Çalakiyên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li dijî xayîn, çete û dagirkeran berdewam dikin. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan xayînê bi navê Ekaş Hecî Ehmed ku sixûrtî ji dijminre dikir li gundê Dêr Sewanê kuştine. Odeya Çalakiyan careke din bang li kesên xayîn kir ku dev ji xuyanetê berdin.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku ajanê dagirkeriya Tirkiyê “Ekaş Hecî Ehmed Elî” li gundê Dêr Sewan ê Efrînê hate kuştin.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê derbarê mijarê de daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye;
“Ji roja yekemîn a dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve me ew kesên ku wekî xayîn û ajan li kêleka Tirkiyê li dijî gelê me kar dikirin hişyar kirin.
Di demên dawî de, dagirkeriya tirkiyê çalakiyên xwe yên ajan û sîxuran zêde kirin da ku bighêjin armancên xwe.
Piştî şopandina tevgera xayînê bi navê “Ekaş Hec Ehmed Elî sala 1976‘an de ji dayik bûye ku ji endamên meclisa xayînan a ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hate avakirin e, hêzên me li gundê Dêr Sewan kemînek jê re danîn û hate kuştin.
Ajan “Ekaş Hecî Ehmed” tevlî malbata xwe beşdarî nava leşkerên artêşa Tirk a dagirker bûn dema ku gundê Dêr Sewan dagir kirin û wekî delîlê hêzên dagirker li herêmê xebitî, ji ber wan bi dehan sivîlên Efrînê hatin revandin û hîna çarenûsa wan ne diyar e.
Ekaşê xayîn peyam ji gelê me yên li derve re dişand û ew tehdîd dikirin ku eger vegerin wê werin kuştin.
Ji ber kiryarên wî, wekî Oedeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê careke din em xayîn û ajanan hişyar dikin û bang li wan dikin ku xeta çetetî û îxanetê berdin. Em tekez dikin ku bi berxwedaniya gelê me wê dagirkerî têk biçe. Ew tenê mîna kaxezek lîstokê di destê dagirkeran de ne, kengê bixwazin wê werin şewitandin. Li ser vê yekê li şûna ku li hêviya mirinê û heqaretê bin dev ji îxanetê berdin.
Careke din em soz didin gelê xwe ku em ê dilopa xwîna her şehîdekî xwe û her sivîlekî ku rastî destdirêjiya dagirkeran û ajanên wan hatin hilînin. Efrîn, sebir bike, tolhildan tê.”






