Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîsa mijara rexneya wêjeyî

17/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Her ku qada dahênan û nivîsîna wêjeyî berferh dibe, hijmara nivîskar û dahêneran zêde dibe û berhemên wêjeyî yên nû derdikevin, pêre jî, weke pêşketineke diyalektîk, asta hilbirîna wêjeyî jî bilindtir dibe. Her biçe dê şêweyên nivîsînê nû bibin, rewanbêjî û peyvsazî û hevoksazî dê qeşengtir bibe, her wiha naverok û mijar û babetên hilbirîna wêjeyî jî dê watedartir û bibandortir bibe.

Girêdayî vê geşedan û pêşdeçûnê, dîse girîngî û pêwîstiya rexneya wêjeyê diyar dibe û pêdiviya qada wêjeyê bi rexnegirên hosta û pispor zêde dibe.

Ta niha di qada wêjeya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de li gorî pêşketina dahênan û nivîsînê, rexneya wêjeyî pêş neketiye û hijmareke mezin ya rexnegirên zana û bi berpirsyar jî derneketine. Çend kesên ku li gor hinek pîvan û metod û alavan hewil didin carna deqên rexneyî der barê hin berheman de binivîsin. Ji xwe nifşê nû jî ku niha li zanîngehên herêmê beşa rexeneya wêjeyî dixwînin hîna ne ketine qada derbirîn û hilbirînê, lewma hîna ev qad wilo bê kes û bê xwedî ye.

Di demên dawiyê de hin pêşbirkên wêjeyî têne lidarxistin, ji wan Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan, Pêşbirka Çêrokê û pêşbirka deqên şanoyê. Piştî daner û nivîskar deqên xwe dişînin van pêşbirkan, êdî qonaxa nirxandina deqan destpê dike, pêwîste ji nava bi dehan deqên gihiştne pêşbirkan sê deqên herî baş bêne bijartin û xelatkirin. Lê bijartina deqan jî berpirsyarî ye, pêwîst e ku rexnegirên pêkhatî van deqan bixwînin û binirxînin û bibijêrin, eger wilo nebe dê bijartin qels û kêm be û dibe ku mafên pir beşdarên pêşbirkan bête xwarin. Lê tişta ku diyar e, kêşeya herî mezin li pêşiya amadekarên pêşbirkan ew e ka kî dê van deqan binirxîne û bibijêre. Halê hazir vê erk û berpirsyariyê didine hinek helbestvan, çîroknivîs û şanonivîsên ku ta radeyekî xwedî ezmûn in, lê bê guman ne pirspor û hosta ne.

Ji niha te ku nifşê nû yê ku li zanîngea beşê rexneya wêjeyî dixwînin, pêwîstî bi lidarxistina simînar û panêl û gotûbêjên berfireh heye ji bo ku ev mijara têkeve ber lêkolîn û vekolînê û kesên ku di vê qadê de jî mijûl in erk û berpirsyariya xwe zanibin.

Yek ji çalakiyên girîng di vê mijarê de çalakiya (Heftya Wêjeyî) ye ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve salane tê lidarxistin. Çalakî sala 2022`an li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, sala 2023`an jî li Kobanê, îsal jî tê payin ku dawiya meha nîsanê li bajarê Dêrikê bête lidarxistin. Di çalakiyê de di qonaxa 6 rojan de simînar û panêlên derbarê mijarên wêjeyî ên cuda de têne lidar xistin, her sal sê mijarên wêjeyî têne bijartin û derbarê wan de simînar û panêl têne lidarxistin, lê ji ber girîngiya mijara rexneya wêjeyî û pêdiviya vê mijarê bi şîrove û xwendin û lêkolînê, her sal jî mijareke sereke ya bernameya Hefteya Wêjeyî mijara rexneya wêjeyî ye, di heyama du rojan de semînerek û panêleke berfereh derbarê mijarê de tê lidarxistin û ev mijar bi beşdariya mêvanên xwedî ezmûn, bi rewşenbîr û nivîkaran re tê gotûbêjkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.