Rojnameya Ronahî

Li erdnîgariyeke cuda berxwedaneke cuda

Gelê Amazigh

 Volqan Elî

 Gelên Amazigh (bi awayê ‘Amazî’ tê xwendin) ji aliyê parçebûn û belavbûna li welatên cuda dişibin gelê Kurd. Di dîrokê de rastiyek heye, ku kîjan hêz bi ser bikeve dîrok, çîroka wan dinivîse. Yanî ew bi xwe dîrokê dinivîsin. Çarenûsa hemû gel û çînên bindest ên cîhanê ev bûye.

Ev gel, gelekî qedîm ê Bakûrê Afrîkayê ye. Li gorî lêkolînên dîrokî, dîroka wan diçe bi pênc hezar salî. Ev tê maneya ku gelekî wisa yê kevnare ye; kok û rayên wan ji nav serdema paleotîkê dikişe. Jixwe mirovahî ji beriya du milyon sal berê Rojhilatê Afrîkayê belavî cîhanê bûye. Ev daneyeke li ser nîqaş nabe ya antropologan e. Dîroka gelê Amazigh (Amazii) ewqas kevnare ye!

Cîhana şareza, di destpêkê de Yewnanên Entîik, paşê împaratoriya Romayê û şaristaniyên piştî wê, împaratorî û dewletên hegemon timî xwestine bibin serwerê cîhana wê serdemê. Ji ber vê yekê bi taybetî li ser Behra Spî û peravên wê timî kuştin, talan û hwd. Her hebûye. Heya bi împaratoriya Osmanî û piştî wê jî bi zêdebûnê berdewam kiriye, ji bo ku li ser vê Behrê û li qiraxên wê hikmê xwe bimeşînin, fîloyên ji sedan keştiyê pêk tên û artêşên bi sed hezaran ava kirine. Hema bêje di deryaya Spî de bêyî wan masiyekê jî nekariye xwe bilepitîne. Her wisa jî erdên ku em îro wekî Fas, Cezayîr, Lîbya û hwd. hwd. bi nav dikin kirine qesabxaneya gelan. Lê gelan jî di seranserê dîrokê de li ser mîrateya xwe ya jiyana azad bi berxwedaneke bê hempa bersiva seferên talan û qirkirinê dayine. Lê mixabin pirî caran li hemberê împaratorî, emperyalîst û dagirkeran têk çûne.

Ji ber vê yekê jî herî dawî ji aliyê dagirkeriya Osmanî ve di maneya wehş, hov de gelên ku li ber xwe didin û bi taybetî jî gelê Amazig (Amazîg) wekî ‘berberî’ hatine binavkirin. Di dîrokê de gelê Amazîg ne tenê bi qirkeriya Osmanî ve rû bi rû maye. Jixwe ev navlêkirina durû û derewker jî ta ji Yewnana Entîk maye. Bi qasî tê zanîn di dîrokê de cara destpêkê têkiliya gelê Amazîg bi Yewnanên dagirker re çêbûye. Gava ku xwestine Bakûrê Afrîkayê dagir bikin, gelê berxwedêr ê Amazîg bi şerkeriyeke mezin li ber xwe daye. Ji ber vê yekê Yewnanan ji gelê Amazîg re gotiye, gelê ‘barbar’. Barbaros di Yewnaniya kevnare de tê maneya hov, wehş. Ev peyva ‘berberî’ jî ji wê demê ve wekî mîrateyeke ne baş maye. Ev bûye wekî kevneşopî. Hemû cîhan îro gelê Amazîg wekî ‘berberî’ dizane. Ya hê jî xirabtir beşek ji vî gelî bi xwe jî dibêjin “em berberî ne”. Çawa ku Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê dewletên hegemon ve, ji aliyê dewletên Awrûpayê ve îro wekî ‘terorîst’ hatiye îlankirin… Çarenûsa gelê Amazîg û gelê Kurd jî di vê mijarê de jî digihîje hev. Yanî hêzên zordar û dagirker dibêjin “ji heqê min e, ku ez bi artêş û keştiyên xwe werim û welatê we talan bikim. Mafê gelan tine ye, ku xwe û welatê xwe biparêzin. Tenê heqê we ew e, hûn li ber min werin çongan. Çi Kurd û Kurdistan dibe, çi Bakurê Afrîka welatê Amazîgan dibe… eger hûn li berxwe bidin, hûn ‘berberî ne’, hûn ‘terorîstin’.

Ne tenê gelê Kurd û gelê Amazîg, qeder û çarenûsa hemû gel û çînên bindest li gelek nuxteyan digihîje hev. Mînak, Tevgera Azadiya gelê Kurd di 15’ê Tebaxa 1984’an de li dijî dagirkeriya Tirk dest bi şerê çekdarî kiriye. Piştî wê dîrokê heya bi niha bi hezaran gundê Kurdan hatiye şewitandin. Bi deh hezaran gundî hatine qetlkirin. Yên canê xwe xelas kirine wekî cihê rizgariyê be, li Ewrûpayê bêhna xwe dane. Li wê derê bi cih bûne. Li aliyê din gelê Amazîg jî, ji bo rizgariya welatên Bakurê Afrîkayê di serî de li dijî dagirkeriya Fransayê û li dijî hêzên dagirker ên Ewrûpayê şer kirine, têkoşîn meşandine. Lê mixabin mînak, ruxmî ku hêzeke girîng bûne di xelasiya Cezayirê de piştî rizgariyê hatine paşguhkirin. Li welatên din jî pir ne cudatir bûye. Ji ber vê yekê, weke din jî, ji aliyê aborî ve ketine nav rewşeke pir xirab. Di encamê de hema bêje wekî Kurdan xwe avêtine berbextê hêzên dagirker, li Ewrûpayê bûne penaber. Li gorî daneyên îstatîstîkî (lêkolînên bi hejmarî) îro li hemû Ewrûpayê zêdetirî du milyon Amazîg dijîn. Niha li welatên Awrûpayê bi sedan komelgehên gelê Amazîg û Kurd hene. Ev çi dikin? Dema ku Kurd û Amazîg diçin van wargehan wekî li welatê xwe bin, xwe wisa dibînin û hîs dikin. Cuda çi dikin? Her du gel tevlî çalakiyên hev du dibin. Êş û kêfxweşiyê hev parve dikin. Amazîg û Kurd ne tenê li welatê xerîbiyê, divê xwe amade bikin ku bi çand xwe ya azadbûyî û welatê xwe yê azadbûyî, serkeftina xwe jî parve bikin!

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle