Oldarên bajarê Hesekê yên ku beşdarî Komxebata Îslama Demokratîk bûn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Oldaran diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser hemû gelan e û bang li saziyên mafên mirovan kirin ku ji bo eşkerekirina rewşa Ocalan têkoşînê bikin.
Oldarên bajarê Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û tecrîd wek kiryareke li dijî nirxên mirovahiyê û gelan nav kirin.
Oldarên bajarê Hesekê yên ku beşdarî Komxebata Îslama Demokratîk bûn, tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û bang li saziyên hiqûqî yên mafên mirovan kirin ku ji bo rewşa tendurustî û azadiya Ocalan bixebitin.
Endamê Yekitiya Oldaran Şêx Ednan El-Ilîwî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, di heman demê de wek tecrîda li ser mirovahiyê bi nav kir û wiha got: “Dîlgirtina Rêbertî encamên komployeke navdewletî ye, gelê kurd bi têkoşîna wî serbilind e.”
Şêx Ednan anî ziman ku dewleta tirk a ku banga îslamê dike, tu girêdana wê bi îslamê re tune ye û wiha dewam kir: ʺQurana pîroz banga mafên dîlgirtiyan dike. Lê AKP vê yekê paşguh dike. Li aliyekî din jî mafê gelê kurd e ku rewşa rêberê xwe nas bike, ji ber ku Rêbertî nûneriya gelê kurd dike. Ya ku dewleta Tirk dike ji hemû gelên cîhanê zilmeke.ʺ
Endamê Yekitiya Oldaran Şêx Ebû Enwer EL Qadirî li Hesekê bêdengiya rêxistinên navdewletî ya têkildarî rewşa Ocalan şermezar kir û wiha got: ʺOcalan mîmarê aştî û mirovahiyê ye, banga wî rizgarkirina gelên bindest e, ne tenê gelê kurd e.ʺ
Şêx Qadirî destnîşan kir ku rêxistinên banga azadiya gelan dikin erka xwe bi cih naynin û ev tişt anî ziman: ʺBi saya fikrên neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gelên Bakurê Sûriyê bûne yek.ʺ
Şêx Ebû Enwer El Qadirî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê kurd û gelên bindest kir ku li hemberî siyasetên AKP‘ê bisekinin, her wiha bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo eşkerekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin…ANHA






