Nûrî Mehmûd li ser rapora Human Rights Watch destnîşan kir hêzên wan li dijî bi çekirina zarokan e û diyar kir ku rapor ne di cih de ye. Nûrî Mehmûd diyar kir ku ew amade ne bi kesên ku hewl didin rastiya li herêmên bi belge bikin, bibin alîkar.
Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd derbarê rapora Human Rights Watch ku îdia dikir YPG‘ê zarokên kampên koçberan bi çek dike axivî. Nûrî Mehmûd got, “Human Rights Watch rewşê ji nêz ve baş naşopîne, tenê rewşa li herêmê bi yek partiyê ve girêdide. Tevî ku gelek rêxistin û hêzên siyasî û şoreşgerî hene, lê tiştê ku di raporê de hatiye gotin şaştiyeke mezin e.”
Mehmûd anî ziman ku ji destepêka damezirandina YPG‘ê ve tevlêbûna kesên bi temenê biçûk de hebû û got, “Belê ev tişt ji aliyê hin fermandar û şervanên me ve dihat kirin, lê ne li gorî rêziknameya me ye. Em li dijî vê yekê ne, me kesên biçûk li malbatên wan vedigerandin. Belgeyên vê yekê li gel me hene û em dikarin ji çapemeniyê re ragihînin.”
Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku fermandarên ku zarok tev li yekîneyê dikirin hesab ji wan dihat xwestin û ev tişt anî ziman, “Dibe ku heya niha em negihiştibin encamê, lê xebata me berdewam e da ku vê radeyê di nava yekîneyê de ji holê rakin. Em li gorî belge û biryarên navdewletî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî tevdigerin.”
Mehmûd got, “Tevî ku me şert û merc ji bo serdana rêxistina navdewletî peyda kiriye, lê heya niha me ew rêxistin li herêmê ne dîtine. Mecal vekirî ye da ku werin herêmê û her tiştî ji nêz ve bişopînin. Nêzîkatiyên rêxistinên navdewletî divê nêzîkatiyên ser bixwe be, ne yek alî be. Li vir em bi bîr bînin ku ev rêxistinên navdewletî divê erka xwe ya li hemberî ji sedî 40 ji niştecihên Sûriyê yên ku koçî herêmên me bûne bi cih bîne, wan rêxistinan heya niha erka xwe bi cih bi aniye”
Berdevkê Fermî yê YPG‘ê Nûrî Mehmûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rapora rêxistina Human Rights Watch xwe dispêre kesên ne li herêmê, ew kesên ku agahî dane rêxistinê cihê gumanên ne û rastiya wan nîn e û got, “Deriyê me ji her kesî re vekiriye, em amade ne pêwîstiyên wan bi cih bînin û alîkariyan bikin da ku rastiyan nas bikin.”…ANHA






