Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê li hember Tirkkirinê têkoşînê bikin

06/08/2018
in Uncategorized
A A
Em ê li hember Tirkkirinê têkoşînê bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Nûnerên KPCD yên ku beşdarî Yekemîn Kongreya KPCD- Jin a Bakurê Sûriyê bûn diyar kirin ku deweleta tirk a dagirker li hemberî sîstema Neteweya Demokratîk a ku li Bakurê Sûriyê hatiye rûniştandin, polîtîkeyên tirkkirinê dimeşîne û anîn ziman ku ew ê li hemberî hemû pergalên desthilatdar, têkoşînê bikin.
Nûnerên hemû bajar û herêmên Bakurê Sûriyê yên ku tevlî Yekemîn Kongreya KPCD-Jin a Bakurê Sûriyê bûn, li ser girîngiya lidarxistina kongreyê axivîn û diyar kirin ku lidarxistina kongreyê di vê pêvajoya hesas de ji bo jinan serkeftinek e mezin e.
Gulîstan Elî Ebdo ku ji herêma Şehbayê hatibû tevlê Kongreyê bû li ser armanca tevlêbûna xwe wiha got: “Ez tev li kongre bûm da ku, rastiya polîtîkeyên dewleta tirk a dagirker derxînin holê, ku zimanê xwe li ser gelê Efrînê ferz dike.”
Gulîstan destnîşan kir ku di nava salên borî de li Efrînê hemû pêkhateyan bi zimanê xwe yê dayîkê perwer didîtin, piştî hate dagirkirin dewleta tirk zimanê xwe ferz dike û hemû zimanên din jî înkar dike.
Gulîstan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li Şehbayê tevî hemû astengiyan ew teslîm nebûn û wiha dewam kir: “Me xwe di aliyê pewerdeyê de ji nûve bi rêxistin kir. Me dibistan vekirin û dest bi pêşwazîkirina xwendekaran kirin. Em tekez dikin ku em tu carî dev ji zimanê xwe bernadin û em ê bi hemû awayan zimanê xwe biparêzin.”
Nebîha Elî jî anî ziman ku lidarxistina kongreyê di vê pêvajoya hesas de ji bo jinan serkeftinek e mezin e.
Nebîha destnîşan kir ku ew tu carî derfet nadin dewleta tirk a dagirker ku armancên xwe pêk bînin, çanda gelan tune bike û zimanê xwe li ser şêniyên Efrînê ferz bikin û wiha dewam kir,”Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dibistanên Efrînê veguherîne girtîgehan û li wê derê kiriyarên hovane pêk tîne.”
Di dawiyê de Nebîha diyar kir ku kongreya wan ji bo hemû zehmetiyên li pêş ziman rabin pir girîng e…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.