Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qonaxa Sêyemîn a Pêngava Azadiya Ocalan

07/08/2018
in Uncategorized
A A
Qonaxa Sêyemîn a Pêngava Azadiya Ocalan
Share on FacebookShare on Twitter

Koordînasyona Kongreya Star Qonaxa Sêyemîn a Pêngava “Em ê Pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêberê xwe re bi azad bijîn” ragihand.
Rêxistina Kongreya Star di 10‘ê cotmeha 2017‘an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngav dabû destpêkirin.
Pêngav li gorî du qonaxan bi rêve çû. Di çarçoveya qonaxê de çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin.
Rêxistina Kongreya Star, roja 5’ê Tebaxê bi daxuyaniyekî qonaxa sêyemîn a “Em ê Pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêberê xwe re bi azadî bijîn” ragihand.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Kongreya Star li ber avahiya kongreyê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Remziya Mihemed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin “Ji 2011‘an de tecrîdeke girankirî û bi hincetên ne di cih de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin, hemû pîvanên navdewletî hat binpêkirin, gihişt asta ku destûr neda malbatê û parêzeran ku hevdîtinan bi wî re bikin.
Wekî Kongreya Star a Herêma Cizîrê tecrîda li ser Rêberê gelan, xwediyê projeya çareseriya Rojhilata Navîn şermezar dikin. Rêbertî sedemên kirîza Rojhilata Navîn diyar kir û rêbazên çareseriyê danî. Her wiha doza jin wekî doza sereke a civakê pênase kir û rêbazên çareseriyê peyda kir. Berdewama tecrîdê temenê aloziyê dirêjtir dike.
Ji bo rakirina tecrîdê û daxwaza azadiya rêbertî me rêzeçalakî organîze kirine. Ji baweriya me ya bi azadiya rêbertî û azadiya jinê em qonaxa sêyemîn a Pêngava ‘Em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêberê xwe re bi azad bijîn‘ radighînin. Di çarçoveya pêngavê de wê meş li seranserî herêmê werin lidarxistin, her wiha semîner li se fikrê Ocalan û bernameyên li ser ekranên televîzyonê li ser rola rêbertî di azadiya jin û biratiya gelan werin organîzekirin.
Em bang li gelê xwe û rêxistinên jinan dikin ku tevlî çalakiyan bibin û CPT jî bila erka xwe ya rakirinê tecrîdê pêk bîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.