Rojnameya Ronahî

Dersînorkirina penaberên Sûriyê  binpêkirina mafên mirovan e

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê  zêdetirî 14 milyon mirov neçar man ku malên xwe berdin û li welatên cîran zêdetirî 12 salan niştecih bûn, lê ji ber aloziyên navxweyî yê hin dewletan dersînorkirina penaberên Sûriyeyê bi darê zorê tê kirin.

Ji ber rewşa şer ya li Sûriyeyê ku sala 2011`an detspê kir û bi sedema pêvçûnên domdar û destwerdanên derve ku aloziya Sûriyeyê xurtir kir,û ji ber şert û mercên aborî yên zehmet û nebûna ewlehiya welatiyên Sûriye yê neçarî koçberiyê  li dewletên cîran bûn, penaberên Sûriyeyî êşên pir mezin kişandin ji binpêkirin û kiryarên ku li ser wan  hate kirin. Bi awayekî ne qanûnî bi hezaran penaber vegerandin Sûriyê.

Rewşa penaberan li Tirkiye

Bi rûdana şoreşa Sûriyê dewleta Tirkiye yê vegûhurî ciheke bi ewle ji bo kesên ku ji Sûriyeyê derketin di encama şer de, bi derbasbûna salan hejmarên penaberan li Tirkiyeyê mezin bû bêkarî belav bû hemwelatiyên Tirkiyeyê êdî acizbûnê xwe anî ziman û xîtaba nefretê li penaberan kirin, asta rewşa aborî daket nemaze piştî erdheja wêranker ku sala 2023`an li Tirkiye yê çêbû di encama wê de binesaziya herêman hat hilweşandin û rewşa penaberan li gel wê aloziya aborî li Tirkiyeyê xerabtir bû ev sedem hişt ku li Tirkiye yê nijadperestî li dijî penaberên Sûriyeyê zêdekirin.

Li Tirkiyeyê zêdetirî 3 milyon penaberên Sûriyê dijîn. Dewleta Tirk pilan kir ku 200 hezar penaberên Sûriyê vegeriyanê Bakur û Rojhilatê Sûriye, di sala 2024`an bi rêya tevliheviyê di tedbîrên hikumî de çêbike da ku şert û mercên jiyanê dijwartir bike, kireyên xaniyan buha dike û hemleyên tengavkirina Sûriyeyan ji hêla gel zêde kir da ku wan neçarî vegerê bikin.

Desthilatên Tirkiyê bi hezaran welatiyên Sûriyê dersînor dikin yan zextê li wan dikin ku ew Tirki yê biterîkînin her wiha ji hêla hemwelatiyên Tirkiyeyê jî gelek binpêkirin li dijî penaberên Sûriyeyê tê kirin çi di rêya gotinên nijadperest û cudaxwaz, an jî îstismarkirina, hemwelatiyên Tirkiyê gelek êrîşên lêdan û kuştinê li dijî penaberên Sûriyê dikin bê ku hesab bê xwestin.

Li gorî bîlançoya nû hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê 3 milyon û 120 hezar û 430 penaber, yên ku hatin dersînorkirin an li dewletek din wan niştecihkirin hejmara wan gihaşt 65 hezar û 927` an.

Welatiyên Lubnanê banga dersînorkirina penaberên Sûriyê dikin

Di heman demê de pirsgirêka penaberan li Lubnanê heye, penaberên Sûriyê berê xwe dan Lubnanê da ku ji wan re bibe ciheke bi ewle lê berovajî vê yekê, penaberên Sûriyê ji destpêkê ve li Lubnanê rastî nijadperestî û tundiyê tên ji hêla hemwelatiyên Lubnanê ve. Hemwelatiyên Lubnanê îfade dikin ku ji destpêka penaberên Sûriyê hatin Lubnanê bêkarî belav bûye herwiha tehdîdê li ewlehiya dewletê dikin. Di demên dawî de rayederekî mezin ji artêşa Lubnanê li ser destê çend ciwanên Sûriyê hate kuştin vê yekê bertekên dijwar li ser Sûriyeyî çêkir. Gelek êrîşên tund û nijadperest li ser malbatên Sûriyeyî ji hêla gelê Lubnanî pêk hat herwiha pankartên li ser nivîsên ku Lubnanê biterikînin hat belav kirin wan tawanbar kirin ku ew tehdîdê li ser ewlehiya Lubnanê çêdikin. Gelek penaberên Sûriyê hatin girtin û hemleyên tengavê li ser wan zêde bûn êdî xîtaba nefretê bû rêbaza Lubnaniyan.

Li gorî malpera (ACHR) Gelek hemleyên ewlehiyê li Lubnanê li dijî penaberên Sûriyê hat kirin di Nîsana sala 2023`an de kampên penaberiyê û malên penaberan hatin hedef girtin, zarok, jin û mêr rastî muameleyên hovane û heqaretê hatin kirin ji hêla artêşa Lubananê, ji bilî îşkence, tacîza zayendî û muameleya xerab di demên binçavkirina keyfî de artêşa Lubnanê erebeyên xwe yên leşkerî ji bo veguhestina penaberan ji kampan û cihên niştecihbûna wan ber bi bargehên leşkerî ve da ku lêpirsînê li gel wan bike. Piştre ber bi sînorê Sûriyê ve hatin birin û bi darê zorê hatin dersînorkirin û li derveyê sînorê Lubnanê hatin bicihkirin, û di hin rewşan de, penaber rasterast radestî rayedarên Sûriyê kirin.

Rawestandina vîzeya hatin û çûnê li Herêma Kurdistanê

Li aliyê Îraqê ser daxwaza hikûmeta Bexdayê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê dayîna vîzeya hatin û çûnê ji bo welatiyên Sûriyê rawestand. Ev biryar hat dayîn piştî tensîqa di navbera hikumeta Kurdistan û Bexdayê ji ber hejmara koçberkirina zêde ku di salên dawî de çêbû derbarê vê yekê hemleyên girtinê destpêkirin.

Li Îraqê heman pirsgirêka dersînorakirina Sûriyeyan ketiye rojevê de, gelek ciwanên Sûrî di nav de malbat bi giştî, ciwan, jin û zarok belgeyên fermî ji wan hat kişandin da ku wan neçarî vegerê bikin, vîza nema hat dayîn ji bo ciwanan tenê kesên ku îqamên îraqî û ewropî bi wan re, gelek ciwan nema çûn ser karê xwe ji metirsiya hikumetê ku wan dersînorê Sûriyê bikin. Gelek bertek ji hêla gelê Îraqê ve hat nîşandan der barê vê hemleyê û ev biryar red kirin û desnîşan kirin ku tu biryarek fermî tune ye ji bo vegera penaberan lê ev yek sedemên wê yên siyasî hene.

Îraq mazûvaniya nêzîkî 260,000 penaberên Sûriyê dike, piraniya wan li Herêma Kurdistanê niştecihbûne, hejmara penaberên li kampan 95,745 kes, rêxistina girêdayî Netewên Yekbûyî nêrînên penaberên Sûriyê ji kampan girtibû derbarê vegera wan ji bo Sûriyê li gorî nêrînan zêdetirî %92 naxwazin vegerin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî bal kişand ku zêdetirî 14 milyon Sûriyeyî neçar bûn ku malên xwe biterikînin ji sala 2011`an, û hîn jî 6,8 miloyan penberên di hundirê Sûriyeyê de

Şert û mercên li Sûriyeyê bi giştî ne guncawin ku penaber bi awayekî ewle vegerin, ji ber ku gelek herêm ji milê dagirkeriya tirkiyê ve hatine dagirkirin û ew herêm bûne navenda çeteyên tûndrew û guhertina demugrafîk li wan herêman tê meşandin. Her wiha deverên di bin serweriya rejîma baas de ne jî ne cihên bi ewlene ku penaberên sûrî li cih û warên xwe vegerin.

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rojane binpêkirin û kiryarên hovane der heqê şêniyan pêk tê, dibe ku hemwelatiyên ku vegerin xeterî li ser jiyana wan zêdetir be û rastî êrîş, revandinê û îşkenceyê bên her wiha destserkirina mal û milkan û pereyan, xeterî zêdetir ser jinan heye ji ber êrîşên destavêtinê û zewaca bi darê zorê.  Divê çareseriyek siyasî bê dîtin ji bo aloziya Sûriyeyê bi taybet pirsgirêka penaberên Sûriyeyî û binpêkirinên li dijî wan pêk tê pêwîste bi dawî bibe, rojane rastê kiryar û binpêkirina tên, divê vegereke bi ewle bê misogerkirin ji hêla dewletên garantor, herwiha rêxistinên mafên mirovan zêdetir balê bikşînin ser van kiryarên der heqê gelê Sûriyeyê pêk tê, gelek raporên wan hatin derxistin lê hîn tu çareserî ne hatiye dayîn.