Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna jinan a ji bo mafê dengdanê

14/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan  Cizîrî

Di cîhanê de jinan ku mafê dengdanê di zeman û mekanên cuda cuda de bidest xistin, bi hêsanî çênebû. Bi pêşketina gavên şoreşî yên sedsala 20. re hem di nav tevgera jinên burjûva de, hem jî di nav tevgera jinên kedkar de mijara keda jinê girîngiyek qezenç kir, lewre di nav tevgerên karkeran de jî ev bû mijareke nîqaşê. Ya rastî heya wê çaxê ne di nav yasayan de, ne di qada raya giştî de, ne jî di nav avahiyên siyasî û civakî de destûr nedidan jin xwe birêxistin bikin. Keda jinan dihat firotin û jin rastî kedxwariyek mezin dihatin. Lewre jin neçar man dest bi têkoşîna mafên xwe bikin. Heya wê çaxê destûr nedidan ku jin bibin endamên sendîka, komale û partiyan. Li hember vê nêzîkatiya zilamperest jinan jî dest bi sazkirina komale, dezgeh û sendîkayên xwe yên piştgiriyê kirin.

Di nîva duyemîn a sedsala 19. de tevgera karkeran a pêş ketî, hişt ku jin di nav wê de xwe birêxistin bikin. Ev gavên hatin avêtin jî, di pêşengiya jinên di nav wê tevgerê de çêbûn. Komunîsta Alman Clara Zetkîn Tîrmeha 1889’ê di Kongreya Karkerên Navneteweyî de -li Parîsê hat lidarxistin- axaftinekê dike û dixwaze jinên karker jî di nav tevgera karkeran de bibandor xwe birêxistin bikin. Heya wê çaxê tevgera karkeran fêrî vê tiştê nebibûn, lewre ev axaftina Zetkîn deng vedide. Zetkîn di axaftina xwe de behsa birêxistinbûna jinan, di sendîkayan de perwerdeya cinsiyetperest, modelên kevneşop, zorî û zehmetiyên jin ji ber çewisandinê dibînin dike. Her wisa ji bo xebata polîtîk a di nav jinan de şêwazên taybet pêşniyar dike. Ev helwesta Zetkîn şiyarbûnekê di nav jinên karker de pêş dixe. Têkildarî vê pirsgirêkê hinek pêşketinên girîng ji sala 1900’ê şûn de çêbûn ku partiyên sosyal demokrat ên hinek welatan di nav xwe de konferansên jinan lidar xistin. Bi taybetî 1. Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ku meha Tebaxê ya 1907’ê, bi tevlîbûna 58 delegeyên ji 15 welatan hat lidarxistin, hinek biryarên girîng ên têkildarî xwe birêxistinkirin û mafên jinan girtin. Biryareke girîng a vê konferansê jî, ji bo jinan mafê dengdana giştî û bêsînor dihat xwestin.

Hem ji bo tevgera jinên kedkar, hem jî ji bo jinên burjûva mafê dengdanê pirsgirêkek navendî û cidî bû. Vê mijarê ku mirov dikare berfirehtir rave bike, bi kurtasî heya jinan di hilbijartinan de mafê dengdanê û berbijêriyê qezenç kirin, bi salan têkoşîn kirin. Vêca îro dema behsa mafê dengdana jinan dikin, hinek dewlet ji bo xwe pêşketî nîşan bidin dest bi zirtan dikin û bi pozbilindî behsê dikin ka çawa mafê jinan beriya her kesî dane jinan. Encex tu jineke xwedî zanistî û lêgerîna azadiya jinê bi van propagandayan naxape.

Roja 31’ê Adarê jinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê elbet bi zanistî dengê xwe bikar anîn û serkeftinek mezin hem bi navê giştî jinan, hem jî di aliyê civakê de bidest xistin. Li Başûrê Kurdistanê jî di hilbijartinan de sekneke jinên Kurd a berçav heye. Di vê wateyê de eşkere ye ku jinên Kurd hem di warê nasnameya jin de, hem jî di warê siyaseta demokratîk de asteke girîng qezenç kirine. Li herêmên me yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî ku di demek nêz de wê hilbijartinên şaredariyan çêbibin. Wekî vê pêwîstî heye jin di her hilbijartinekê de berî her tiştî bi hesta xwedî derketina li nasname û nirxên xwe yên dîrokî-civakî û qezencên bi keda hezaran jinan hatine bidestxistin dengê xwe rast bikar bînin, mafê xwe yê dengdanê bi vê zanistê bikar bînin û dengê xwe destpêkê bidin jinan.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.