Rojnameya Ronahî

1’ê Gulan

Farûk Sakik

1’ê Gulanê dîrokek xwe heye. Em jî ji sala 1889’an dest pê bikin. Di sala 1889’an de, li Parîsê civîna Enternasyonal ya duyemîn hat lidarxistin. Di vê civînê de jî, roja 1’ê Gulanê weke Roja Karkerên Cîhanê hat îlankirin. Ji wê rojê vir ve, karekên cîhanê bi têkoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cih digrin. Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, “Karkerên cîhanê bibin yek.”

1’ê Gulanê li Tirkiyê yekem car di navbera salên 1908’an û 1912’an de hat pîrozkirin.

Di sala 1925’an de, li Tirkiyê qanûnek hat derxistin ku pîrozbahiyan qedexe kir û 1’ê Gulanê weke “Cejna Bihar û Çîçekan” îlan kir. 1’ê Gulanê piştî bêdengiyeke 43 salan dest pê kir ji sala 1968’an  vir ve li Tirkiyê bi rengên cuda cuda hat pîrozkirin. Lê desthilatdar li dijî vê yekê bûn.

Mînak: Li bajarê Mûşê (bajarê ez hatime dine.) di 1’ê Gulanê de cejnek Tirkan a taybet hebû. Ew roj dihat pîrozkirin. Ji bo ku rastî roja karkeran dihat, ev dîroka cejna taybet anîn 30’yê Nîsanê.

Li Tirkiyê di 31’ê Adara 1975’an de dibin serokwezîrtiya Suleyman Demîrel de “Hikûmeta Eniya Nijadperest” hatibû avakirin. Ev hikûmet li dijî mixalifan, kurdan û çepgiran roj bi roj bi derxistina hin qanûnan û li kolanan jî bi êriş û kûştina, terorek dijwar dida meşandin.

Li hemberî vê yekê mixalif û şoreger jî bi rêxistin dibûn. Ev rêxistinbûn û têkoşîna wan di pîrozbahiyên 1’ê Gulana 1976’an de derket asta herî bilind. Di sala 1976’an de li Stenbolê bi tevlîbûna 400 hezar kesî 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Bi taybet 1’ê Gulana 1977’an ku bi komkujiyeke mezin bi dawî bûbû, bi pîrozbahiya bi heybet û bi komkujiya xwe mohra xwe li dîrokê dabû. Di sala 1977’an de, 500 hezar kesên ku tevlî merasîmeke li meydana Taksimê bûbûn. Bi nêzikbûna vê rojê hêzên desthilatdar ketibûn nav hewldanan. Ji bo komkûjiyek ji bo roja reş amadekarî dikirin. Ew roj bi ber qada Taksîm meşa wan destpêkiribû. Dema ku gihîştin qadê, komkujiyê wan pêşwazî kir. Encama gulebarankirin û êrişan, nêzikî 10 deqîqe dewam kir. 28 kes di encama pelçiqandinê û fetisandinê,5 kes bi darbeya gulan, kesek di bin Panzerê de bi giştî 34 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi giştî 126 kes birîndarbûn.

Di wan salan de koma Apociyan jî di nav çepgiran de birêxistin dibûn. Dema ku di 27’ê Mijdara 1978’an de partî avakirin, me di nav partiyê de peyva ‘karker’ dît. Navê partiya wan wek ‘Partiya Karkerên Kurdistanê’ hat îlankirin. Ev kom jî her sal di 1’ê Gulanê de bi çalakyên cûr be cûr li qadan bûn. Ev roj wek rojek têkoşîna li dijî zilimkara dihat pîroz kirin. Tevgera Azadiyê, çawa Newroz guhertibû roja serhildan û têkoşînê, ev roj jî êdî bi wateya roja têkoşînê dihat pîrozkirin.

Di salên 90’î ve êdî Kurdên polîtîk bûbûn û siyaseta demokratîk, gel ber bi qadên pîrozbahiyan ve bi rê dixistin.

Bi taybet li Ewrûpayê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de de dîsa profîla li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşîna modernîteya demokratîkderdiket pêş. Di salên destpêkê de herkes ji aliyê xwe de bi serê xwe 1’ê Gulanê dadiketin qadan, lê di van salên dawî de rihek efsûn, ew anîn cem hev.  Bi taybet piştî berxwedana Kobanê. Êdî 1’ê Gulan gihîşt wateya xwe ya dîrokî ya digotin ‘hemû karkerên cîhanê bibin yek.’