Rojnameya Ronahî

Cîhana Rojava hevkarê sûcên faşîzma Tirk e

Zekî Bedran

Hefteya borî li Başûr tesîsên gazê yên Kormorê ji aliyê dronan ve hat armancgirtin û çar xebatkaran jiyana xwe ji dest da. Ev tesîs beriya niha jî rastî êrişê hatibû. Tu hêzê êrişa dawî negirt ser xwe. Lê ji ber ev tesîs li herêma di bin venêrîna YNK’ê de ye, bal çû ser Tirkiyê. Ev demek dirêj e rayedarên Tirk gefan li YNK’ê dixwin û herêm xistine bi dorpêçê de. Piştî êrişê bertekên destpêkê erênî bûn. DYE, welatên Ewropayê û beşek girîng ê dewletên Ereb êriş şermezar kirin.

Eger dewleta Tirk bi awayekî vekirî êriş girtiba ser xwe, bertekên di vê astê de nedihatin nîşandan. Hîna beriya çend rojan SIHA’yên Tirkiyê pêşmergeyek qetil kiribûn. Beriya wê jî gundiyek bi heman şêweyî rastê êrişê hatibû. Ev bi salane dewleta Tirk bi gotina ‘Ez li dijî PKK’ê û terorê tê dikoşim” axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Gelek gund hatin valakirin, bandora wê ya li ser ekolojiyê jî di asta karesatan de ye. Agirên berdewamî û qirkirina daristanan bûye bûyerek ji rêzê. Lê DYE û welatên Ewropayê ji Tirkiyê re negotine tu çi dikî. Carekî jî şermezar nekirine.

Ev bêdengî û piştgiriya DYE yê û endamên NATO’yê ya ji faşîzma Tirk re dibe sedemê dirêjbûna şer û çaresernebûna pirsgirêka Kurd. Li Iraqê bi dehan baregehên leşkerî çêkirine. Tirkiye vana bes nabîne. Berfirehkirina qadên dagirkirî û zêdekirina baregehên leşkerî zêde dike. Di bin navê ewlekirina sînorên xwe de serweriya welatekî din binpê dike. Dikare qasî bixwaze ewlehiya sînorên xwe çêbike, lê nikare welatekî din dagir bike û bixe bin venerîna xwe. Bi saya bêdengî û piştgiriya NY, DYE û Ewropayê Tirkiyê bi dilê xwe nêzî herêmê dibe. Iraq û Sûriyê bêistixrar dike û li herêmê ji bo şer û pevçûnan rê vedike.

Ev sed sale dewleta Tirk dijminahiya Kurdan dike. Vê bi tena serê xwe û hêza xwe nake. Taybet jî piştî Tirkiye bû endamê NATO’yê, bi saya ji Rojava digire şerê xwe didomîne. Di destê wî de duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê heye. Ev artêş bi dehan sale tenê û tenê li dijî Kurdan şer dike. Hêza mezin a hewayî ya di destê Tirkiyê de tenê ji bo Kurdan mirin û karesatê dibarîne. Eger DYE û Ewropa rêxistinên Kurdan terorîst îlan neke û piştgiriyê nede vî şerî, niha ji mêj ve pirsgirêka Kurdan çareser bibû. Rayedarên Tirk heta dawî vê derewa terorîzmê xirab bikar anîn. Tevahî komkujî, dagirkerî û sûcên xwe bi têkoşîna li dijî terorê îzah dike!

Artêşa Tirk piştî ku Efrîn dagir kir qirkirina nîjadî pêk anî. Sûcên şer pêk anî û hîn jî didomîne. Hinek saziyên NY û DYE yê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirin dikin rapor. Ev rapor derdikevin ser ragihandinê. Ma ev dagirkerî û sûdên dewleta Tirk asteng dikin? Na. Ji ber ku dewletên têkildar ji bo astengkirina van sûcan tu gavan navêjin. Tu cezayan li Tirkiyê nabirin. Piştî dagirkirina Serêkaniyê Kanada û welatên Ewropayê ragihandin ku wê firotina çekan ji bo Tirkiyê qedexe bikin. Ev jî tam nehatin pêkanîn. Kesekî venêrîn nekir. Lê di pêvajoya endamtiya Îsveçê ji bo NATO’yê, Tirkiyê li DYE yê û Ewropayê ferz kir, wan jî tevahiya qedexeyan rakirin. Fatûreya van bazarên qirêj dîsa li Kurdan hat birîn.

Niha ev dewlet êrişa li ser Kormorê şermezar dikin. Divê şermezar jî bikin. Lê dema êrişên berfirehtir û wêrankertir li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat çima heman bertek û şermezarkirin çênebûn? Ma gelê Kurd vana lêpirsîn nake? Heman demê de dibistana hêzên narkotîkê yên girêdayî Hêzên Ewlekariyê hat bombekirin û nêzî 30 mirov hatin qetilkirin. Êrişê çapxaneyê kirin û komek karker hatin qetilkirin. Qadên jiyan û hilberîna gel rastî êrişan hat. Beriya êrişê jî dewleta Tirk gotibû ku wê lêxe. Piştî ku lêxist jî bi serbilindî girt ser xwe. Cihê ku rastî êrişan hatin tesîsên gazê, petrolê û elektirîkê bûn. DYE û hêzên din ên koalîsyonê jî li herêmê bûn. Dizanibûn ku bi salane ev tesîs pêwîstiyên gel pêşwazî dikin. Li gel vê jî kesî deng li hemberî êrişên Tirkiyê dernexist, tu bertek nîşan nedan û şermezar nekirin.

Bêguman ev helwestên wan faşîstên Tirk şaqizî dikin. Sûckirina li hemberî Kurdan hêsan dike û wan bi cesaret dike. Tirkiyê çareserî û lihevkirina li Sûriyê asteng kiriye. Pêvajo kilît kiriye. Kurdan ji axa wan derdixe û dibêje ezê herêmê bixim bin venêrîna xwe. Bi dehhezaran çeteyên ku berhevkiriye ji bo vê di destê xwe de digire û bêistixrarkirina herêmê didomîne. Ev derfetên ku NATO û DYE pêşkêşî Tirkiyê dike, piştgiriya wan a ji bo zordarî û sûcên Tirkiyê, rê ji komkujî û bêistixrariyên nû re vedike. Ji ber wê jî em dibêjin ew hevkarên sûc û komkujiyên Tirkiyê ne.