Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojhilata Navîn difûre

17/04/2024
in ROJEV
A A
Krîza Ukrayna bandora xwe pir dike
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Îranê karî piştî du hefteyan bersivê bide êrişa Îsraîlê ya li ser nûnertiya xwe ya li Şamê. DYE û Îsraîl kadroyên bi bandor ên Îranê armanc digirin. Beriya niha Qasim Silêmanî li Bexdayê ji aliyê DYE yê ve hatibû kuştin. Vê carê jî li sefaretxaneya li Şamê Mihemed Riza Zaherî û komek Îranî hatin armanckirin. Ji bo Qasimî jî Îranê bersivek hemahengê wê nedabû. Çend moşek avêtin baregehên DYE yê, lê baldarbû ku pir zêde windayiyek canî çênebe û ji beriya êrişê ew agahdar kiribûn. Vê carê rewş hinek cudatir bû. Êrişên ku Îsraîl li ser Xezayê pêk tîne û qetilkirina bi dehhezaran sivîlan welatên weke Îranê xiste bin zextê. Îran bixwe li kêleka Filistînê nekete şer. Di qadên şer de Filistînî bi tena serê xwe man. Yên ku herî zêde diaxivîn û digotin emê piştgiriyê bidin rêveberiya Îranê û Erdogan bûn. Lê Erdogan bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re jî ranewestand.

Heman demê de Îsraîlê di axa Îranê de, yanî di avahiya sefaretxaneya wê de lê da. Istixbaratên bi bandor girt û li kadroyên wê yên bi bandor da. Îranê nedikarî van bi daxuyaniyan derbas bike. Lê şerekî berfireh jî nedida ber çavan. Eger şer bidaba ber çavan ev bi mehane komkujî ji dûr ve temaşe nedikir. Di 14’ê Nîsanê de, piştî nîvê şevê ragihand ku êrişek bi moşek û balefirên bê mirov li dijî Îsraîlê da destpêkirin. Mûşek û balefirên bê mirov wê bi çend demjimêran piştî daxuyaniyê bigihana armanca xwe. Yanî Îranê ji beriya wê DYE û Îsraîl agahdar kir û hişt ku bergiriyê bigirin. Ji cîhanê re ragihand ku armanca êrişê ne destpêkirina şer e, bersiva êrişa li Şamê ye. Îsraîlê ragihand ku bi parastina hewayî ev êriş bêbandor kiriye.

DYE û Îranê ragihandin ku naxwazin şerê li Xezayê belav bibe. Îran bixwe nekete şer lê bi komên girêdayî xwe li gelek cihan êrişî baregehên DYE yê kir. DYE yê bersiv da van êrişan. Got di pişt van koman de Îran heye. Îranê ev êriş negirtin ser xwe. DYE yê li Bexdayê li navenda Heşd Şebî da. Îranê tektîka rageşiya bi venêrîn hilbijart. Dema nekarîn tevgera Hûsiyan rawestînin, DYE û hevkarên wê Yemen bombebaran kirin. Dema ku Îranê dît rewş ji bin venêrînê derdikeve û dibetiya êriş ber bi wî ve herin, derbasî rewşek agirbestê bû.

Eger DYE li bênder û cihên wê yên stratejîk bide wê aboriya Îranê zirarek mezin bibîne. Jixwe rewşa wan a aborî nebaş e. Di dorpêçê de ye. Îran di nav xwe de jî ne rihet e. Li gel ku DYE şeytanî kir, li ser ol propoganda kir û pergala zextê xiste dewrê jî, gel dest ji daxwazên xwe yên azadiyê bernadin. Îran serhildanên gel bi zext û tundiyê diperçiqîne. Îcar şerek nû, wêraniya aborî wê ji aliyê gelan ve çawa bê pêşwazîkirin? Ma wê gel pişta rejîmê bigire. Mîsogeriyek wiha tune ye. Di vî alî de rêveberiya Îranê baldar nêz dibe Îsraîl di pişt êrişên Hemasê de Îranê dibîne. Di vî alî de hewldide ku Îranê bikişîne nava şer û ji bo vê jî tu pirsgirêkê nabîne. Îsraîl dixwaze ev şer belav bibe û Îran jî bikeve nava şer. Difikire ku eger Îranê bikişîne nava şer wê DYE jî bikeve şer. Netanyahû dibêje ku ew hertim Îranê ji xwe re weke gefek mezin dibînin. Rêveberiya DYE yê jî îlan dike ku wê Îsraîlê li hemberî her cûr êriş biparêz in. Li herêmê cemserbûnek diyar heye, alî kêm zêde diyar in. Jixwe Îsraîl di şer de ye. Guhê xwe nade nerazîbûn û bangên ku ji cîhanê tên. Dibêje ezê Hemasê tune bikim û Xezayê bidest bixim.

DYE û welatên Ewropayê guhê xwe ji bangên agirbest û aştiyê yê ji gelê cîhanê û raya giştî tên re girtine. Ji bo bertekên gelê wan li wan nezivirin gotinên weke “bila sivîl nemirin” dibêjin. Bi vî awayî dibêjin ku ne li dijî agirbestê ne. Lê helwestek ku Îsraîlê neçarî agirbestê bike nîşan nadin.  “Rêberê mezin, rizgarkerê mezin” Erdogan jî herî dawî neçar ma bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re bîne ziman. Biryarên ku girtine dawî li bazirganiyê nayînin. Heta ku Îsraîl agirbestê bipejirîne navber dane bazirganiyê! Rojên Erdogan ên “One Minute” pir di paşerojê de mane. Demekî bi van xwezirtkirinan rayagiştî mijûl kir, lê ew poşman kirin. Piştî wê Erdogan çû DYE yê, ji bo rêberên Yahûdî re navbera xwe xweş bike bendbazî kirin. Ji bo têkiliyên bi Îsraîlê re sererast bike pir hewl da. Serokkomarê Îsraîlê vexwend Tirkiyê û pêşwazî kir.

Tirkiye yek ji wan hêzane ku aştiya li Sûriyê asteng dike. Pişta xwe daye NATO û DYE yê û dixwaze li herêmê serweriyê çêbike. Bi dijminayiya Kurdan û wêjeya terorê di axa Iraq û Sûriyê de pêş diçe, dixwaze herêmên dagirkirî berfireh bike. Îran jî bi dijberiya Îsraîlê û komên girêdayî xwe li Rojhilata Navîn hewldanên xwe yên hêzek serwer didomîne. Li herêmê lêgerîn û rikberiya serweriya Îran û Tirkiyê heye. Niha jî yên tên qetilkirin, wêrankirin û di xeteriyê de Kurd û Filistînî ne. Hêzên din ên mezin jî di vê lîstokê de li gorî berjewendiyên xwe cih digirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.