Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Girê Sipî pirsgirêka sotemeniyê

07/08/2018
in Uncategorized
A A
Li Girê Sipî pirsgirêka sotemeniyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ji ber kêmbûna madeyên sotemeniyê li kantona Girê Spî welatiyên herêmê zehmetiyan dikişînin. Ji ber vê yekê welatiyan giliyên xwe li şaredariyê kirin. Şaredariyê jî soza çareserkirina pirsgirêkê da.
Li kantona Girê Sipî di demên dawîn de madeyên sotemeniyê kêm bûne. Di encamê de bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan bûye.
Bi taybet di van demên dawîn de ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û kêmbûna avê ku bi rêya jeneratoran ji bîran tê belavkirin, rewş dijwartir bûye. Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Hisên Elî diyar kir ku saetên ceyranê hatine kêmkirin û ji ber vê yekê rewşa wan di van rojên havînê de dijwartir bûye.
Welatiyê bi navê Kerîm Mihemed jî girêdayî heman mijarê wiha got: “Ev çend sal e em ji ceyranê bê par in. Bi armanca peydakirina kehrebeyê jenerator hatin peydakirin û ev jenerator jî tenê çend saetan kehrebeyê ji welatiyan re peyda dikin. Ev jî girêdayî pirsgirêka peydakirina sotemeniyê ye.”
Ji ber aloziya peydakirina sotemeniyê tevgera hatinûçûnê di bajêr de gelekî kêm bûye. Ajokar jî bi saetên dirêj li pêşiya benzînxaneyan kom dibin da ku wesayîtên xwe dagirin.
Ajokarê bi navê Îsmaîl Mihemed diyar kir ku ew di van demên dawîn de ji ber aloziya peydakirina sotemeniyê rastî gelek astengiyan tên û bandoreke neyînî bi karê wan bûye.
Ji ber van pirsgirêkan welatiyan giliyên xwe li aliyên peywendîdar kir da ku pirsgirêk di demeke lezgîn de were çareserkirin û sotemenî ji herêmê re were peydakirin.
Girêdayî mijarê endamê Rêveberiya Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Girê Spî, Mistefa Îbrahîm wiha got: “Miqdara sotemeniyê ku ji herêmê re tê kêm e û di encamê de bandoreke neyînî li welatiyan bû. Em bi aliyên têkildar re di nava peywendiyan de ne da ku pirsgirêk were çareserkirin û van aliyan jî soz da ku di demeke nêzîk de madeyên sotemeniyê li gorî tê xwestin peyda bikin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.