Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi girtina Makbûla re gelê Kurd tê ceza kirin

01/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Dayîka Makbûla Ozer ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye û yek ji dayîkên Kurde ku ji bo parastina nasname, çand û zimanê xwe têdikoşe. Polîsên AKP/MHP`ê 24`ê Tîrmehê 2018`an di bin navê endamekî Tevgera Azadiyê li gel wane bi ser mala wan de digrin, Makbûle û hemû malbata wê digrin bin çavan. Dewleta Tirk a dagirker di bin navê Makbûle û malbata xwe destek didin terorê li hemberî wan dozê vedikin. Di encama dozê de 9`ê Gulanê 2022`an Makbûle Ozer û Hadî Ozer cezayê 2 sal û 6 meh li wan tê birîn. Makbûle Ozer ji ber %61 astengdare 7`ê Îlonê 2022`an ji girtîgehê derdikeve û cezayê wê tê talok kirin.

Temenê Makbûla Ozer 83`ê salî ye û ji %61 astengdare dema ku dewleta Tirk a dagirker wê digrin û dixin girtîgehê de gelo li hemberî gelê Kurd tê çi wateyê. Di civaka Kurd de dayîkeke 83`ê salî nirxekî manewî yê malbat û civakê ye. Ji xwe eger astengdar û nexweş be tê parastin. Dewleta Tirk a dagirker bi girtina dayîka Makbûle re nirxên manewî û exlaqî yên civaka Kurd binpê dike. Ew binpêkirin jî di bin navê qanûnê de tê kirin.

Ji bo civakê qanûn parastina edaletê ye, lê niha dewlet qanûnê ji bo cezakirina gelê Kurd dide bikar anîn. Dewleta Tirk a dagirker dema ku dayîkeke 83`ê salî ceza dike û dike girtîgehê de dixwaze gelê Kurd ê têdikoşe terbiye bike û gav paşve bavêjin. Ji bo gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe berde wê di bin navê li hemberî terorê şer kirin û bi riya qanûnan hemû rê û rêbazên qirêj li ser gelê Kurd bide bikar anîn.

Li girtîgehên Tirkiyê bi sedan girtî hene ku rewşa wan a tenduristiyê gelekî xirabe û rewşa wan destek nade ku di girtîgehê de bimîn in. Di girtîgehên Tirkiyê de roj bi roj dirizin lê wan serbest bernadin heyanî ku cenazeya wan ji malbata wan re rêbikin. Diyare ku dixwazin malbata dayîka Makbûla jî têxin heman rewşê de, wê li girtîgehê bikujin û cenazeyê wê ji wan re rêbikin.

Girtina dayîka Kurd Makbûla Ozer sûcekî mirovahiyê ye û ev sûc di bin navê qanûnê de bi destê parêzer û dozgeran tê kirin. Ji hemû buyerên li girtîgehên Tirkiyê diqewimin tê fêmkirin ku qanûn ne ji bo parastina edaletê ye ji bo cezakirine ye. Bi taybet dixwazin bi riya işkencekirina girtiyên Kurd gelê Kurd terbiye bikin û wan bi koletiyê bifetisîn in.

AKP/MHP`ê wê her tiştî bikin tenê ji bo gelê Kurd di têkoşîna xwe de neghîjin encamê. Rojane dayîkên Kurd di bin navê destekê didin terorê wan dadgeh dikin, digrin û ceza dikin. Li beramberî vê rewşê wê helwesta civaka Kurd çi be? Civaka Kurd wê çawa nirxên xwe biparêze û destûr nede kesek destdirêjî nirxên wan bikin. Dayîka Makbûla Ozer jî ya 83`ê salî li gel civaka xwe ya Kurd nirx e. Parastina vî nirxî berpirsyartiya me hemûyane. Tenê gotin têrê nake, dibe em bibin xwedî helwest û dawî li van kiryarên dewleta Tirk a dagirker bînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.