Li cîhanê duyemîn gola kortal a mezintirîn Gola Nemrûd a li Tetwanê ye. Gol bi xweşikiya xwe ya xwezayî û rengê xwe wek bihûştekê ye û wek newazeya xwezayî tê binavkirin. Tê gotin ava golê her sal kêmtir dibe.
Duyemîn gola kotral a mezintîrîn a cîhanê Nemrûd e û li sêgoşeya navçeyên Tetwan, Xelat û Norşînê yên Bedlîsê ye. Gola N
emrûdê bi bedewiya xwe ya xwezayî û ava wê ya derman tê nasîn. Ji ber germa zêde mirov diherikin ser golê û xwe li qeraxê wê yên hênik dikişînin.
NEWAZEYA XWEZAYÊ YE
Li gorî zanyarên erdnîgarî du teqînên mezin pêk

hatine û Nemrûd teşeya xwe ji wir digire. Ji Nemrûdê re “Bihûşta Îskender” jî tê gotin. Vê yekê jî dispêrên dema Qralê Mezin ê Makedonyayê Îskender diçe sefera rojhilat a Hîndîstanê li Gola Nemrûdê bicih dibe. Beriya Zayînê (B.Z.) di sala 2100’an de Nemrûd wek havîngeha qralê Babîlê jî tê nasîn. Tê gotin Nemrûd newazeya xwe ya xwezayê ji vir digire.
Qada golê ji 13 kîlo mîtroyan pêk tê. Gol bi xweşikiya xwe dike ku mirov ji xwe re matmayî bimînin. Gol 2 hezar û 943 mîtro bilind e.
RENGÊ WÊ BALA MIROVAN
DIKIŞÎNE
Li Nemrûdê 5 gol hene û ji yek jê jî Gola Mezin e. Gol bi rengê xwe yê hêşîn mirovan sermest dike. Turîst jê re dibêjin “Gola Hêşîn.” Gol ji ava baran û berfê pêk tê. Cihê herî kûr ê golê 175 mîtro ye. Li gel Gola Hêşîn jî li Gola Krater a Nemrûtê ava germ jî heye rengê wê kesk dibe. Di heman demê de gol wezîfeya avgermê jî dibîne û li gorî mirovan ava wê şîfa ye. Mirov ji bo şîfaya golê diçin serdanê. Wêneger jî jî diçin golê û wêneyên gol û xwezaya wê dikişînin.
AVA WÊ DERMAN E
Yek ji balkêşiyên li golê jî Bacayên Buhar û Şikefta Buz e. Şikefta Buzê di bin tatan de hewa hênik dide û wezîfeya klîmayê dike û Bacayên Buharê jî hewa germ derdixe derve. Tê bawerkirin ku bacayên buharê j
i nexweşîyên mîna astim, romatizma û êşa monikan re baş e. Bi salan e mirovên bi van nexweşînan dijîn diçin golê û sûdê jê werdigirin.
AV KÊM DIBE
Musa Selgî yê 30 sal e li gola kraterê çayê difiroşe têkildarî golê wiha got: “Vê derê qada sît îlan kirin. Mirov bi armanca seyranê tên vir. Herî zêde di navbera salên 1987-1990’an de turîst hatin serdana vir. Di nava demê de turîst nehatin. Niha pir kêm turîst tên serdanê. Di nava 30 salan de ava golê kêm bû. Sedemê vê yekê jî ew e buharbûna ava di bin de ye. Her wiha ava Gola Mezin jî kêm dibe. Îsal ava germ jî nîne. Dema ava golê kêm dibe, av jî germ nabe. Berê traktor tune bû mirov bi gayan dihatin vir. Niha li gel rê jî hatiye çêkirin, lê kes nayê serdanê. Hatin gelek kêm e. Niha serbestir e lê kes nayê. Li gel av bi şîfaye jî dîsa kes nayê. Êdî tehma vir jî nemaye.” …MA






