Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan yê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 10 cezayên disiplînê li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan yên hevdîtinê hat astengkirin.
Amara Baran/ Qamişlo
Di sala 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan bi Komployeke Navneteweyî de dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê kirin, 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Herî dawî Rêber Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re çend deqîqeyan axivî û piştî vî hevdîtinê heta niha ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tu agahî nayên girtin.
Derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, parêzerê biroya hiqûqê a sedsalê Mazlûm Dînç ji rojnameyame re axîvî.
Hevdîtinê Parêzeran û malbatê tên astengkirin
Mazlum Dînç di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji sala 1999 an heta 2011’an de hevdîtin her hefteyekî bi seatek hatibû sinordarkirin gelek caran jî ew seat dihat astengkirin. Ev 13 salin hevdîtinê Parezeran bi tevahî hat qedexekirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û heta Gulan û Tebaxa 2019’an 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatiye ku ji van 5 hevdîtinan a dawiyê jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Ji sala 2014’an û heya niha bi tenê 5 hevdîtinên malbatî jî di encama çalakiyên demokratik ê gireva birçîbûnê de pêk hatin . Hevdîtina rû bi rû ya herî dawiyê jî di 3’yê Adara 2020’an de li gel birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan pêk hat. Ji roja ewil heya niha bi tenê 2 caran bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatine. (27’ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’an)de hevdîtina bi rêya telefonê ya herî dawiyê ku di 25’ê Adara 2021’an de pêk hatiye û piştî axaftineke pir kurt telefon hatiye qutkirin û ji wê demê heya niha tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nay girtin.”
Ev 3 salên agahî ji gireva Îmraliyê nay girtin
Mazlum destnîşan kir ku ji 25 ê Adara 2021 heta niha tû agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din e ligireva Îmraliyê nayê girtin û wiha domand: “Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her 3’ê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 10 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî sedema cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin. Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyayê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da. Di vê pêvajoyê de heta niha 375 serlêdanê parezeran û 160 serlêdanê malbatê hatine kirin, an bêbersiv hatin hiştin an jî bi “cezayên dîsiplînê” hatin redkirin.
‘CPT bêdeng e’
Mazlum balkişand li ser bêdengiya CPT’î û wiha direjahî da axaftinê xwe: Îşkence û tecrîda herê giran li gireva Îmraliyê di meriyetê de ye û CPT li hemberê wî ne xwadî helweste. Dem dem serlêdanê CPT li gireva îmraliyê pêk tên û ziyareta herê dawiyê a ku çû gireva îmraliyê di îlona 2022 an de bû, lê rapora wî ziyarete hê jî nehatiye weşandin û li benda erêkirina dewleta Tirkiyê ye. Herwiha di îlona 2019 an de jî çubu îmraliyê di Tebaxa 2020’an de rapora CPT hat weşandin û di wî rapora xwe de destnîşan kiribû ku ‘ rewşa li Îmraliyê nayê qebûlkirin, şert û mercên ku li gireva îmraliyê tê meşandin ne li gor qanûnê mafe mirovane pewîste demildest ev tecrid ji holê rabe, kîngê ,çi demê bixwazin bê astengî pewîste demildest hevdîtinên parêzer û malbatan pêk werin’ lê heta niha ev pêşniyarên CPT nehatine qebulkirin ji aliye dewleta tirk ve berovajî tecrid hatiye girankirin hevdîtin tevahî hatine astengkirin, cihê ku CPT helwesta xwe tuntir bike lêbelê li hemberê vî bê hiqûqiyê bê dengê. Her wiha ruxmê ku tecrîd û îşkenca herê giran li îmraliyê tê meşandin, CPT di sibata 2024’an de çû Tirkiyeyê Her çiqas bal kişand ser bikaranîna îşkenceyê jî neçû Girtîgeha Îmraliyê û serlêdan nekir. Pewîste çûba gireva îmraliyê hevdîn bi Rêber Abdulah Ocalan û her sê girtiyên din re pêk bianiya û encamê wî bi raya giştîre parve bikira, Ev jî dide xuyakirin ku bi dewleta Tirk re nav hevkariyê de ye, hertim peymanê xwe destnîşandike dibêje ku em bê destura Tirkiyê nikarin tiştek bikin. Di hevpeymana CPT a “xala 10 mîn de dibêje ger dewletek bi israr pêşniyarê CPT neyne cih CPT ji bo ku raya giştî çêbike dikare daxuyaniya bide “mixabin CPT heta niha ev prosetûr ji neaniye cih.”
‘Komîta Awrupayê peywîr û berpirsiyartiyên xwe nayne cîh’
Mazlûm destnîşankir ku biryarekê din ku heta niha dewleta Tirk neaniye cîh biryara dadgeha mafê mirovan a Awrupayê yê ku 18’ê Adara 2014 an de daye heye ew biryar wek “mafê heviyê ” jî tê zanîn, di wî biryarê de ” tu ji kesekê re nikarî bêjî heta dawîya emrê xwe di zîndanê de bimînî pewîste ew kesê di zîndanê de bizanibe ku çi demê derbikeve û derfeta azadiya wî pêwiste bê diyarkirin ” li gor zagonên ku dewleta tirk hata dawiya emrê xwe di zindanê de bimîne ev biryarekî sîyasî bû ku pişte 1999’an kete merîyetê de berya 1999’an di zagonên tirkiyê de cezayekî înfazê e giran tinebû cezayê mûhabetê ji sînorê wî diyarbû, bi taybet ji bo Rêber Abullah Ocalan ev xal anin û îro di meriyêtêde ye dadgeha mafê mirovan ev biryar da û pêwîste ev biryar bîne cîh, ev 17 sal ser vî biryarê re derbasbûne heta niha dewleta tirk tu gavan naveje ji bona wî pêwîste zagonên ku çekirine û dibêjin ku heta dawiya emre xwe di zîndanê de bimîne pewîste bên guhertin, ev biryar gelek mînakan dide li gelek dewlet û welatên din herê zede pişte 25 salan bi navber şert û mercên ku zîndanê de bimîne an na li ber çavan re bê derbaskirin. pergala îşkencê a li îmraliyê di meriyetêde ye û berdewam dike ji bona hilweşandina wî jî tekoşîneke berfireh dixwaze ne tene tekoşînekî huquqî, tekoşînekê civakî , siyasî, diplomatik û berfireh dixwaze di encama wî de emê bikaribin hilweşînin, hêzên hegemon ji ber ku fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan û tekoşîna wî ya siyasî dijberê xwe dibinin, Rêber Abdullah Ocalan heta niha tekoşîna ku meşandiye berjewendiyê gelan, demokrasi û azadiyê esas girtiye û neketiye xizmeta hezen hegemon ji ber wî Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe xeterî dibinin. Ji bo wî jî herçiqas di navbera hêzên hegemon de nakoki hebin jî di mijara komploy de dibin yek û di berdevamkirina qomployê de jî ev hevkariya wan berdewame dike.
Mazlum Dînc di dawiyê de dîyarkir ku ” Ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan têkoşîneke bênavber tê meşandin. Di sala 2023 da ev tekoşin hate destpîkirin. Û li gelek welate cihane heman demî da daxuyaniyan hatin dayin û qampanyayên ” ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” Hatin destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ji bo ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd’ ji 27’ê Mijdara 2023’an ve di çalakiyê de ne. Xizmên girtiyan jî bi mehan e di çalakiya nobedê de ne û em hevî dikin ku tekoşîna azadîya Rêber Abdullah Ocalan hên xortir bibe.