Rojnameya Ronahî

Xwerêveberî

Rohat Bulut

Ji bo civakê xwe rêvebirin û bi her awayî xwerêvebirin jiyanî ye. Heke civak xwe bi hebûn û nirxên xwe, bi heyîn û armancên pêşeroja xwe, bi hişmendiyeke azad û hizirîna pêşerojek bi nirx rêve nebe dê ji helîn û tunebûnê rizgar nebe. Di bingeha xwe de rêveberiya xwecihî tê wateya xwerêveberiya kolanekê, taxekê, bajarekî, civakekê, yanî bi kurtasî afirandina çanda rêveberiya civakî. Jixwe heke civakeke ku nikaribe xwe bi xwe rêve bibe dê ji aliyê serdest û desthilatan ve bê rêvebirin. Di rewşeke wiha de jî dê ew civak nikaribe bi nirxên xwe hebûna xwe biparêze. Lê belê divê rêveberiyên herêmî wekhevîxwaz û demokratîk bin. Naxwe dê bi qasî serdestan zirarê bidin civak û nirxên gelê xwe.

Di vir de rista gel jî girîng û diyarker e. Divê gel di pêvajoyên biryargirtinê de xwedî gotin be û di pêkanînê de jî bibe çavdêr. Tenê bijartina rêveberiyekê têrê nake. Divê derfeta wî/wê hebe ku biryarên ku bi wan re napejirîne an jê hez nake biguhezîne. Ji ber vê yekê bihêzkirin û demokratîkkirina rêveberiyê di asta herêmî de ji bo welatê me pirsgirêkek sereke ye. Ji bo vê erk û pêywirê û her wiha rêvebirin û xwerêveberiyê hişmendiyeke têgihiştî û xwebaweriyeke xurt hebe.

Di heman demê de beşdarbûna xwerêveberiyên herêmî tê wateya xizmeta ji holê rakirina newekheviyên civakî. Temînat ne partî û siyasetmedar û rêveberên xwedî niyeta baş e, bi beşdariya rasterast a gel di rêveberiyê de ye. Lewma jî ji bilî dengdana di hilbijartinan de, divê gel bi berdewamî çavdêriyê bike û dema pêwîst be mafê bibîrxistinê bikar bîne. Bi kurtasî, demokrasiya rasterast hêmanek bingehîn a pêvajoyên biryargirtinê ye. Heke xwedî derketin û parastina demokrasiya rasterast pêş nekeve û bi rêk û pêk neyê meşendin, zehmete ku mirov behsa rêveberiyê herêmî yên demokratîk bike. Li cihekî nebûna demokrasiyê di bingeha xwe de nebûna maf û wekheviyan e.

Xwerêvebirin erk û berpirsyariya her kesî ye. Her mirov divê xwedî mafê xwerêvebirinê be. Kedkar, jin, ciwan, feqîr û hemû kesên ji derve hatine ku di nava sazî û dezgehên siyasî de nikarin xwe îfade bikin û ne tenê ji ber sedemên aborî, di asta çandî û exlaqî de jî ji aliyê rejîm û pergalên heyî ve bêzar bûne, divê beşdarî rêveberiyê bibin. Divê her welatiyek xwedî derfet be ku bi têkoşîna xwe çareseriyên ku li pêşberî jiyanê hildiberîne biceribîne û pêş bixe.

Her mirovê ku bi qasî ji  xwe berpirsyar e, di heman demê de ji malbat, heval, cîran, civak û netewa xwe jî berpirsyar e. Bi vê bîr û baweriyê, bi vê hiş û hişmendiyê xwe tevlîkirina nav xwerêveberiya demokratîk dê bi xwe re şert û mercên azad û wekhev jî biafirîn e. Her ferdê civakê li texma xwe wekhevî û demokrasiyê biparêze, wekhev û demokrat be, bi berpirsyariya erk û pêywira xwe rabe dê tu hêzên serdest nikarebe zirarekê bide wê civakê. Bi taybetî ji bo me gelê kurd bi vê hişmendiyê tevgerîn û dê rê li ber gelek felaketên mezin bigire. Heke em bi hişmendiyeke neteweyî li xwe û hebûna xwe xwedî dernekevin, nikaribin xwe bi rê ve bibin dê serdest û zordar bi dewlet û rejîmên xwe li gorî dilê xwe me bi rê ve bibin. Wê demê emê nikaribin behsa exlaq, çand, ziman û  nirxên neteweyî û mirovî bikin.