Li Amûdê xebatên avakirina avahiyan li gor salên berê zêdetir û hêsantir buye. Avakirina avahiyan ku ji ber şertên awarte yên şer rawestiya bû, bi sazkirina ewlehiya li herêmê û pêre careke din destpê kiriye. Şarederiya Gel jî di vê mijarê de alîkariya pêwîst dike.
Li Amûdê di van demên dawîn de piştî ku Şaredariya Gel hewcedariyên pêwîst pêşkêş kirin, di warê avahîsaziyê de pêşketin pêk hat. Di encamê de derfetên kar jî ji gelek welatiyan re peyda bûn.
Xebatên avakirina avahiyan li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê ji ber rewşa li herêmê heta asteke bilind rawestiyabû. Piştî ku ewlehî û aramî pêk hat di van demên dawîn de avakirina avahiyan zêde bûye û avahîsazî li gorî pîvanên ku Buroya Pîşesaziyê ya Şaredariya Gel diyar kirine, gelekî bi pêş ketiye.
Yek ji sedemên pêşketina rewşa avahîsaziyê li navçeya Amûdê li gorî avahîsazan ew e ku amûrên avakirinê li gorî salên borî erzan bûne.
Bi armanca parastina welatiyan, Şaredariya Gel ji bo avakirina xaniyan pîvanên xwe diyar kirin. Piştî ku welatî belgeyên xwe yên milkiyetê pêşkêş dikin, Buroya Pîşesaziyê ya Şaredariyê cihê ku avahî tê de were avakirin, lêkolîn dike. Buroyê her wiha ji bo avakirina avahiyan çêkirina jêrzemînekê wek merc ferz dike da ku di rewşên awarte de niştecihên avahiyê xwe bispêrin van jêrzemînan.
Karkerên avakirina avahiyan ên navçeya Amûdê diyar kirin ku xebatên wan gelekî ji salên borî baştire û ew avahiyan li gorî plan û pîvanan ava dikin. Kamîran Cizîrî ku hosteyê siwarkirina seramîkê ye, wiha got: “Kar baş e û buhayê amûrên avakirinê jî li gorî salên borî erzan bûye.” Cizîrî diyar kir ku gelek dost û hevalên wî koçber bûne û piştî ku derfetên kar li vir zêde bûne, gelek ji wan vedigerin.
Cizîrî girêdayî geşbûna avahîsaziyê di van demên dawî de, diyar kir ku sedema sereke ew e ku aramî û ewlehî bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê peyda bûye û sedema duyemîn jî ew e ku bi hezaran welatiyên herêmên din ên Sûriyê berê xwe didin herêma Cizîrê û pêwîstî bi niştecihkirina van welatiyan zêde bûye…ANHA






