan di Elmaniyayê û Ewrpayê de dengvedanek çêkir û nêrîna civaka wir li ser kurdan û çanda kurdî hat guhertin. Me xwest ku ji civaka ewripî re bi riya vê xelatê bidin xuyakirin ku xelatên kurdî jî weke xelatên cîhanê yên nobel û hwd… hene, nirx û qelenê wê nekêmî van xelatên cîhanî ye.

Wê çiqasî gelê kurd yên li Elmaniyayê sûd ji vê xebatê bikin û di dema pêş de wê çi were kirin?

Girîngî û ramana avakirina zanîngeh ango fakulteya Kordolojî di encama danûstandinên kurdî-elmanî hat encamdan. Herwiha me dît ku di dema heyî de bi sedan xwendekar û mamosteyên kurd li elmaniya hene ku hene waneyan bi bawernameyên erebî, tirkî û hwd didin, lê bawernameya wan ya kurdî tune ye. Lê fakulteya Kordolojiyê derfetê ji bo wan vedike ku bawernameyên kurdî piştî çêkirina ezmûnan bigirin. Ev bawername jî ne kêmî bawernameyên zanîngehên elmanî be. Di heman demê fakulteya Kordolojî derfetê dide xwendekarên zanîngehên Kurdistanê ku cihê xwe tê de li gorî şert û mercên cuda bigirin. Herwiha ezmûnên xwe pêşkêş bikin û ger di wan ezmûnan de bi ser ketin wê bawernameyên xwe werbigirin. Lewma êdî pêwîst nake ku xwendekarên me herin li zanîngehên din bixwînin. Tişta balkêş ew e ku gelek kesên navdar hene ku di meclisa rêveberina fakulteya Kurdolojî de cih digirin. Weke serok wezîrê Zaksin yê berê, balyozê Ewripayê yê Netewên Yekbûyî, serokê Zanîngeha Dirêstin, serokê Şaredariya Henover, seroka parlemanter ya wîlayeta Nîdazaksinê, nêzî 5 pirofîsorên elmanî û 3 pirofîsorên kurd û hwd…