Amara baran/ Qamişlo
Bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê tê meşandin. Dayikên ku zarokên wan di girtîgihên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dene bang li mirovên xwedî wijdan dikin, di serî de ciwan û hemû beşên civakê ku bibin denge Rêber Apo û zarokên wan yên di girtîgehan de ne.
Bi rihê Mazlûman berxwedana zindana didome
Şoreşgerê mezin Mazlûm Dogan di Zindana Amedê de li hember sûcên dijmirovî û hovîtiyên cûntaya faşîst a Dewleta Tirk bi dirûşma “Berxwedan jiyan e, bîrkirin îxanete” teslimiyêtê qebul nekirin, di roja meya îro de rihê Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr. Li zindanê bakûr ê kurdîstanê û tirkiyê berxwedana girtiyên azadiyê didome.
Girtiyên Azadiyê li girtîgehên bakûrê kûrdistanê û tirkiyê di çarçoveya kampanya navneteweyî ” ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê mijdara 2023′ yan de dest bi gireva birçîbûnê ya bê dorveger kiribûn. Girtiyan destnişan kiribûn ku heta 15’e Sibatê roja komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan neyên qebûlkirin wê çalakiya xwe derbasê qonaxekî nû bikin.
Girtiyên PKK û PAJK’ê di 3’ê Nîsanê de bi daxûyaniyekê ragihandin ku bi boneya 4’ê nîsanê roja rojbûna Rêberê gellê kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe derbasê qonaxa duyemîn dikin.
Yek ji girtiyên ku tevlî girevê bûye Emîne Kaya, ya li girtîgeha Bakirkoy a Jinan ku li Îstanbolê girtiye, Dayka Emîne, Meryem Soylu derbarê rewşa girtiyan axifî û wiha got: Divê em ji vê zilmê re bêjin edî bes e, girevin birçîbûnê di bin şertên giran da pêk tên. Çalakiya ku ji bo Rêberê gele kurd Rêber Abdullah Ocelan hatiye destpêkirin watedare, divê gellê me xwedî li îrada xwe û Serokê xwe derkevin.
Meryem Soylu wiha behsa keça xwe Emîne Kaya kir: Emîne dayika 5 zarokane ev 4 salin rûxmê rewşa wî ya tenduristî nebaşe ji di girtîgehên dewleta tirk de tê girtin, Emîne ji ber ku li MEYA-DER a Îstanbolê xebat dimeşand di encama opeasyona siyasî de hat girtin 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birin.
Girtiyên nexweş bi ringan û bi destên kelepçekirî dibin nexwaşxana û nahêlên ku girtî werin dermankin , li girtîgehên tirkiyê muamele û îşkenceyên pir xirab li ser girtiyan te meşandin.
Meryem Soylu wiha behsa rewşa girtîgehan kir: Ev nêzî 5 mehanê li girtîgehên Bakur û Tirkiyê çalakiyên girevên birçibûnê ya bê dorveger berdewam dikin 4’ê Nîsan ê bi boneya Rojbûna Rêberê gele kurd Rêber Abdullah Ocelan çalakiya girtiyên azadiyê derbasê qonaxa duyemîn bû, heta niha dewletê tu gav neavêtiye û tu heq û huquqan nasnake, Dewleta ku behsa qanûnê mirovatiyê dike rojana îşkence li girtiyan dikin. Girtiyên ku canê xwe kirine mertal ji bona doza azadiyê dixwaze teslîm bigre. Bi gefên ku hûn bêjin em ji doza xwe poşman bûne da ku we serbest berdin ger hûn qebûl nekin emê cezayê we dirêj bikin.
Em ê li hember, dagirkeriyê serî netewînin
Dayika Emîne kaya, Meryem Soylu destnîşan kir ku herkesên xwedî wijdan divê li dijî vê rewşê bêdeng nebin û bang kir û axaftina xwe wiha domand: “Em weke gelê kurd bi salan e bindest in. Lê me qet li dijî vê rewşê serî netewand û em ê netewînin. Ez dixwazim vê bi taybetî destnîşan bikim. Şertên girtîgehê zor in. Dema em weke malbat çûn serdana dawî jî em rastî lêgerînên der mirovî hatin.
Hêjayê gotinê ye ku Emîne Kaya di axaftina xwe ya telefona dawî de tekîldarî çalakiya xwe ya bi daxwaza ” ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî” axivî xwast ku hemû beşên civakê ji bo wan bibin dengek û heta azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan emê çalakiya xwe berdevam bikin.
Heta ku Rêber Apo azad nebe wê berxwedana zindana bidome
Dayika T. E diyarkir ku heta ku Rêberê gelê kurd Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad nebe em ê li pay doz û berxwedaniya zarokên xwe yên ku îro li girtigehên Bakurê kurdîstanê û tirkiyê di girevên birçîbunê de bin.
Dayika girtiyî siyasî T.E diyarkir ku: T.E di sala 2000’î li gûmûşxanê hat girtin 4 mehan di bin îşkenceya dewleta Tirk a dagirker de ma, piştre dewleta tirk agahî da Rêjîma Sûrî ku T.E hatiye girtin bi agahî dayina wan re Rejîma Suriyê agahî da ku “lawê wê ji aliyê dewleta tirk ve hatiya girtin li Erziromê “. Em derbasê Erziromê bûn ku em karibin T.E bibînin, lê mixabin dewleta Tirk a dagirker bi lêdanê û defşan nêzî me bû û gotin kû T.E Terorîste nehîştin em bibînin. Bi serlêdana carek derfet dan me ku em T. E bibînin û ew jî nêzî saatekî li ber pencere hevdîtin çêbû, 12 sal T.E li girtîgeha Erziromê ma, piştre wî derbasî Eizmîrê kirin li wir jî 12`e sal ma. Her wiha ev nêzî 2 sal in ku wî derbasî Edenê kirine, ew cih jî wek cihê faşîstan tê naskirin bin navê ku terorîste hucreya yek kesî de tê girtin,
T.E name ji me re şand û got” emê dest bi gireva birçîbûnê bikin, heya ku Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan Azad nebe û agahî jê neyê girtin, emê dev ji çalakiya xwe bernedin. Ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiyê de ye, çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê ya bê dorveger ji 4’ê nîsanê ve veguhestin qonaxeke nû. Girtiyên siyasî di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinan
Li girtîgehan, Îşkence li girtiyan tê kirin
Dayîka girtiyên siyasî T.E îşkenceyên dewleta tirk li ser gîrtiyên siyasi wiha anî ziman: Rûxmê ku rewşa T.E ya tendurîstî her diçe xirab dibe nexweşiya dil, şekir û çav pê re heye, di hûcreya yek kesî de tê girtin.
Dayika T.E bîr xist ku çalakiya kurê wî û girtiyên din berdewam dike û got: “Ez bang li mirovên xwedî wijdan dikim, di serî de ciwan û hemû beşên civakêdivê bibin denge Rêber Apo û zarokên me yên di girtîgehan de.