Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistinên NY`yê rewşa kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh dikin

16/04/2024
in NÛÇE
A A
Rêxistinên NY`yê rewşa kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemwextî paşveçûna rewşa koçberan, rêxistinên NY’ê erkên xwe paşguh dikin û alîkarî ji hezaran malbatan re yên li 111 kampên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, pêşkêş nakin.

Zêdetirî 25 hezar malbatên ji deverên Sûriyeyê koçber bûne di rewşên zehmet de li 111 kampên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin. Piştî ku WHO`yê biryara rawestandina pêşkêşkirina alîkariyan ji bo kampan da, rewşa koçber û penaberan xerabtir bû.

Hemwextî rawestandina alîkariyan, pêdiviyên koçber û penaberan bi stragehên guncaw, binesaziya tenduristiyê, ava vexwarinê ya paqij û perwerdeyê zêde bû.

Alîkariyên ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşkêşî kampên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, têrê nakin. Alîkarî digihêje hin kampa lê belê hin kampên din bê alîkarî dimînin.

Rêveberiya Xweser jî li gorî derfetên xwe alîkarî ji koçber û penabaran re pêşkêş dike. Lê belê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hedefgirtina binesaziya wê, stasyonên avê, kehrebeyê û gazê barên Rêveberiya Xweser girantir kir, aloziya koçberan jî girêktir kir.

41 lI kantona minbicê hene

Li kantona Minbicê 41 kamp hene. Ji wan 2 birêxistinkirî û 39 bêserûber in. Di kampan de 2 hezar û 584 malbat hene piraniya wan ji herêmên hikumeta Şamê ne wek rojhilatê Helebê, Sifîrê, Bab, Dêrhafir û Meskenê yê Himsê.

Koçberê ji Dêrhafirê yê rojhilatê Helebê Derwîş Elî El Casim ku li kampa Resim El Exder a nû dimîne ji ajansa me re got: “Rewşa binesazî li kampê xerab e. Kadroya dibistanê ne temam e. Navendeke tenduristiyê heye lê belê derman lê nîne eger hebe jî hindik e û nikare hejmareke zêde ya nexweşan pêşwazî bike.”

El Casim wiha domand: “Kon êdî qetiyaye, ji 4 salan ve nehatiye guhartin. Ew me ne ji germayê ne jî ji sermayê diparêze. Piraniya koçberan nikarin konên xwe biguherînin ji ber ku biha ne. Her wiha ji ber şilî û sermayê nexweşî belav dibin.”

11 kampên li Tebqayê ne

Li kantona Tebqayê 11 kamp hene. Ji wan 2 birêxistinkirî û 9 bêserûber in. Tê de 4 hezar û 136 malbat hene.

Koçberê ji bajarê Hemayê Muteb El Zuleyfan ku li kampa El Tiwêhînê dimîne got: “Ji ber kêmbûna xwarinê, tunebûna navendeke tenduristiyê ya sabit û kêmbûna dermanên nexweşiyên giran wek şekir û tansyon belav dikin. Jilewra em gelek zehmetiyan dikişînin.”

El Zuleyfan bang li rêxistinên navneteweyî kir ku pêdiviyên koçberan peyda bikin di serî de kon, xwarin û dermanên paqijiyê. Her wiha bang li Rêveberiya Xweser kir ku nan zêde bike û navendên tenduristiyê di kampê de ku 24 saetan kar bikin, bi cih bike.

11 kamp Dêrazorê heye

Li kantona Dêrazorê 9 kampên bêserûber û 2 yên birêxistinkirî hene. Tê de 6 hezar û 77 malbat dimînin.

Koçbera ji herêmên hikumeta Şamê Xezne El Feyad ku li kampa bêserûber a Sifîrê dimîne ji ajansa me re der barê rewşa xwe de wiha axivî: “Em ji 6 salan ve koçber bûne û rewş her ku diçe xerabtir dibe. Lê niha xizmetên sereke ji ser me kêm bûne.”

Xezne hêvî kir ku rewşa wan baştir bibe û got peydakirina navendên perwerdeyê ji bo fêrkirina zarokan gelek girîng e.

50 kamp li Reqayê hene

Li kantona Reqayê jî 50 kampên bêserûber hene. Tê de 13 hezar malbat bi cih bûne. Rewşa wan jî xirab e. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo peydakirina çareseriyan di nava hewldanan de ye.

Hewldanên rêveberiya xweser

Der barê rewşa kampan û rêbazên vegerandina koçberan li warên xwe de  piştî misogerkirina mafên wan, hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed got: “Hemwextî paşguhkirina NY’ê, rewşa kampên li herêmê zehmet e. WHO û Rêxistina Tenduristiyê ya NY bi awayekî fermî ragihand ku ew ê êdî alîkariya tenduristiyê ji bo kampan kêm bikin.”

Ehmed wiha domand: “Topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê û rûxandina stasyonên kehrebe, av, gaz û petrolê bi awayekî neyînî bandor li pêşkêşkirina alîkariyan kir û aloziya li wan kampan girêktir kir nemaze bi hatina havînê re.”

Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide li gor pîvanên mirovahiyê vegereke ewle û birûmet ji bo hemû koçberên ku bi darê zorê yan ji ber şer hatine koçberkirin, misoger bike.

Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: “Li gorî wê jî Rêveberiya Xweser bi koordîneya rêxistinên mirovî û hiqûqî hewl dide vegera koçberan li warên xwe miosger bike. Em wan koçberan ji kampan û hewl didin wan tev li civakê bikin ji bo ku bi xwe debara xwe bikin û bikarên li derveyî kampan bijîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.