Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwe bistirîne

17/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehir pale      

Sîstema baviksalarî di mejiyê civakê de rêbazê xwe sitirandin çandiye û êdî ew rêbaz ji bo jinê pîvanê berdewamiya jiyanê hatiye diyar kirin. Jin ji temenê xwe yê biçûk heyanî ku fîzîkî dimre her tim jê re tê gotin: `Xwe bistirîne`.

Stara jinê çi ye û kî ye? Mêr û zewcandin e? Jinên ku ne zewicî bin, yên ku bav û birayên wan tine bin hemû li gorî zîhniyeta heyî bê star in. Li gorî rêbazên çareseriyê ku hatine diyar kirin, divê mêrek li malê hebe, yan ew jin bê parastinin û stara wan nîne, êdî stara jinê gihîştiye asta bibe diyarde û di encama wê de pirsgirêk derbikevin an jî rêbazên balkêş ji bo çareseriya vê pirsgirêkê werin bikar anîn. Jin bê mêr bimînin ji bo wan û ji bo civakê pirsgirêkeke gelekî mezin e.

Li Dêra Zorê dayîk û keçên xwe bi tenê bûn, bav mirî ye û di malê de lawik nîn in. Apanên wan keçikan mêrekî ku ji dûrve dighîje wan weke star danîbûn gel wê dayîkê û keçên wê. Bawerî dabûn wî mêrê xerîb ku parastina hevjîna birayê wan û keçên wî bike, lê belê bawerî nadin dayîk û keçên wê ku parastina xwe bikin. Dayîk û keçên xwe dixebitîn û xizmeta wî mêrî dikirin, ew mêr jî li ser keda wan tenê dixwar û xew dikir. Li gel civakê ew mêr stara wan jina ye û pesna wî didin. Di heqîqetê de civak dibe sedema derketina efendî û koleyan.

Dema ku em dibêjin jin bi koletiyê tê fetisandin, îfadeya vê yekê dike. Şûna jin bizewacê û bi mêr stara xwe bike bila fêr bibe bixwe parastina xwe bike. Li benda mêr nemîne ku wê birêve bibe, bi xwe xwe birêve bibe û çareseriyê ji pirsgirêkên xwe re deyne. Her tim pêdiviya jinê bi mêr çênebe. Ji tiştekî netirse û baweriya wê pê hebe. Hemû rêbazên ku sîstema baviksalarî weke çareserî ji jinê re datîne ji çareseriyê dûrin û wê fêrî koletiyê dikin, jinê lewaz dike û koletiyê bi wê didin qebûlkirin. Jin ji bo bikarbin ji malê derbikevin divê bav, kur, bira yan jî hevjînê wan bi wan re bin. Mêr stara jinê têne dîtin. Heyanî ku ev zîhniyet li gel civakê heye pirsgirêka zayendperestiyê nayê çareser kirin. Di encama zîhniyeta mêrê desthilatdar de enceq jinên kole derbikevin holê.

Rêber Abdullah Ocalan yekemîn car jin û malbat analîz kir, zayendperestî heyanî kokên wê lêkolîn kir û rêbazên rizgarkirina jinê ji koletiyê danîn holê. Yek ji wan rêbazan kuştina mêr û qutbuyîna ji mêr bû. Ango jin ji aliyê fikir, ruh û fîzîk ve ji mêr qut bibe. Ji zaroktî ve were fêrkirin ku bixwe parastina xwe bike, her tim nebe pariyekî hesan di destê mêr de.

Civak bêjeya sitrandin di hinek rewşên dîtir de jî dide bikar anîn. Mînak dibêjin:`Stara xwe bike, xwedê em sitirandin` ango ev bêje li gorî zîhniyeta sîstema baviksalarî tê bikar anîn. Civak bi vê zîhniyetê lewaz dikeve û bandorê li ser têkiliya di navbera jin û mêr de dike.

Post Views: 73
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.