Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wêjeya pabend berpirsyarî ye ne alîgirî

09/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Wêjeya pabend, ango wêjeya ku xizmet û parastina boçûn û nêrîneke sincî, siyasî, civakî, bîrdozî yan olî dike. Ev danasîneke sivik û giştî ye, lê weke têgeh û pênase mijara wêjeya paband ji hêla pir ramyar û zanyaran ve hatiye gotûbêjkirin.

Fîlozofê Fransî Jean-Paul Sartre derbarê pênaseya wêjeya pabend de dibêje:“Bê guman berhema nivîskî rastiyeke civakî ye û divê nivîskar jî berî ku pênûsê hilgire bi kûrahî ji wê nivîsê bawer be. Bi rastî jî divê hayê wî ji berpirsyariya wî hebe û zanibe ku ew ji her tiştî berpirsiyar e, ji şerên binkeftî yan ên serketî, ji serhildan û zilmê. Eger ne hevalbendê xwezayî yê mezlûman be ew dibe hevkarê zaliman“.

Sartre her wiha behsa rola mezin a wêjeyê di çarenûsa civakan de dike. Wêje berpirsyarê azadî, kolonyalîzm, pêşketin û paşketinê ye.

Nivîskar yek endamên hawîrdora xwe ye, berdevkê wê ye û çeka wî peyvên wî ne, divê armancê baş diyar bike û bi awayekî rast armanca xwe bîne. Nivîskar bi cewherê xwe navbeynkar e û pabendiya wî ew navbeynkarî ye. ”

Di dîroka nêzîk de bi taybet di nîvê sedsala 20`an de pir behsa rola wêjeyê û çandê bi giştî di şoreşên gelan û civakan de dihate kirin, bi taybet di pêvajoya şoreşa sosyalîzmê û tevgerên rizgariya netewî yên di wê pêvajoyê de pêş ketin, ku di wê demê de biwêjên mîna wêjeya şoreşê yan wêjeya berxwedanê pêş ketin. Lê niha li gorî pir nêrînan dibêjin ku êdî wêje û deqên wêjeyî nikarin wan berpirsyariyên me behs kirin pêk bînin. Her wiha hin kes jî di wê baweriyê de ne ku mijarên parastin û pêşxistina civakan ne erk û delametên wêjeyê ne.

Di civaka Kurdan de ku civaka têkoşîn û berxwedan û şoreş û serhildanan e. Wêjeya berxwedanê xwedî roleke girîng bû. Lê niha derbarê vê mijarê de parçebûn û nêrîn û boçûnên cuda hene. Bi qasî parçebûna siyasî ewqasî parçebûna nêrîn û boçûnê jî heye derbarê vê mijarê de. Beşek dahêner û wêjevanan alîgirên aliyekî siyasî ne û li gorî wan pabendî û berpirsyarî ew e ku têkeve xizmeta wî aliyê siyasî û çi nivîseke ku nekeve ber wê şepêlê ew bê wate ye.

Ji xwe beşek jî dibînin ku berhema wêjeyî pêwîste bi  ti awayî nêzî dozên gel û civakan nebe.

Wexta ku em behsa berpirsyariyên exlaqî dikin, mebest ew e ku yê wêjevan pabendî êş û derd û pirsên civaka li derdora xwe be. Ew pirs dibe ku ne pirsa bindestiyê be, yan pirsa şoreş û têkoşîna ji bo azadiyê be, lê dibe ku pirseke din ya civak û mirovan be.

Berhema wêjeyî çi helbest be, çi çîrok û roman yan beşeke din ya dahênanê be, ew heyîna ku dilê mirovan û giyanê mirovan aram û pak dike. Ji xwe mirovên aram û pak dikarin xwedî doz bin, dikarin ji bo maf û azadiyê têbikoşin. Berhema wêjeyî ji civakê û mirovan re nabêje, ev rêya azadiyê ye, ev şêweyên têkoşînê ne, ev rêya rast e. Lê wêje hişê mirovan sayî dike, giyan û dilê wan pak dike ku êdî bixwe li rêyên azadiyê bigerin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.