Rojnameya Ronahî

Çarçoveya têgînî…. Rêveberî

Ji remanê Rêber Apo

Ji bo mirov neyêniyên çavkaniya wan têgîna desthilatdariyê ye, û miyopiyên di vî warî de ji holê rake, rast danasîna têgîna rêveberiyê girîng e. Rêveberî jî diyardeyeke weke çandê ye di civakê de domdar e. Eger mirov bi awayekî giştîtir bibêje, di asta gerdûnî de û nexasim di gerdûna biyolojîk de bi kulmozbûna rehên zîro û pêşketina mejî re dişibin hev. Rêveberî birêkûpêkiya di gerdûnê de, rewşa rizgarbûna ji kaosê îfade dike. Di civakê de rewşa pêşketî ya xwezaya xwedî mejiyê nerm ê manedanê, bi xwe re pêşketina erka rêveberiyê tîne. Mirov dikare ji mejiyê civakî re rêveberî bibêje. Di vê rewşê de girîng e ku mirov têgînên xwerêvebirin û rêveberiyên biyanî ji hev derxe. Xwerêvebirin erka di xwezaya xwe ya civakî de bi rêkûpêk û kontrol dike, bi vî awayî domdariya xwe pêk tîne, xwedîkirin û bergiriyê misoger dike. Rêveberiya biyanî xwe weke desthilatdarî ‘xwezayî’ dike û civaka pêwendîdar ji rê derdixe ango serê wê jê dike, bi vî awayî ji xwe re wê civakê dike mêtingeh û dike ku karibe wê rêve bibe. Ji lewra mirov dikare bibêje, ji bo civakekê xwerêvebirin bi qasî manûnemanê girîng e. Civakeke ji xwerêvebirinê mehrûm bibe wê bibe mêtingeh û weke encama vê yekê ya xwezayî wê bi asîmîlasyon û qirkirinê di nava pêvajoyê de bivênevê tine bibe.

Rêveberiyên ji civakê re xerîb in, û wê nas nakin, şêweyê desthilatdariyê yê herî zordar û mêtinkar temsîl dikin. Ji lewra ji bo civakekê wezîfeya herî heyatî, exlaqî, zanistî û estetîk ew e, xwe bigihîne hêza xwerêvebirinê. Civakek ku di vê wezîfeyê de bi ser nekeve nikare ji aliyê exlaqî, zanistî û estetîk ve pêş bikeve û pêşketina sazîbûna wê ji aliyê ekonomîk û siyasî ve biqede. Ya girîng ew e, erka rêveberiyê rê nede ku ber bi desthilatdariyê ve biçe, li aliyê din jî heta dawiyê li dijî bêrêveberiyê li ber xwe bide. Divê mirov rêveberiyê neke desthilatdarî û ji vê jî girîngtir, divê mirov cihêwaziyên desthilatdariyê yên rêveberiyê ji destê wê bigire. Desthilatdarî çiqasî antî-civakî be, rêveberî jî ewqasî erkeke civakî ye. Civakî bêyî erk nikare bibe xwedî pêşketina exlaqî, estetîk û zanistî. Di çarçoveyeke teng de çand çênebe, di çarçoveyeke berfireh de pêşketina ekonomîk û siyasî jî nabe. Di rewşeke welê de ya pêk bê, civak wê bi mêtinkarî, asîmîlasyon û qirkirinê biqede.

Dicivakê de rêveberiya desthilatdariyê çiqasî antî-demokratîk be, xwerêvebirin jî ewqasî têkildarî rêveberiya demokratîk e. Rêveberiyên xwerû yên desthilatdariyê çiqasî dijberiya demokrasî û dûrkirina civakê ji rêveberiyê îfade dikin, xwerêveberî jî çiqasî civakê tevlî rêveberiyê bikin ewqasî demokratîkbûnê îfade dikin. Di vê rewşê de mirov dikare demokrasiyê weke tevlîbûna civakê ya xwerêvebirinê bide naskirin. Xwerêveberî timî têkiliya xwe bi civakê re heye û mirov nikare wan bêtevlîbûnê bifikire, ji ber ku di xwezaya wan de demokrasî heye. Erê demokrasî têgînek e ku para bêhtir mirov ji bo civakên makro yên weke gel û netewe lê difikirin, lê xwerêvebirin erkekê îfade dike ku ji civaka herî piçûk klanê heta bi civaka herî berfireh neteweyê belavbûnê û domdariyê îfade dike. Krîza herî girîng a civaknasiyê yan jî yek ji pirsgirêkên wê yên sereke ew e, nikare berevajîkirin û tevlîheviya li ser rêveberî û desthilatdariyê ji hev derxe. Ev jî bi xwe re tevahiya analîzên li ser avahî û zêhnan, nêzîkatiyên dîrokî di nava kaosê de digire û temenê krîzê dirêj dike. Encam, desthilatdarî civak û hawîrdorê hemûyî dadiqurtîne, demokrasiyê pûç dike mîna qaşilekî dihêle û xwe dixe şûvekî welê xwe bêmane dugêsinî dike. Civaknasî heta têgînên rêveberiyên desthilatdarî û demokrasiyê nexe navenda xwe û wan ji hev dernexe û bi vê ve girêdayî çareseriyê li dîrok û zanistên din belav neke, wê nikaribe ji krîza di qada zanistî de ango ji krîza civakî weke avabûn û manedaneke nû bibihure.