Fikarên gelê Kurd yên derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de her diçe zêde dibin. Xwîşka Ocalan Fatma Ocalan diyar kir ku ew dixwazin bi birayê xwere hevdîtinê bikin lê tên astengkirin û got, “Rewşa tenduristiya wî çawa ye em nizanin. Em ji jiyana wî bi fikar in.”
Fatma Ocalan diyar kir ku ji bo bi birayê xwe re hevdîtinê bikin her carê serî lê didin û rastî her cureyê zehmetiyan tên û got: “Rewşa tenduristiya wî çawa ye em nizanin. Em ji jiyana wî bi fikar in.”
Ji ber tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê pêk tê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzeran re nikare hevdîtinan bike û herî dawî di 11’ê Îlona 2016’an de bi birayê xwe Mihemed Ocalan re hevdîtin kir. Parêzer ji bo hevdîtinê 777 caran serî li dan û bi hincetên ‘pûç û vala tê redkirin.
Birayê Abdullah Ocalan, Mehmed û xwişka wî Fatma Ocalan ji bo biçin Îmraliyê bi hevkariya parêzerên xwe 87 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û dîsa bi heman hincetan hat redkirin.
Xwişka Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan destnîşan kir ku ev 4 sal e bi birayê xwe re nikare hevdîtinê bike û wiha got: “Em nizanin rewşa tenduristiya wî çawa ye. Em ji jiyana wî bifikar in. Ji bo ev fikar ji holê rabin divê deriyê Îmraliyê vebe. Hemû serlêdanên me tên redkirin.”
‘Xwarziya Abdullah Ocalan, Elîf Ocalan jî daxuyakirin ku divê hevdîtin ji nû ve bên destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bi serokatî re dîsa hevdîtin bên destpêkirin. Em wek malbat ji tenduristiya serok bi fikar in. Ji bo tecrîd rabe ez bang li hemû mirovan dikim ku bên gel hev. Di vî alî de divê çalakî pêk bên.”






