Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kodên şikandina bêdengiyê

09/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di van çend salên dawî de, li Kurdistana ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, bêdengiyek hebû. Ev bêdengî ji aliyê herkesî ve di pencereyek cuda de hat nirxandin.

Herî dawî îlana rêveberiyên xweser û şerê bajaran a sala 2015’an sedem hat nîşandan.

Dixwestin sedemên esasî veşêrin. Bêbextî dikirin. Tevgera Azadiyê tewanbar dikirin. Lê di rastiya xwe de ser siyaset, polîtîka û planên dijmin dinixumandin.

Em vegerin destpêka dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan.

Sed sal berê red, înkar û asîmîlasyon dane destpêkirin. Dema li dijî vê yekê serhildan pêk dihatin, ev serhildan bi awayekî tûnd bi komkujiyan dawî dibûn. Bi salan ev bêdengî dewam kir.

Bi PKK’ê û bi Rêber Apo re ev yek êdî wê wisa hêsan nebûya.

Rihek di nav civaka Kurdan de hat afirandin. Ji hemû serdemên komkujiyan de berxwedan derbasî merhaleyek din dibû. Rêber Apo, ji destpêka damezirandina PKK’ê hetanî roja me, civakê fêrî ‘di têkoşînê de ji xwe bawer be’ kir. Digot, rêbaz û metodên zilma dijmin çi dibe bila bibe, rêyek têkoşînê heye. Rêyek ku bêdengiyê berteref bike, heye.

Darbeya 12’ê Îlonê bêdengiya herî mezin hebû. Dixwestin Kurdan biqedînin. Lê berxwedana zîndanan û çalakiya 15’ê Tebaxê têkoşîn derbasî qonaxeke nû kir. Dengê guleya 15’ê Tebaxê dewsa vê bedengiyê girt. Di salên 90’î de bi şewitandina gundan û bi êrişên kontrayan Kurdistan vala bû. Kurd derbasî metrepolan bûn. Rêber Apo midaxleyî pêvajoyê kir bi siyaseta demokratîk ev bêdengî bi dawî kir. Piştî komploya navnetewî demeke dirêj bêdengiyek hebû. Rêber Apo dewlet raziyî hevdîtinên Oslo kir û piştre jî bi pêvajoya muzakereyan bêdengî bi dawî bû û Kurd di doza xwe de derbasî qonaxeke nû bûn. Piştî ku tecrîd dest pê kir û ji Rêber Apo xeber nehat girtin, Tevgera Azadiyê, Kurdan û kesên Rêber Apo nas kiribûn ji bo azadiya wî hemleyek dan destpêkirin. Ev bandoreke mezin li civaka ku ji sala 2015’an ve bêdeng maye kir.

Di demek ku herkesî digot temam evcar dijmin bi ser ket de me dît ku di 17’ê Sibatê de li Kolnê, di 8’ê Adarê de daketina jinan a qadan de, di pîrozbahiyên Newrozê de di banga milyonan de, di encamên hilbijartinên xwecihî de û herî dawî jî li Wanê di serhildana ku pêl bi pêl li Kurdistanê belav bû de, me dît, ev meşa ku Rêber Apo ji bo azadiyê dayî destpêkirin ranaweste. Hemû bêdengî demî ne û teqez wê werin şikandin. Ev encamên li jor min rêz kirin de jî hat îspatkirin, ji Rêber Apo kontakt were qût kirin jî, di demên awarte de jî nexşerêya berxwedana wî, dikeve dewrê û encam digire. Di hilbijartinê dawî de paradîgmaya wî ya siyaseta demokratîk ket dewrê li Tirkiyê û li Kurdistan encam girt. Bi serkeftina vê hilbijartinê têkçûna desthilatdariya AKP’ê dan destpêkirin. Di vê hilbijartinê de heger bi stratejiya xeta sêyemîn tevnegeriyana wê CHP’ê jî ev encam negirta. Paradîgmaya Rêber Apo bêdengiya civaka Tirkiyê jî berteref kir.

Ji îroj şûnde jî ji bo dawî anîna vê desthilatdariyê, wê dîsa ev kodên şikandina bêdengiyê bikevin dewrê. Eniya demokrasiyê ku ji Kurd û hêzên demokrasiyê pêk tê lokomotîfa têkoşîna li dijî faşîzma AKP’ê ne. Em yelpazê piçek dinekin; Ev kodên şikandina bêdengiyê di heman demê de wê bêdengiya li hember modernîteya kapitalîst jî bişkîne. Ji niha de em wî dengê qirçeqirça ji bêdengiyê diçe, dibihîzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.