Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kujerên Siwêda û Efrînê yek in

06/08/2018
in Uncategorized
A A
Kujerên Siwêda û Efrînê yek in
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Meclîsa Jin ya PYD’ê a li Efrînê Şoreş Xelîl diyar kir ku jinên Kurd ji bo tevahiya jinên Sûriyê çavkaniya hêz û hêviyê ye. Şoreş bal kişand li ser êrîşên li dijî jinan û wiha got, “Çi li Şengal, Efrîn, Kobanê dibe, çi jî li Siwêdayê dibe kujer yek in.”

Şoreş Xelîl Endama Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li Efrînê derbarê destdirêjiya li ser jinê û bi taybet revandina jinên Siwêdayê got, “Di dîrokê de; her jin rastî destdirêjiya û şîdeta zihniyeta zilamê serdest hatiye. Heya roja me ya îro, jin ji bo berjewendiyên desthilatdariyê tê kuştin, tecawizkirin û revandin.”

JIN ÇIRÛSKA HÊVIYÊ YE

Xelîl bi bîr dixe ku jina Kurd di heyama Şoreşa Rojava de pêşengtî kiriye û ev tişt anî ziman: Jinên Rojavayê Kurdistanê di aliyên siyasî, dîplomasî, leşkerî, civakî û aborî de pêşengtiya şoreşa zihnî ya Rojavayê Kurdistanê kirine. Jina Kurd ji bo jinên tevahî Sûriyê û cîhanê çirûska hêviyê ne. Li kêleka jina Kurd, jina Sûriyê jî sekiniye. Xelîl dewam dike: Pêşengtiya jina Kurd ji Şoreşa Rojava re bala jina Sûriyeyî jî kişande ser xwe. Bi vî rengî jî jina Sûriyeyî erkên pêşengtiya Şoreşa Rojava girtin ser milê xwe û di çeperên têkoşînê de gihaştin asta şehadetê.

JINA PÊŞENG HEDEF TÊ GIRTIN

Xelîl dibêje ku ev rêxistinbûna jinê li kêfa desthilatdaran nehat û asta destdirêjî û gefên li ser jinan zêde kirin. Xelîl êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ li ser Efrînê û Siwêdayê weke mînak girte dest û ev tişt got: Ji ber ku Erdogan dixwaze sîstemek cinsiyetparêz li Tirkiyê û herêmê ava bike, tevî çeteyên xwe êrişî cihê herî birêxistinkirî li Sûriyê Efrîn kirin. Li Efrînê jinê jiyan û polîtîka bi rê ve dibir. Naxwazin jin serî hilde. Ji amûrekî bêtir nagirin dest. Ji ber vê yekê di serî de jina pêşeng a ku bi paradîgmeya Şoreşa Rojava re hatiye afirandin û bandor li tevahî jinên Sûriyê û cîhanê kiriye, li Efrîn û piştre li Siwêdayê hate hedefgirtin.

KUJER YEK E

Xelîl destnîşan dike ku komkujiya vê dawiyê li Siwêdayê qewimiya destê zihniyeta Erdogan û çeteyên DAIŞ tê de heye û got: Ti ferq û cudahî navbera vê komkujiya Siwêdayê û ya Şengalê de nîne. Heman zihniyetê ev qetlîam pêk aniye. Çi li Şengal, Efrîn, Kobanê dibe, çi jî li Siwêdayê dibe. Kujer yek e. Peyama hemûyan jî ev e; nabe jin ji bo azadiya xwe serî hilde. Lazime jin her di nava koletiyê de bijî û ji serdestan re bibe amûrê kirîn û firotinê.
Endama Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Şoreş Xelîl di dawiya nirxandinên xwe de komkujiya li Siwêdayê şermezar kir û bang li tevahî jinên cîhanê kir ku; erkên xwe yên mirovî pêk bînin û ev tişt anî ziman: Pêwîste hemû jinên dunyayê li dora têkoşîna jinê xelek bigirin. Ancax bi hişmendiya pêşeng a têkoşîna azadiyê jin rizgar bibe. Ev kiryarên dermirovî derheqê jinan de wê berovajî fikrandinên serdestan, asta têkoşîna jinê bilinditir bike. Wê israra me ya azadiyê jî tekûztir bike.

Şîlan XOCE

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.