Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên ciwan amadekariya kongreyê dikin

07/08/2018
in Uncategorized
A A
Jinên ciwan amadekariya kongreyê dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Yekitiya Jinên Ciwan li Bakurê Sûriyê amadekariya lidarxistina kongreya xwe ya sêyemîn dike.
Tevgera Jinên Ciwan li Rojava di sala 2012‘an de yekemîn kongreya xwe li dar xist û ya duyemîn jî sala 2016‘an li bajarokê Rimêlan bi dirûşma “Berxwedana jinên ciwan mîsogeriya azadiya Apo û şoreşa Kurdistanê ye” pêk hat. Di encama kongreyê de navê tevgerê bû Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava.
Yekitî piştî ku hemû amadekariyên lidarxistina kongreyê bi dawî kirin, hewl dide di rojên pêş de kongreya xwe ya sêyemîn li ser asta Bakurê Sûriyê li dar bixe.
Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê û Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Sêyemîn a Yekitiyê Jîndar Munzur destnîşan kirin ku armanca wan ji lidarxistina kongreyê, birêxistinkirina jinên ciwan li hemû herêmên Bakurê Sûriyê ye.
Jîndar Munzur wiha axivî: “Bi sedan salan jin ji mafên xwe bê par mane, lê di nav Şoreşa Rojava de jin bi hemû hêza xwe hewl didin bigihîjin azadiya xwe.”
Jîndar destnîşan kir ku ew hewl didin xebatên xwe zêde bikin da ku jinên ciwan bêtir xwe bi rêxistin bikin û nifşekî nû yê birêxistinkirî û rêgeza neteweya demokratîk ji xwe bingeh bigire. Jîndar diyar kir ku kongre bi dirûşma “Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin û bi rêveberiya jinên ciwan em ê Sûriyeke azad ava bikin” wê were lidarxistin.
Tê payîn ku nêzî hezar delege û 500 nûnerên kantonên Kobanê, Efrîn, Cizîr û bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê tev li kongreyê bibin.
Li ser amadekariyên lidarxistina kongreyê, Jîndar diyar kir ku wan bi armanca avakirina meclis û hilbijartina endamên rêveber û endamên yekitiyê gelek civîn li dar xistine…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.