Hêzên Sûriya Demokratîk di Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal de dewreya 100 şervanên nû yên ciwanên bajarê Tebqayê û gundewarên wê bi navê Dewreya Şehîd Ela Xelîfê bi merasîmekê bi dawî kir.
Di çarçoveya birêxistinkirina ciwanên herêma Tebqayê de û ji bo pêkanîna parastina rewa, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal de dewreyeke nû bi navê Dewreya Şehîd Ela Xelîfê ji 100 ciwanên Tebqa û gundewarê wê re bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîma bidawîkirina dewreyê de endamê Fermandariya QSD’ê Rojda Felat, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Tebqayê Şiyar Mihemed, hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid û hejmareke fermandar û nûnerên saziyên sivîl ên Reqayê beşdar bûn.
Di merasîma leşkerî ya ku hat lidarxistin de Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal, Şiyar Hesen bidawîkirina dewreyê li hemû ciwanan pîroz kir û wiha got: “Em bi hêvî ne ciwanên ku dewreya xwe bi dawî kirine tişta ku di dewreyê de wergirtine di merîyetê de pêk bînin û ji bo parastina ewlehiya herêmê bi berpirsyarî tev bigerin.”
Dewre 25 rojan dewam kir û tê de ciwanan waneyên bîrdozî yên wekî rêgezên demokrasiyê, şerê taybet, dîroka jinan, dîroka Rojhilata Navîn wergirtin. Di dewreyê de her wiha waneyên leşkerî yên cur be cur hatin dayîn…ANHA






