Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Yekrêziya Kurdî misogeriya serkeftina doza gelê kurd e’

14/04/2024
in ROJEV
A A
’Yekrêziya Kurdî misogeriya serkeftina doza gelê kurd e’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriya Ezher Ehmed destnîşan kir ku bi qasî yekkirina helwest û yekrêziya gelê kurd wê serkeftina çareseriyên doza kurdî li Sûriyê mezin be û got, “Yekrêziya Kurdî misogeriya serkeftinê ye.”

Bi armanca xurtkirina yekrêziya kurdî fermadarê giştî yê QSD Mezlûm Ebdê însyatîfek li Rojavayê Kurdistanê dabû pêş, da ku hemû partî û rêxistinên siyasî bikevin nava yek sîwanê de û bi hewildana gihaştina nêrîneke siyasî hevbeş 25 partî û rêxistinên siyasî hatin ba hev û yekîtiya refa kurdî raghandin di bin navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî de.

Têkildarî vê mijarê endamê komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ezher Ehmed ji rojnameya me re axivî.

Ezher Ehmed di destpêka axaftinên xwe de behsa hevdîtinên ku di navbera partiyan de çêbû kir û wiha got: “Derbarê civînên berfireh ku di navbera partiyên kurdî tên li dar xistin ku bi navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî a Kurdî tên nasîn, ev hevdîtin bi însyatîfa hin partiyên kurdî hat kirin( PYD, Partiya Çep a Kurd li Sûriya, Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî û Partiya Aştî) bi armanca pêşkêşkirina Destûrnameya Çareserkirina Doza Kurdî weke projeyeke kurdî ji bo yekbûna helwesta kurdî û çareserkirina aloziya Sûriyeyê. Ev hevdîtin bi amadebûna rewşenbîr, kesayetên siyasî, Partiya Yekîtî û Partiya Demokratîk a Sûrî hatin kirin. Lê ji ber neqbûlkirina hin xalên hevpeymanê ku ji 14 xalan pêk tê Partiya Yekîtî û Partiya Demokratîk a Sûrî xwe ji pejirandina hevpeymanî vekişandin.”

Ezher Ehmed destnîşan kir ku ev hevpeyman destûrnameya sereke ji bo çaresekrina doza kurdî ye ku di qûnaxeke giring de derbas dibe ber bi pêşketina xebatên gihaştina lidar xistina Konferanseke ji bo yekbûna nêrînên çaresekirina doza kurdî li Sûiyeyê di heman demê de çareserkirina aloziya Sûriyeyê, ji bo bibe kaxizek ku nêrînên partiyên kurdî ji bo çareseriya doza kurdî îfade bike.

Ezher Ehmed wiha axaftinên xwe domand: “Ji ber hebûna hin sedemên cudabûnê û neqebûlkirina li ser hin xalên sereke weke( nenavendiyê, zimanê kurdî û gel …) û hin xalên din Partiya Yekîtî û Partiya Demokratîk a Pêşverû kaxizeke din derxist ji xeynî kaxiza ku li ser hemû partiyên siyasî hat pêşkêş kirin.”

Ezher Ehmed diyar kir ku: “Destûrnameya bingehîn ya ji bo çarserkirina doza kurdî li Sûriyeyê ji ENKS jî re hat şandin ji bo dayîna nêrîna xwe lê bersiv nehatiye dayîn. Aliyê Selah Derwîş jî ji Partiya Demokratîk a Pêşverû demeke ji bo nîqaşkirina destûrnameyê xwest.”

Ezher Ehmed derbarê xalên destûrnameyê da zanîn ku wê ev xal di nava hemû kategoriyên civakê bên pêşkêş kirin û wiha domand: “Wê hemû xalên destûrnameyên di civînên girseyî, di nava rewşenbîr, siyasetmedarên serbixwe û hemû kategoriyên civakê bên pêşkêş kirin. Dema ku hin pêşîniyarên din jî hebin ji bo xizmeta yekbûna nêrînên çareseriya doza kurdî herwiha yekbûna nêrînên partiyên siyasî dibe ku ev xal bên guhertin.”

Ezher Ehmed diyar kir: “Ev destûrname wê ji aliyên peywendîdar ji bo çareserkirina aloziya Sûriya li gorî biryarên navdewletî çi di hundirê Sûriyeyê, naversta herêmê an naversta navdewletî de bê pêşkêşkirin. Wiha domand: Beriya niha jî nûnerê netewên yekbûyî, koalîsyona navdewletî û dewletên garnator destûnameyeke yekbûyî ji partiyên siyasî re xwestibû, ji ber ku mayîna wan bêyî yekbûna nêrînan wê bandorê li ser doza kurdî li Rojava û Sûriyeyê bike, herwiha wê bandora wê bighêje aloziya Sûriyeyê ji ber ku kurd bûne çareseriya şoreşa Sûriyeyê û kaxizên wê ji bo çareseriya alzoiya Sûriyeyê hene weke rêveberiyên sivîl, saziyên sivîl û leşkerî.”

Ezher Ehmed di gotinên xwe de tekez kir ku bi serkeftina komkirin û parêzevaniyê û yekbûna nêrînan ji bo destûrnameyê wê rêjeya serkeftina çareseriyên doza kurdî li Sûriyeyê mezin be ku wê cihê xwe di destûra Sûrî ya pêşerojê bigre.

Endamê komîteya navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriya wiha dewam kir: “Ya ku ji komîteya amadekirinê tê xwestin ku hewildanên xwe zêdetir bike û rê li ber tu partiyên siyasî negre. Em têkiliyên xwe bi hemû partiyên siyasî re didomînin ji bo li ser xalên hevbeş nîqaş bikin. Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî gihaşt 20 partî ku li ser tevahiya xalên Destûrnameya Çareseriya Doza Kurdî erêkirin.”

Di dawiya gotinên xwe de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriya Ezher Ehmed got: “Komîteya amadekirinê bi taybet PYD, Partiya Çep a Kurdî li Sûriya, Partî û Partiya Aştî hewil didin ku ev proje bighêje li dar xistina Konferansekê ji bo hemû partiyên siyasî û hêzên kurdî li Rojava.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.