Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan şert û mercên tecrîda li ser Ocalan nirxand û got, “Li Îmraliyê pêkanînên ku ji şert û mercên tecrîdê wêdetir hene. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê pêşî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji bo ji holê rakirina tecrîda li Îmraliyê têbikoşin.”
Mihemed Ocalan xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê qebûlkirin û bikevin nava tevgerê. Ocalan hişyariya ‘Dibe ku sibê dereng be’ da.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan şert û mercên tecrîda li ser Ocalan nirxand û got heta niha serlêdanên wan nehatine qebûlkirin û hincetên wan ne rast in. Mihemed Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û wiha got; “Li Îmraliyê pêkanînên ku ji şert û mercên tecrîdê wirdetir hene. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê pêşî gelê Kurd û bi giştî jî gelên Rojhilata Navîn hemû ji bo jiholêrakirina tecrîda li Îmraliyê bênavber têbikoşin.”
DIVÊ OCALAN ROLA XWE BILEYZE
Ocalan, diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelek pirsgirêk hene û ji van pirsgirêkan a herî girîng jî doza Kurdan e û got: “Ji bo çareserkirina vê dozê eger dilê hêzên serdest hebe, nexwe divê rêyên hevdîtinê ya bi Ocalan re bên vekirin. Tenê Ocalan dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bo Ocalan rola xwe bilîze, divê şert û merc bên başkirin.”
DILÊ KURDA LI ÎMRALIYÊ YE
Ocalan, destnîşan kir ku guh, çav û dilê gelê kurd li Îmraliyê ye û got: “Çav, guh û dilê gelê Kurd li Îmraliyê ye. Êdî gel li benda gotineke li wir in. Her diçe ev hêviya gel jî tune dibe. Tunebûyîna hêviya gel tê wateya ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi rêyeke ku vegera wê tune ye diçin.”
DIBE KU SIBÊ DERENG BE
Ocalan herî dawî got, “divê siyasetmedarên kurd û gelê Kurd ji bo jiholêrakirina tecrîda li ser Rêberê xwe bi awayekî zêde tevbigerin û divê siyasetmedar bêtir siyaseta xwe têkildarî tecrîda li Îmraliyê bikin.” Ocalan, bilêv kir ku bi tu awayî nayê qebûlkirin ku Ocalan derî rojevê bê hiştin û wiha dewam kir; “Divê gelê Kurd demildest rabe ser piyan. Eger ev yek îro çênebe wê sibê pir bi dereng bikeve. Em kor, kerr û lal kirin. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Bi xwe ji bo vê yekê berdêl çi dibe bila bibe amade me ku bidim. Divê tu kes ji bêrdêldayînê netirse û heta tecrîda li Îmraliyê ji holê ranebe divê bênavber têbikoşin.”






